Ev du riste bo gerîla

Omer Dilsoz

Va ye diçim
şevekê bo şevek dî
sînor belek belek li ber piyên min diherişin
newal
bi dengê bêdengiya hawara min a sedan salan ker
kanî û robar ziwa dibin
niha bi rê de me
hêj kesera vê axê germ e
û hilma xwîna min nenermijiyê

va ye diçim
berbang bo berbangê
û ditirsim
hûn piştî çûyîna min
-gelek li min bigerin-
di kevza çiyayên rûberf de
bêhna xwîdana min
dengê awaza strana min a zîz
ji kesera vê axê bipirsin...

va ye ez diçim
çiya bo çiyayî
sînor bazdendeke li ser çiçikê min ê çepê hilawîstî
û
va ye
spêdeya gulîna pezkoviyan hêj hilnehatiye
mekabên min
rûyê axê dialîsin
û ez diçim
lê ez hîç hîç ji wir naçim;ji hişê vê dîroka bextreş

va ye ez ji sînoran vajî dibim

û bi sînorek dî hiltêm

di bêsînoriya gerdûna ramanê xwe de

li çu deştan xwe nagirim

îllem,

xwîna min 

çiya ye

ji çiyê me

bilind,

asê,

serhişk

û dilpola…

va ye ez diçim

lê ditirsim

-qewmê pezkoviyan dîsa bixeniqe di çirava xewnerojkên sîberîn de

Û sîtavk

Car dî hilneyê li asoyên ber perrê Xwedê

Niha ez diçim heval

Bo bêhnvedanekê

Lê sibê

Ligel tîrêjdanê

Qewlê min û we li gel azadiyê heye

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (3)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.