Çîroka babê HEŞT kuran

Omer Dilsoz

Ew, babê heşt kuran bû. Di civatan de wek dîkê qebo sîngê xwe qij dikir û digot, “ez..” na na, nedigot, a rast zêde ji axaftinê hez nedikir, ligel vê jî, bi qewlê pêşiyan, piyên wî çist ji erdê radibûn û kişt li erdê diniştin.

ne ji kîsê bavê miriyan nehatibû, “malan mêran koma zêran!” ew jî xwedanê vê  dewlemendiyê bû, tenê niha têjikên wî, şêrgeleyên wî hêj sava bûna, hema çend salên dîtir dê yek dû yekê bi gewde û gewre bibûna û vêra gihiştibana… gelek nemabû ku lawên wî vêra gihîştibana.

ji kîsê dayê negotibûn ku, “mirov bi kesan dar bi belgan bi xeml e.” ew, piştpan bû, ji pişta wî heşt şêrgeleyên ku her yek ji yê dî delaltir, her yek ji yê dîtir jêhatîtir peyda bûbûn. heta ji ber hindê, gelek mêr û malbatên derdorê di bin çavan re hesûdî pê dikir û digot, “çi kinêteke nêr e, hurmetê hema bêje her sal begzadeyekî bo wî tîne, dê çu carê kuçikê vê malê venemire, ku hato sibê her heşt bira mezin bibin dê deşt û zozanan, gund û welatan dagir bikin.”

bi van gotinan pirtir bi karê dinyaya gewrik dişidiya û bavê me, bavê heşt berê nêr û çar berên mû, weke zirkêtkekê bêwest û mandîbûn dixebitî.

bîst xeberan sekna wî nebû. kurên wî mezin dibûn, lê wî qet dil nedida wan bide şolê, şola wan jî tev wî dikir. şukir, zend û bendên wî wek şêrê bîşiyan bûn, heybeta simbêlên sor î sosinî, çavên çûr û weke asîkekê xurt, kişt û jêhatî, dikir ku bavo destê xwe bida keviran jî av jê dertanî.

tenê bi tiştekî bawer bû û tim ev şîret li kurên xwe dikir, “bo çi tiştî xwe nexin ber mineta çi kesê. çi kes ji mirovî çêtir paleyê jiyana xwe ne…”

kêm mabû dê kurên wî mezin bibin û bigihinê, êdî ew dikarin bi hev re deşt û zozanan bigihînin hevdu.

sal weke avê bi dû hev de çûn. dewran hat û felek guherî. agir bi war û doran ket, kevir ji cihê xwe liqiyan. bavê me hê jî weke moriyan dixebitî, bi şev û rojan tebata wî tunebû. lê çi karê xwe lê radikêşa bi serê de dihate xwarê. kurên wî weke hêka heramkirî negihîştinê, heçî kurê hat ji yê pêşiya xwe bêkêrtir… tenê birayê mezin mabû ku piçekî av di aşê mala baba digerand û dikaribû bi nanozik malbatê ji ber mineta xelkê derêxe qenebe bi ser kulîfekan nexe…

heşt kurên bavo, bûbûn heşt barên ser barî, sal kevin dibûn, berxên xwe ku weke yên hemû derocîranan şandibûn ber xwendinê, tev hêvîşikestî vegeriyabûn.

yekî tenê kaibû zanîngehê bixwîne, ew jî beşa felsefeyê bû ku dîsa nan bo mala bavo pê nedihat.

jixwe kurê ber piyê xwe didît, daweta xwe dikir û dikete ser rêka xwe. bavo, hê jî di xaniyê xwe yê dema koçberiyê de, li benda gihîştina kurên mayî bû. di ber xwe de digot, “belkî biçûktirînê wan hinekî bi nan û xwê derkeve û me ji vê xwelîseriyê xilas bike..” jixwe, li vî warî, hemû dayik û bavan, bi hêviya ku wan ji vê xwelîseriyê xilas bikin, keç û kurên xwe rê dikirin ber xwendinê…

bavê heşt kuran, bavê koma zêran, carina nanek tisî peyda nedikir ku zikê xwe pê têr bike. êdî, taqata wî jî weke berê nemabû, çav korûre, diran wek şimayê, dest û piyê xav û sist bûbûn…   

bavê heşt kuran, difikirî, “erê rast bû, bavek sed kurên wî hebin dê hemûyan jî mezin bike, xwedan bike, lê sed kur li bavekî nanêrin..”

çi dinyayek e wisa bê nan û xwê!…

piştre girnijîneke sivik di bin simbêlên ku niha kej û kejalî bûne de dişkê, dengekî xîs û nizim dike pistepist, “sebir, piçekî dî sebir bavê heşt kuran, koma zêran e, bila bo xwe sax bin, de qeydî nake lo.. hema piçek dî sebir ke kêm ma yê ji hemûyan biçûktir dê bigihêje hawara bavo.. ma ne, Mîrza Mihemed jî birayê biçûk bû, Rostemê Zal jî… hema bêje hemû mêrxas û wefadar tev birayên biçûk bûn… piçekî dî sebir, yê biçûk dê bigihêje min…”

bavê heşt kuran, li ser pêlîska herî jorî ya derazinka xaniyê xwe rûnişt. di xwe re nedît pêlava xwe pêke û dakeve xwarê da ku biçe banî bigêre. çirpe çirpa dilopan li nava xanî deng vedide… êzingên ber sobê qediyane, ew û dayika şêrgeleyan li pişt wî agirê ku kilîskên dawîn jî vedimirin xwe di hev wer dane. Beteniye bi şid li xwe pêçane. hevjîna wî, çavên xwe li hemû kunciyên xanî digerîne, di dilê xwe de dibêje, “xwezî kurên min…” lê dewam nake, tipa tipa dilopê hişê wê dibe..

bavê heşt kuran.. mala mêran koma zêran.. ewê çu carê serê xwe li ber çi kesî neçemandî û xwe nexistiye ber mineta çi kesî, gava pê hesiya ku hevjîna wî rondikên ser sûretê wî dibîne, dikene, dibêje, “na, ew ne ji girînê ye, ew dilop bû lê ket û çû.”

“erê ezgorî,” axîneke kûr ku heşt caran ji binê kezebê berdide, “tu zanî, sûcê te çi ye?”

mêr bêyî ku tiştekî bêje lê dinêre, ew didomîne, “sûcê ew e, tu ji vî zemanî qenctir bû. xeman nexwe, tu babê heşt kuran î…”

tu bavê heşt ku…                                                                                          

        

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (4)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.