Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Xwedê tu min azad berde

Xwedê tu min azad berde

Ez dimînim şaş, sedem çi dema mirov bikeve tengaviyê an jî ji bo menfaetê xwe, tiştikê bixwaze, Xwedê tê bîrê. Ji hemû kesê re nabêjim belê pir ên wiha hene. Heke di jîyana hindik miroan de tengavi û menfaet çu nebe, bawere Xwedê nahê bîra wi/wan.

Vê dawiyê hindik tev kirêtiyên xwe diveşêrin û ji bo menfaetê xwe hêvîyan ji Xwedê dixwazin û dibêjin.

Xwedê bang li te dikim û hêvîyan ji te dikim...

Xwedê ez li Roboskîyê bûme sedema kuştina 34 welatiyen. Lewre ewan welatiyan bi fermana min re jîyana xwe winda kir; tu min azad berde.

Xwedê hin caran min sîle lêxistin sûretê hindk welatiyan, min dilê wan şewitand; tu min azad berde.
Xwedê bi feremana min re pir zarok bi guleyan û topan hatin kuştin, dizanim ku ez gunehkarim; tu min azad berde.

Xwedê bi fermana min re zarokên dayikên dilkeser jîyana xwe winda kirin û çavên wan bi rondikên xwînê re şil bû. Her we bi fermana min a jin jî be, zarok jî be çi mirovê kevte destê hewe nenêrin rondikên çavên wan, lêxin. Sedem vê fermanê jin û zarok hatin qotan û îşkence lê het kirin; tu min azad berde.

Xwedê ez bûme sedema windabûna pir kedkar û karkeran, bi taybet li Somayê 301 karkerê komirê. Heke min di kar û şertên şolê wan de hilkulîn kiriba ewan dibe ku jîyana xwe winda nekiriba. Di vê çendê de jî gunehkarim; tu min azad berde.

Xwedê ez dizanim min ser rojnamevana, sîyasetvana, nivîskara, tev welatiyê wekî min hizir neke û hwd. neheqi kirîye; tu min azad berde.

Xwedê bo serhildana Gezîyê bi fermana min re ser welatiyên serhildêr zilm û zaordari hat kirin, di vê bûyerê de ez bûme sedema windabûna jîyana pir ciwanan; tu min azad berde.

Xwedê di aliye çareseriya pirsgirêka kurdan de ewan pir baweri bi min îna belê min pir henekî bi wan re kir û dilê wan şikêna; tu min azad berde.

Xwedê di aliyê çareseriya pirsgirêka kurdan de min ew xapandin û min ji bo parastina welat û komkujîya kurdan kalekol û qereqol avakirin; tu min azad berde.

Xwedê ji roja pêşîyê heta îroj min înkara ziman û çanda kurdan kir; tu min azad berde.
Xwedê heçî lêgerîna heq û hukukê a demokratik bi fermana min re polîsan welatî bi gazê, îsotê û ava şidet re belav kirin, bi jopan ew qotan û îşkence li wan hate kirin; tu min azad berde.
Xwedê welîtiyê gor min hizir neke, min xorti li welatiyan kir ku gor min hizir bikin û ên wekî min hizir nekiri min têkir hepisxana de; tu min azad berde. Bi yêk mînakê re ez di vê dibêjim. Tev sîyasetvanên kurd û tirk siyaset dikirin û wekî min hizir nedikirin di wê sedemê de bi suçê siyasetê ew têkir hepisxana. Carek dî dibejim Xwedê tu min azad berde.

Xwedê min sund xwaribû ku makeqanûna Kenan Evren biguherim belê, bihêle guherîna wê makeqanûnê, min pêtir ji bo menfaetê xwe qanûn çêkirin; tu min azad berde.

Xwedê ez pişt sund û gotin û kirinên xwe nesekinîm, tu min azad berde.

Xwedê ez rasti gelên welat de pir rikdar bûm, min navbenda welatiyê xwe de cudahi dikir; tu min azad berde.

Xwedê bi ixbara min re tev rojnamevan, sîyasetvan, nivîskar, xwendekar, welatî, karker û kedkar bi taybet kurd kevtin hepisxana, îşkence dîtin û jîyana xwe winda kirin, rasti zilma min man. Tev ev bûyere bi bêbextiya min re çêbûn; tu min azad berde.

Xwedê dizanim ku qutiyên pêlavan de pereyê dizîyê hebû, belê mixabin dema hati aşkerakirin min înkar kir; di vê çendê de tu min azad berde.

Xwedê seba van diziyên di hikometa min de hati kirin bi zêdehi navê hindik wezîrên min aşkera bû û ewan jî ji wezîrîyê îstîfa kirin, di vê çendê de jî tev dizîyên hati kirin min carek dî înkar kir; tu min azad berde.

Xwedê pêşîyê min bi cemaetê re tekili kir û em wekî birabêvê hev bûn, paşê cemaetê diziyên hikometa min aşkera kirin û min ew bi mînaka terorîstan îlan kir; tu min azad berde.

Xwedê bi fermana min re bi dehan re barê TIR’an çek û cebilxanê ji DAIŞ’ê re hatin rêkirin û ev çek û cebilxanê bû sedema winda buna jîyana pir misilmanan; tu min azad berde.

Xwedê dewle serê min ev rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bi yêkemî serê min a duyemîn jî serê gelên rojhilata navîn, a sêyemîmîn jî serê gelên cîhanê bûne bela; ji vê vê çendê re jî tu min azad berde.
Xwedê nû kêmasi û xwîndariya dilê min de, hate bîra min. Di zanim ku dawiyê ez bûme sedema pir kuştinan.

Xwedê min pir dî hêvî ji te re hebûn ku bixwazim; tu ji bo wan hêvîyên min ên min ji te nexwesi jî azad berde.

Di zanim ku ez mirovek pir gunehkarim, Xwedê tu mim azad berde.

Heke hûn baweri bi min naînin tev çapemeniya Tirkiyeyê a dawî û înternmet şahidê van gotinên min e. Bi hilkulîn in.

Welatiyên nazdar û pîrozwer.

Min xwe bi Xwedê re da azadkirin, ez tafî bûm. Tev gunehên min efû/azad bûn. Niha ez bi mînaka rondikên zarokan û dilopên ji kevîyên berfê dilopdike we zelalim. Bi van hestan re ji bo bijartina serokomariyê li benda dengê we sekinîme. Dengê xwe bidin min ku ca Tirkiyeyê pêtir wêran bikim û pêtir cudahiyê biêxim navbenda gelên Tirkiyeyê.

Destê min bi gewîya we re û çakûçê (çekuç) min ser serê we be. Bimînîn xêr û xweşîyê de û min ji bîr nekin.

NÎŞE: Ev peyva wêrankirina bajar/welat, ji welatiyek Colemêrgê ê xwedî binyatek qedîm re hatibû gotin. Dawiyê de Walîyê Colemêrgê ji bo guherîna peywira xwe, xatira xwe ji bazirgan û mezinên Colemêrgê dixwest. Walî çûbû nik wi mirovê nik dile Colemêrgîyan de nazdar û mezin ku ca xatira xwe bixwaze. Ewi jî “me nedivîya tu ji bajarê me biçi, ev çûna te em dilsoti kirin. Em ji bo çûna te bi rasti pir xemgîn bûn. Lewre te bajarê me wêran kir me nevê tu çu dî bajaran wêran bikî” gotibûyê.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10