Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Tirşok

Tirşok

Tirşok nebatek ji malbata genimênreş tê hesibandin.

Li welatê me bi kêmanî 20 cûre/awa/ texlîtên wê hene. Lê yên babeta vê nivîsê du cureyên ku jibo derman û xwarinan tên bi karanîn e. 1- Tirşoka tirş, an jî tirşoka zinaran ya xwarinê (Romex Crispus). 2 Tirşoka kewan (Romex  acetosella).

Almanî jê re dibên “ Sauerampfer “. Bi Tirkî jî dibên Kuzu kulaxî, anjî Labada.

Tirşok li nav mêrgên pir bi avî, li beyaran û di nava daristanan de xwe bi xwe ji nava axê dibişkive û hêşîn dibe. Lê li hinek deveran çandinîya wê jî tê kirin. Bejna wê 50- 200 cm bilind dibe. Rehên wê singane wek gêzeran e. Cudahîya di navbera wan de, tirşoka zinaran rexên belgên wê rast in, ya kewan belgên wê xetxetî ne. Di mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de kulîlkan vedike. Kulîkên wê berê kesk, pêre esmer û paşê jî sor dibin. Kulîlka wê wek ûşîyan ji navtenga dara wê berjortir e. Dirêjahîya ûşîya kulîlkan bi qasî 15- 2o cm e.

Welat û dîrok:  Welatê tirşokê Mezopotamya, bakurê Asya Navîn, bakûrê Amerîka,  û welatên Derya Spî ye. Dîroka wê baş nayê zanîn. Lê ji 3. 000 salan û virde ji alîyê medenîyetên Sumer, Med, Asûrî, Misrî, Babîlî, Romayî û Yewnanan ve hem ji bo xwarinê û hem jî jibo derman hatiye bikaranîn. Di roja me de jî, ji bo çay, derman, tentûr di Tib ê de tê xebitandin.

Berhevkirin: Di mehên Gulan û Tîrmehê de belgên wê tên berhevkirin û hişkkirin. Lê belgên wê ji ber ku pir bi avî ne, dema bên hişkkirin hewceye mirov baş bala xwe bidê ku bivzê (kufikê) negire. Reh û bizrê wê jî di payîzê de tên berhevkirin, hişkkirin û di firaxên cam de devgirtî tên hilanîn. 

Têdahî: Bi awayek berfireh lêkoîn li ser naveroka tirşokê nehatine kirin. Lewre em jî xwedîyê kêm zanebûna nin. Madeyên tê de yên giring ev in. Potasyûm, potasyûm oksît, flavogîkozîtê cûrbecûr, cûreyên tanînan, rûnên firek (rûnên eter) vîtamîn C.  Di reha wê de nişaste, tanen, fosfor, hesin û hwd.

Kêrhatî: 1- Destavê diqulipîne (veretisîne). 2- Peçivîn (werimîn) ên aşikê/mexde dadixe.  3- Xuran dibire. 4- Şîrê dayikan zêde dike. 5- Xetimînên mahsenê ji holê radike. 6- Îştahê vedike, hinavçûyînê (virikê) dibire. 7-Hereretê dibire, têhnîbûnê dişkêne, pêşîya edavên (kurmîbûnên) atîseptîk, atîbaterîyel digire. 8-  Xwînê çêdike û paqij dike. 9-Sefrayê vedireşîne, sabxor (qebiz) ê çêdike.

Gotinên bisporan di derbarê tirşokê de: Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje: “Tirşok nebatek pir tamxweş e. Ji pelên wê selete tê çêkirin. Gelemperî tirşoka zinaran jibo çayê û xwarinan, ya kewan jibo tentûr tê bikaranîn. Tirşok destavê diqulipîne, peçivînên aşikê dadixe (dadimirîne), heke rehên  wê bê kelandin û vexwarin hemû awa û cûreyên xuran dibire. Şîrê dayîkê zêde dike, xetimînên mahsenê ji holê radike. Iştah vedike, îsalê dibire, hereretê kêm dike, têhnîbûnê dişkêne. Hewceyê kesên bawî nexwin. Divê pir neyê xwarin, heke zêde bê xwarin dibe ku bibe sedemê xisardayîna gurçikan, îsal, vereşîn û mîz xwe têde negirtinê. Lewma heke berê bê kelandin û ava wê bê rêtin û wisan bê xwarin bi faydetir e”.

Prof. Dr. Îbrahîm Gokçe dibê: “Ji pelên tirşokê yên ter, selete, dolmik û çayê tê çêkirin. Ji reh, pel, kulîlk û navteng (dar) a wê çayê û tentûr tê çêkirin. Heke tovê wê yê kesk (ter) bê kelandin û vexwarin, şîrê dayîkê zêde dike. Heke pelên wê bê kelandin û herişandin û li ser çerm bê danîn, wê faydeyek baş bide nexweşîyên çerm” 

Karanîn: 1-Çayê 2- Tentûr 3-  Xwarin.

Çayê: Jibo her  2 kevçîyên qahwê tirşoka hûrkirî bikin nav çaydankê, 2 qedehên ava  kelandî berdin ser, bila  5- 10 deqan di dema xwe de bimîne. Paşê biparzinin û rojê 3-4 qedehên çayê jê vexwin. Heke tirşok ter be, bila sê kel bênê, paşê 5 deqîqan di demê de bihêlin û vexwin.

Tentûr: Jibo hemeoterapî: Piştî we rehên tirşoka kewan baş şûştin û hişkkirin, hûr bikin û jibo 50 gr rehan  700ml alkola %70 derece berdin ser û danin (deynin) cihek ku tîrêja tavê nebîne. Bila 4-6 hefteyan bimîne. Lê 2 rojan carekê jî bişilqînin, paşê biparzinin, bikin şûşên tarî û di sarincokê de an jî di cihek hênîk de biparêzin. Rojê 3-4 caran 10-15 dilopan û mehekê li ser hev vexwin.

Xwarin: Ji tirşokê gelek cûreyên xwarinan tên çêkirin Wek burîş (şorbe), mixle, dolmik, şanborek û hwd. Her weha tirşok bi pancarên din yên wek gezing , alo, sîyele/spanaq û hwd re jî tên tevlihevkirin û xwarin jê tên çêkirin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi