İbrahim Genç

İbrahim Genç

Xwendekarên Mamoste Qedrî Endamtiya Wî Dinirxînin

Xwendekarên Mamoste Qedrî Endamtiya Wî Dinirxînin

Piştî aşkerekirina namzet û karnameyên partiyan li seranserê Tirkiyê pêvajoya hilbijartinê bi xebatên curbicur ên partiyan didome. Niha her partî hewl didin ku bi axaftinên xurt û propaganayên rûbirû li qadan xwe bidin qebûlkirin. Lê belê di nava gel de kesayetên namzetan gelek girîng e. Lewma îro di wê hilbijartinê de taybetiyên kesayetê jî derdikeve pêş. Ez dikarim li ser vê yekê bibêjim ku HDP (Partiya Demokratîk a Gelan) bi lîsteyeke baş çêkir. Di nava namzedên HDPê de jig elek aliyan kes heye ku ji bo civakeke aştîxwaz ev tiştekî serkeftî ye, pîroz e.

Bêguman ji van namzetên girîng yek jî namzetê HDPê yê Sêrtê Prof. Dr. Qedrî Yildirim e. Weke tê zanîn, Mamoste Qedrî berî ku bibe namzetrêveberê Enstîtuya Kurdolojîya Artuklu ya Mêrdînê û alîkarê rektorê wê zanîngehê bû. Mamoste Qedrî qet li pêşdarazên li ser wî nenihert û di bin derfetên dijwar de di demekî kurt de gelek xebatên giranbuha kirin. Hem li ser meseleyên olî hem jî li ser mijarên zimanzanî xebitî û ji bo cîwanên Kurdîstanî rêyek vekir. Piştî hat binçavkirin, wî fêm kir ku dê rê li wî bê girtin, xebatên wî dê bê asteng kirin. Îro jî Mamoste Qedrî eger HDP bendavê derbas bike û here Meclîse em baş dizanin ku dê xebatên xwe yên weke zimanzanî li wê derê jî bidomîne.

Ji ber vê yekê min xwest ku ez îro di nivîsa xwe de cih bidim nêrînên xwendekarên mamoste yên ji Kurdolojiya Artûklûyê dêrçûne. Ka em binêrin li ser namzetbûna Mamoste Qedrî xwendekarên wî çi dibêjin.

“Namzetiya mamoste bi xêr û bêr e”

Salîm Çelîk: “Divê ez berê bibêjim ku bi namzetiya Mamoste Qedrî em kêfxweş bûn. Çimkî em dixwazin ku di sîyaseta kurdan de kesên dikarin bi dilsozî xîzmete zimanê kurdî bikin bibînin. Lewma me hê digot ku tevgera me ya sîyasî ji zimên dûr ket, weke xizirekî yekî weke Mamoste Qedrî hat. Bi rastî ev ji bo xîzmetkirina zimên bû serkeftineke sîyasîya mezin. Înşallah em ê di demekî kin de encamên van xebatan bibînin. Ez dixwazin tiştekî din jî bibêjim ku weke tê zanîn KCD jî derheqê zimên biryaran werdigire lê divê demildest pergala perwerdehî ya bi zimanê kurdî bê avakirin.”

Pinar Kaya: “Di derbarê ziman de xebatên wî yê girîng û biqîmet hene ku ji pir tiştan re rê jî vekiriye. Ji ber wê, xebatên wî yê zimên pîroz in. Lewma li namzetiya Mamoste Qedrî dilekî min bi erênî lê dinêre dilekî min bi neyînî jiber ku xebatên wî yê zimên bi salan e berdewam e û bisîstem rûnîştî bû. Heke bibe parlamenter divê xebata zimên dîsa bi awayekî rêkûpêk û biberdewamî bidomîne. Lê ez dizanim ku Mamoste Qedrî bi dil û can ji bo kurdî û kurdayetiyê hewl dide. Ez serkeftinê jê re dixwazim û bi dil li pişta wî me.”

Mehmet Emîn: “Ez bi namzetîya gelek camêrên wek mamoste bi qedr û hêja dilxweş im. Namzetîya mamoste bi xêr û bêr e. Wek akademîsyenekî û wek kurdperwerekî oldar(muhafezekar) heyîna mamoste dinav rêxistinê de cihê moral û coşê ye. Ez bawer dikim bi heyîna wî di serî de mesela ziman û çanda kurdî wê rengekî pir geş bêxe rojeva parlamentoyê. Lê dîsa jî em nikarin bêjin tena serê xwe dikare helwesta hukumetê(sîstemê) biguherîne. Ev karekî din e. Her weha wê bi nasnama xwe ya oldarî jî bandorê li ser oldar û rêxistinê bi xwe jî bike. Dibe ku bi saya wî mesela ziman ji alîyê rêxistinê ve jî bêhtir we re guftogokirin.”

“Bila bibe perpirsiyarê perwerdehiya partiyê”

Îbrahîm Ayhan: “Di serî de ez serkeftinê ji mamoste û hemû rêhevalên wî dixwazim. Li ser navê xwe ez bi çavekî erênî li namzetiya Mamoste Qedrî dinêrim. Her çiqas min bi xwe dixwest di nav tevgera ziman û edebiyatê de be jî lê ez bawer dikim mamoste tu car ji ziman û edebiyatê dûr nakeve. Bi vê baweriyê ez namzetiya wî tesdîq dikim. Ji xwe xebatè mamoste li ber çava ne hewceyî şîroveyan nine. Bi fikra min mamoste biryareke rast daye lewra HDP jî mecbûre di her warî de temsiliyetè bîne cih. Yanî kîtleyek ku raya bidin mamoste he ye. Hêviya min jî eve ku mamoste bîr û baweriya ziman û çanda kurda zêde bîne zimên di serî de di hundur partiyê de vi tiştî pêk bîne.”

Mehmet Çîftçîoglû: “Beriya mamoste biryara namzediyê bide ez li enstîtuyê mevanè mamosteyekî me bûm. Min û wî di sohbeta  xwede behsa siyasetê dikir. Min got ji enstîtuyê bila mamosteyek jî bila namzediyê bîne. Berî wê jî ji Mamoste Qedrî re gotine bibe namzed. Mamoste gotiye ez kariyera xwe ya akademik bi siyasetê nadim. Piştî wê demek dirêj derbas bû û li hevalên min ên grevê doz hate vekirin. Piştre mamoste biryara me ya hêvî dikir da. Ez heme! jixwe namzediya wî ji aliyê zimanê kurdî dê destê tevgerê xurt bike û muhatabê herî xurt ewê bibe Mamoste Qedrî.  Barê parastina zimèn li ser milê mamoste Qedrî ye ( ji aliyê akademîk ve) î muhatabên hemû perwerdehî ewê baştir bine cih. Hêvîya me ji mamoste dema ket meclîsê bila bibe berpirsyarê perwerdehiya partiyê (Eğitim öğretimden sorumlu parti yoneticisi).”

Weke dixuye, divê bi diayên xwe gelê kurd û bi hêza xwe ciwanên Kurdistanî Mamoste Qedrî bişînin Meclîse. Bêguman parlamenterekî weke Mamoste Qedrî ji bo kurd û Kurdistanê lazim e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
İbrahim Genç Arşivi