Bizava Fethullah Gulen û doza kurdî

Omer Dilsoz

 

Vê pêla ku dilê me bi “erdheja Wanê di bin xirbeyan de hilweşiya”, li ser sêla siyaseta Tirkiye û Kurdistanê, qeboya “nîşandayîna hêza xwe” ya aliyan gelekî ron û aşkeratir kifş bû.

We reng e, her hêz û alî, dixwaze ji bin xirbeyan bi “awayekî serkeftî” derkeve û xwe di hewara xelkê Wanê bigihîne û qenebe hinekî birînan bipêçe.

Piştî erdheja 7.2 vê carê Wan bi tundiya 5.6ê hejiya û çend avahiyên ku “Walî/Parêzgarê Wanê got; Hûn dikarin tê de bimînin” bi erdê re bûne yek û pelixîn. Piştre bi ser de xelkê ku nerazîbûna xwe da der jî, vê carê ber xezeba gazên polîsan ketin.

De vêca were li vê edaletê, ji aliyekî ve erd bi ser de hildiweşe, ji aliyê dîtir polîs li te didin. Mirov dikare bo manşêtan bibêje: Kurdê ji erdhejê filitî, ji polîsan nefilitîn. An jî; “Ji baranê reviya, gijlok/teyrokê lêda!”  

Di vê hengameyê de, hê jî ji Morgên Nexweşxaneyê cenazeyên parçe parçe kirî bo ser malên bavan de têne vegerandin. Li gorî nûçeyan; Hê jî gelek cenazeyên ji Geliyê Tiyarê, ji gastînên Gûzereşê anîne, nayêne nasîn. Li benda encama testên DNAyê ya malbatên wan in. 

-Gava mirov hinekî dîmena vê heyamê bide ber çavan, qet û qet tiştên ron û xweşbîn xuya nakin; Hemû reng şêlo, hemû deng têkel û hemû hest û bîr aloz in.

Vê pêlê, siyaset li ser devê şûrekî dudevî dimeşe û wekî Pira Sîratê bi qasî “mûyekî zirav” û hesas e. Civak, di nav xwe de, wekî volkanekê dikele, dikelije, li ser pilê ye ku hema bipeqe û QÎYAMETEKE CIVAKÎ li Tirkiye û Kurdistanê pêk bê.

Evê dema han, her kes bêzar, zivêr, aciz û agresîf e. Ji ber vê jî, mimkûn û li ber e, her tişt rûbide û wekî berika ji lûliya tivengê verestî, çaverê ye ku ev civaka wekî girara li ser agirê dara dîndarî, ji navê ve bi hev bikeve û ŞEREKÎ DIJWAR ê KURD Û TIRKAN biqewime.         

Aha,

Di vê asmosferê de, weke temsîla sivîl a aliyê Tirk û dewleta wê; Bizava Pan-Turanîst û Senteza Turk-Îslamî ji xwe re destnîşankirî, ya di bin serkêşiya Fethullah Gulen de, li Kurdistanê ji bo “kedîkirina kurdan bi riya dînî” tê bikaranîn û dewlet, bi hemû şiyanên xwe di emrê wê de amade ye.

Aliyê dîtir ê kurd jî, di bin serkêşiya PKK-BDPê de, pê radibe ku “projeya xwe ya kurdê nû” li Kurdistanê bi cih bike û ew bi xwe welatê xwe bi rê ve bibe. Armanc, milîmîzekirina dewletê ya li Kurdistanê ye. Her weha berevajîya wê jî, armanca ji bo bizava Gulen hatiye destnîşankirin jî, qewîkirina singê dewletê yê li Kurdistanê ye.

Ev bizav, bi taybetî demara ol û dînî digire û bi “BIRATIYA DÎNΔ dixwaze kurdan bi tevayî adapte û entegreyî dewletê bike. Hetta dixwaze kurdan ji binî ve asîmîle bike û wan “wek Tirkên Çiyayî” bi ser neteweya Tirk ve girêbide.

Wer xuya ye, vê heyamê îhaleya “helandina kurdan” bi tevayî raspêrî Bivaza Gulen hatiye kirin.

Em heke hinekî behsa vê tevgerê bikin; Em ê bibînin ku kok û rîşalên wê digihêjin Seîd Norsî yê ku bi eslê xwe kurd e û bi navê “Tevgera Nûrê/Ronahiyê” di wexta avabûna Komara Tirkiyeyê de, bi Rîsaleyên Nûr hewl daye riyeke nû li ber vê civaka Anatolyayê veke.

Wekî tê zanîn, gelek çiq û ta û şax ji vê Tevgera Nûrê belav bûne. Ev çiq û tayên ku bi Rîsaleyên Seîdê Kurdî perwerde dibin û bi rênimaya wî “jiyaneke nû ya ronî” li ber xwe û civakê vedikin, xwedan wê armancê ye ku bi awayekî de fakto û xweber di DESTHILAT Û RÊVEBERIYA DEWLET û CIVAKA SIVÎL de xwedan roleke diyarker bin. Civakê, bi ser perwerdeyê bi “exlaqekî qenc” bigihînin asteke rajor. Mebesta vê tevgerê; “Civakeke Îslamî ya Pêşverû” ye, siyaset ne wek armanc wekî navgîn tê zanîn.  

Bizava Gulen jî bingehê xwe ji vê Tevgera Nûrê werdigire, lê îdia hene ku vê bizavê gelek behs û dabaşên Rîsaleyan ên li ser kurdan berevajî kirine û piştî demekê ev Bizav êdî bi tevayî li dijî ruh û pêşnûmaya Nûrîzmê tevgeriyaye.

Tevgera Nûrê ku meşa ligel bindest û mezlûman ji xwe re wekî rênima destnîşan kiriye, li nik Bizava Gulen tenê destikê DESTHILATÊ ji xwe re kiriye armanc û pê mezin bûye.

Bi vê yekê jî ron û aşkere dibe ku Bizava Gulen, çu carê biratiya rastîn a KURD û TIRKAN, an jî bi qewlê wan, “BIRATIYA ÎSLAMê” ji xwe re nekiriye xem û bi bizaveke wisa ranebûye. Ne tenê bo kurdan, ew tenê TIRKAN wekî serdar dibîne û wisa bawer dike ku “TIRK qewmekî ji aliyê XWEDÊ ve hatiye bijartin e û ji bo serwerî û efendîtiya gelên dîtir hatiye hinartin” û hemû plan û projeyên xwe li ser vê binemayê dariştine.

Gava ew destê xwe bo yarmetî û alîkariya deverekê dirêj dikin jî, -wek Somalî, Efxanistan, Kosowa, Elitre û hwd- ne ji bo “isleh”kirinê, tenê ji bo hindê ye ka dê çawa xelkê wê deverê asîmîle bikin û ji bo berjewendiya “DEWLETA PÎROZ A TIRK” bi kar bînin. Ew tim bi çavê “peyayên Yenî Çerî” li xelkê dinêrin û mebesta wan, tenê “TALANA KULTURan” e.

Yanî,

Bi kurt û kurmancî, ev BIZAVa ku li ser TENÛRA kurdekî dilsoz ê ku hêj nayê zanîn gora wî li ku ye, yekî wekî Bedîzzeman Seîdê Kurdî zik û fikra xwe TÊR dike, nanê tenûra me dibe bi jehra TIRKITIYÊ hevîr dike û paşê hin kunciyan pê direşîne, dixemilîne û tîne dîsa difiroşe me.

Li vê derê kêmasiya Doza Kurdî heye?

Ez hewceyî bi bersivê nabînim, çimkî bersiv di nav pirsê de ye. Heke tu meydanê vala bihêlî, helbet dê xelk lê hespê xwe bibezînin û cirîdanê bikin.

Çawa nijadpersetekî Tirk bi aqilê kurdekî tê “edalet û biratiyê” sparîşê me dike?

Fethullah Gulen ê ku ji ber ku kurd e, çu carê çavên wî bar nedigirtin ku Seîdê Norsî bibîne, îro çawa wek PROJEYA BIRATIYA KURD Û TIRKAN derdikeve pêş me?

Kundê kor jî dizane ku li pişt vê çît û perdeyê bazareke dîtir heye!

We reng e, heta ALTERNATÎFEKE XURT li Kurdistanê neyê peydakirin ku nehêle BIZAVA GULEN ji bindestî, feqîrî, neçarî, mecbûrî û berdestiya xelkê kurd sûdê wergire û hemû çavkanî û çêrgehên ku ev bizav tê de tewle dibe asê neke û destê kurdan nehêle ber mineta wan, çavê feqîrê kurdan ji DERSXANE û WEQFên wan nebirre, zû bi zû ava vê çirav û rêxgehê ziwa nabe…

Li kar û bar jî pirtir dikeve ser mile Weqfên Kurdperwer û Kurdistanî yên Oldar, pê navê ku ez li vê derê navekî bînin ser zimanî. 

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (1)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.