Di zimanê me de hezkirin

Omer Dilsoz

Em di kurdiya xwe de hezkirinê çawa bilêv dikin? Berî ku em bersiva vê pirse bidin, hinekî bala xwe bidine bê ka nivîskarê naskirî Gary Chapman di pirtûka xwe“5 zimanên hezkirinê” de çawa ev mijar xepartiye.

Bêguman pirsa “hezkirinê” bi qasî temenê mirovahîyê dirêj e û temendî hejmara takekesên ser rûyê erdê jî xwedan kate û şax e. Tu vê behrê çend têkvedî her kûrtir dibe û tu vî şîrî çend biparzinî ‘şêlû’tir dibe. Çu formûl û pênase bi giştî nabin bersiva vê pirsa giran. Ev pirs, temet umrê vê gerdûnê bi girift û aloz e.

Îja em ê hew li dû pênasekirina vê pirsa mezin biçin, belkî jî, hema em bibêjin: Tu çi hest dikî ew e. Îja em ê hinekî jî li ser çawanîya wê di zimanê me de bisekinin. Gelo em kurd, hezkirinê bi çi awayî tînin ser ziman?   

Niha berî ku em bikevin nava vê gêrgerînkê û hezkirina ser zarê me û ya cîranê me tirkan berewird bikin, bînin bîra xwe ku  Gary Chapman, di wê kitêba xwe de bi berfirehî li ser celebên rengvedanên hekzirinê rawestiyaye û gotiye: mirov bi 5 awayan hezkirina xwe didin rû.

Nexwe niha jî em bifekênê ka em kurd çawa hezkirina xwe didin der. Berî vê divê em vê bizanibin ku li gorî kategorîzekirina Chapman, em piranî hezkirina xwe bi awayê îndîrekt tînin ser ziman. Kurdek zû bi zû nabêje, “ez ji te hez dikim”, heta em peyva “hezkirinê” zêde bi kar naynin. Li şûna wê, “peyva “dilketin, dilbirin, dilberdan” ango “dilikî”bûn bêhtir ser zar û devê me rûniştiye.

Bi çend nimûneyan em bilêvkirina “hezkirinê” di zarê me de bi tirkî re berawird bikin.

Gava mêr û jinek kurd hezkirina xwe ji hev re dibêjin.

Tirkî: Seni seviyorum.

Kurdî: Min dil ketiye te/ dilê min ketiye te.

Gava dayikek hezkirina xwe ji zarokê xwe re dibêje.

Tirkî: Yavrum, seni seviyorum.

Kurdî: Berxo, ez ê vê dinyayê qurbana te kim.

Gava kurdek ji xwarinekê hez bike.

Tirkî: Ben sıcak yemeği seviyorum.

Kurdî: Dilê min dibije xwarina germ. Dilê min diçê. Kêfa min bi xwarina germ tê.

Kurdek gava ji kelûpelekê hez dike.

Tirkî: Ben evimi seviyorum.

Kurdî: Mala min bihûşta min e.

Gava kurdek bêriya xwe bo dostekî xwe tîne ziman.

Tirkî: Ben dostumu seviyorum.

Kurdî: Ez hez dikim bi dostê xwe re bim.

Gava kurdek hezkirina xwe bo warê xwe, bo kesûkarên xwe tîne ziman.

Tirkî: Ben ülkemi seviyorum. Ben akrabalarımı seviyorum.

Kurbdî: Ez li ser war û welatê xwe dimirim. Ez li ser xizm û merivên xwe dîn dibim.

Mirov dikare van nimûneyan zêde bike.

Di vir de, tişta xuyabûyî ew e ku kurd di dilpêketina xwe de, zû bi zû peyva “ez ji te hez dikim” bi kar naynin. Ev celeb gotin, piştî ku kurd di ser tirkî re bi zimanê xwe hesiyan, kete nav zimanê wan. Nexwe di reseniya xwe de, kurd gava hez dikin, dibêjin: Ez ser te dîn û har bûm. Ez ê xwe qurbana te kim. Ez li ser te dimirim. Ez hez dikim bibim yarê/a te. Sebra min bi te têt. Bêhna min bi te têt. Ez gorîya te me. Ez gorîyê te me. Min tu divêy, min hez ji te kir. Kurd ji hezkirîya xwe re piranî “yar” dibêjin. Yar, ew kes e ku mirov pê re dikeve ser heman rê. Yarênî.. 

Çimkî kurd hezkirina xwe bi zarê “duyem” tînin ziman. Bi vebêjiyeke nerasterast derdibin. Celebê hezkirina dilê kurdan, “qurbanî” û “dilbirin” e. Ango jidilçûyîn û dilpêgirtin û dilpêketin… Ev asteke germtir a hezkirinê nîşan dide.

Peyva “qurbanî” ji ku tê?

Ev gotin temet umrê mirovahiyê kevin e. Di hemû bîreweriyên qedîm de “gorîbûn”, “qurbanî” ritûeleke bingehîn e û bingehê wê ser serpêhatiya Habîl û Kabîl ava bûye. Qurban: Tiştê xwe yê herî bijare bo rêya evînê didî.       

Lewre min divê bibêjim ku ziman û kodên wî, ziman û navlêdan û navlêkirinên wî serencama serpêhatiya wî nijadî jî di zikê xwe de dihewîne. Ziman, ji çîrok û dîroka nijada xwe dizê. Em, hemû wergirên raboriya xwe ji wir digirin.

Hasilê em ji pêdeçûnên Chapman jî fêr dibin ku di zar û ezimanê me de hezkirin xwedan kok û rîşalên dêrîn û qedîm e û ji xwîna peydabûna vî milletî peyda dibe.

Heta em awayê pênasekirin û navlêkirina ferhenga hiş û çalhişa civaka xwe nizanibin, em ê bi ruhê zimanê xwe serwext nebin. Di zimanê me de, hezkirin ji sertapê rêya ji dilî bo dilî ye û gava em “dikevine ser derazinga vê qesrê” em tê werdibin û tê de winda dibin. Lewre jî hezkirin di zimanê me de KETIN e, ketina dilî.. em dil dikevin çavên yarê; û em ji çavên yarê jî ji dil dûr dikevin…

Balkêş e, gava kurdek hezkirina xwe ya tîr pênase dike, dibêje: Heke te ji dilekî hez ji min kir –mirov hez jê dike, jê hez nake- ez ê hezar dilî ji te hez bikim. Îja bo nefretê jî dibêje: Heke te ez nevêm bi çavekî min tu nevêyî bi herdu çavan… Hezkirin û nêzîkbûn bi hezarî, dûrketin û jêqetîn tenê bi du gavan e. Çimkî naxwaze bi tevayî jê bi dûr here tenê dixwaze qonaxek bikeve navê heta birîn sar dibe. Çimkî kurd evînê wek “nemirî” dizanin û gava dilopek li dilî nizilî êdî tew jê bi dûr naçe.

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (1)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.