Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Tûspî û Tûreşk

Tûspî û Tûreşk

Tû darek fêqîyan ji binemala tûyan e. Di bingehî de du awayên wê hene. tûspî û tûreşk. Ferqa navbera wan a mezin rengê tû û mezinahîya darên wan e. Dara tûspîyê 10- 30 mitro û ya tûreşk ê 4-7 mitroyan bilind dibe. Belgên tûyan wek dilan e û kesk in. Alîyê derva biriqok ê navê mat e. Di nîveka belga wê de rehek ji serî heta binî heye, ew reh di herdû alîyên belgê de şaxan vedide. Serê çimên belgan hinekî tûj û rexên wan xetxet in.

Di mehên nîsan û gulanê de kulîlkan vedike. Kulîlkên wê yên nêr wek ûşîyên geniman in. Fêqîyên tûreşkê berê kesk û pêre keskê spîyane, peyazî, sor, dawîyê jî binevşîyê tarî an jî reş dibin. Yên tûspîyê jî berbi spîbûnê ve diçe. Bêgoman herdû awayan jî cûreyên xwe hene û li gor cûreyan nav lê tê kirin. Wek:Tûhûrk, tûqesp  tû hinar, tûsork û hwd. Bi Tirkî ji tûyê re dibêjin “ dut “ û bi Almanî dibên “Maul beere “

Welat û Dîrok: Li ser welatê tûyê dîtinên cuda hene.  Lê ya ku piranîya pispor li ser li hev dikin; welatê tûspîyê Çîn û yê tûreşkêjî Îran û Kurdistan e. Her wekî tê zanîn,  mêşa hervîşim (hevirmêş) ji dara tûspîyê çêbûye û bi wê xwedî dibe. Ji ber tacirî û bazirganîya hervîşim, rêya hervîşîm (îpek yolu) hatîye çêkirin û ew nav lê hatîye danîn. Ew rê ji Çînê tê û di Kurdistanê re derbasî welatên cîran dibe. Her wiha dîsan di wê rêyê de ji Kurdistanê boyaxa rehan û mazî diçûn welatên din.

Dîroka tûreşkê baş nayê zanîn. Lê ji alîyê medenîyetên kevnar ên Îran, Mezopotamya û Misrê ve jibo dermanên serma û edavgirtin, rêyên xwarinê, jibo boyax û şerabê dihat xebitandin.  Tûspî 2600 sal berî zayînê (mîladê ) ji alîyê Hekîm Loqmanên Çînî ve jibo derman dihat bikaranîn. Tûspî û tûreşk ji van welatan belavî deverên din bûye.  

Berhevkirin: Fêqîya wê tê berhevkirin û hişkkirin anjî doşava wê tê çêkirin û paraztin. Belgên wê tên berhevkirin û li ber sîberê tên hişkkirin. Tûvilên dara wê tê berhevkirin û li ber tavê tê hişkkirin, hûrkirin û di nava firaxên porselan an jî cam de devgirtî tên paraztin.

Têdahî: Di fêqî de şekir, asîtên organîk,  asît a malîk, (ya sêvan), asîta tartarîk (asîda tirî ), asîta sîtrîk (asîta leymûnê) hene. Ji Flavonîtan, Ovreyen, Kumarînen,Tanen, Muskulaj, Pektîn, Sîyanîn,  rûnên eter, Karbonhidrat, Proteîn, Potasyûm, Lîf, Kalsîyûm. Ji vîtamînan B1,B2, C , P. Di tûvil de Antrachînon, ( ev made li Ewropa di demên kevnar de jibo boyaxa sor bidestbixin dihat xebitandin), Nordamnacanthal, Morîdon û hwd.

Kêrhatî: Fêqî: 1- Derketina destavê hêsan dike. 2- Arêşe û edavên qirik, alok, dev û semagirtinê hiltîne. 3- Çerm bihêz dike, êşên bawîbûnê dibire. 4- Antîoksîdanek bi hêz e. 5- Pêşîya penceşêrê digire. 6- Peçivînên bedenê winda dike. 7- Kolestrola baş bilind dike, ya xirab dadixe.  8- Xwînê çêdike, bedenê bihêz dike. 9- Agir dadixe, mêlakê (kezeb-cergê reş) bihêz dike. 10- Jibo tekûzxebitîna rûvik û aşikê (mexde) dibe alîkar. 11- Qebizê radike, heke zêde bê xwarin îshalê çêdike.

Belgên tûyê Antîbakterîel e. 1- Belxemê tavêje. 2- Xwehdanê dide. 3- Şekirê xwînê dadixe.

Qaşîlên (tûvil ) dara tûyê: 1- Aramîyê dide. 2- Zixt (tansîon) dadixe. 3 - Belxamê tavêje 4- Muhsîlê çêdike (nermker e ). 5- Kurmên nava rûvikan tavêje.

 Gotinên pisporan di derbarê  tû de :

Prof Dr. Îbrahîm Gokçek di derbarê tûyê de dibê: “Di klînikên zanîngehan de bi awayek têrker lêkolîn li ser nehatine kirin. Tûvilê wê jibo agirdaxisinê tê xebitandin. Pelên wê jibo kurmxistinê tê bikaranîn.Fêqîya tûreşkê jibo penbiloşk û peqojkên devê zaroyan tê xebitandin”.

Prof. Dr. Ahmet Marankî dibê: “Tû jibo bêxwînîyê fêqîyek pir bi fayde ye. Ji ber ku pir vîtamînan di hundirê xwe de dihewîne, jîy û rehan nerm dike. Nahêle ji ber sedemên  hişkbûna rehan xwînbûnên hûndir û derve bibin sedemê alozîyên bawîbûnê (felc ê). Tûreşk jibo edavên rûvikan gelek baş e. Ji ber di hundirê xwe de zehf îyotan dihewîne, kesên arîşeyên îyotan hebin hewceye pir tûyên hişkkirî bixwin. Jibo peçivînên (werimîn) dest û pîyan tûyên taze bên keladin û li ser peçivînan bên danîn an jî doşava wê (dims) di nava avê de bê germkirin û li ser cihên peçifî bê danîn, wê peçivînan ji holê rake. Bi xwarina dimsa tûyan jî ji ber ku xwînê paqij dike, ew jî peçivînan berze (winda) dike û çi bandorên wê yên bêkêr nînin”.

Îbnî Sîna ku pîrê Hekîm Loqmanan tê pejirandin (qebûlkirin) dibêje:

 “Heke mirov belga tûya şîrîn, belga tirî, belga hejîra reş, bi ava baranê bikelîne û li porê xwe xe, wê porê mirov reş bike. Heke tûvilê dara tûyê bi hingiv re bête xwarin, wê kurmên rûvikan bavêje. Heke belga tûya xam di devde bê cûtin, wê êşa diranan bibire.

Heke belga wê bê herişandin û li ser cihê dûpişk pêvedayî (lêdayî-gezkirî) bê danîn, wê êşa wê bibire ( îzale bike). Heke tûya spî bê xwarin, wê destavê biqulipîne.

Heke pelên tûyê bê kelandin û qedehek jê bê vexwarin, wê îshalê bibire. Heke tûya tirş bê xwarin, wê edavên nava dev û sefrayê rake”.

Karanîn:  1- Çaya belg (pel) û tûvilê (qaşilê) tûyê. 2 - Tiştên din.

Çaya tûyê: 2  kevçîyên pelan ji tûvilê tûyê yên hişkkirî û hûrkirî bikin nav çaydankekê, 400 ml (2 qedehên avê) ava kelandî berdin ser bila 5- 10 deqan di dema xwe de bimne. Paşê biparzinin û vexwin. Heke belg û qaşil ter bin,  bila sê kel bênê û 10 deqan di demê de bimîne. Heke tahl be, hûn dişên (karin) hinek hingiv bêxinê.

Tiştên din: Ji tûyê gelek tişt çêdibin. Tû tên hişkkirin, hem wek çerez û hem jî wek poxîn xweşav tê xebitandin.  Ji tûyên ter ereq, şerab, wermûd, doşav, (dims), pestîq, benî, av, şirûb û hwd tên çêkirin. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi