Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Tirkiyeyê de fitare

Tirkiyeyê de fitare

Meha remezanê ji tev misilmanan re mehek pîrozwer e.

Lewre navbenda mirovên sil de aşti çêdibe û rika rikdaran dimehe, ên feqîr têr dixwen.

Navbenda mirovan de xwîndari û rikdari di vê mehê de cihê xwe dide biratiyê û têkiliya mafê mirovan. Di vê mehê de şer sekinin, dijmini radibe. Di dilkan de rehm dikeve cihê rikê.

Heke mirovekê dilê yek dî hêla be, ji bo xatira vê mehê ji wi re lêborînê dixwaze.

Ê dewlemend seba vê mehê pirsgirêka mirovê xîzan û ê bêrsî dizane. Bêrsîbûn di jîna mirovan de cihekê çendî girîng digire, ê dewlemend bi gêrtina rojiyê re dizane.

Mirovê bêrsî di tev jîyana xwe de çawa bêrsan de dilê wi/wê dibore, hişên wi/wê sist dibin, av ji bin diranê wi/wê herike, ji taqetê dikeve. Rojên wi/wê wekî şevên tarî dibe, demarên wi/wê wekî bêxîreta dixebite, nêrînên wi/wê çawa girêdayî xalekê dibe. Çawa neşên ji cihê xwe bizive û rahêle mêşa reş a dadayî ser dev û lêvên xwe. Çawa roj bo rojê qoreqor ji zikê wi/wê tê û mixabin sedema tev van bûyeran û bûyerên nehati bîra me, mirovê bêrsî jîyana xwe winda dike.

Ê dewlemend tinê rojekê xwe dihêlî bêrsî û tev van tengaviyên mirovê xîzan dibîne. Di wê sedemê de ew karê xwe ê xwedaneyî ji xwe re komkiri, nava xîzanan de belav dike. (Ev hevoke qeyal e, lewre sedan nehwêt misilmanê dewlemend tiştik wahe nake.)

Di vê sedemê de ev mehe ji me misilmanan re mehek pîrozwer e.

Rasti we dibêjin.

 Lewre kurd dibêjin êk pê dimire, êk jî bo dimire. Ev gotine ji mirovên dewlemend û ên feqîr re dibe mînaka girîng.

Belê rojeva me de di vê meha pîrozwer de bizêdehi mirov tên kuştin. Qetil, lêdan, talankirin, windakirin, binpêkirina mafê mirovan di vê mehê de ji rojeva misilmanan û a cîhanê de nakeve. Di roja me de tev bajar û welatên misilmanan de an şer û kuştin heye an jî rik û talankirin heye.

Tev meh rasti pîrozwer in, belê ji sedema remezana pîrozwer ev mehe ji hemû mehan girîngtir e, dibêjin. Belê şer, kuştin, binpêkirina mafê mirovan, rik û dijminahi di vê mehê de pêtir cih girtiye.

Ev ji bo karê dewlemendan û têkiliyê burjuwazîyê de pir giring e. Di vê sedemê de dewlemend alîgir û harîkarê feqîran in, dibêjin. Hindik dewlemend jirûmetiya xwe, hindik jî ji qenci û fêhlmêrîya xwe dibin alîkarê feqîran. Ên alikariya feqîran diden jî sedan dehê nabore.

Di vê hikometa AKP’ê de bihatina vê mehê re têkiliyek girîng kevte rojeva gelên tirki. Belê harîkariya xîzanan, harîkariya feqîran, bi kurtasi mirovahi çawa dibe pêkenok , çawa mirovan hewcedarê xwe dikin di vê mehê de dikeve rojevê.

Ev remezanên salên dawiyî di Tirkiyeyê de, di aliyê tev saziyên hikometê re konên xwarinê an ku ên fitarê danên. Ew jî her konekê de bihezaran mirovan re xwarinê didenê. Ev tê vê wateyê ku qestûka di vê mehê de xwediyê feqîran bibin.

Rasti ev xîmê harîkariya konên fitarê pêşîyê bihatina AKP’ê re destavêtê. Belê paşê ev harîkariya meha remezanê a ji feqîran re kiri wekî çandê, wekî nêrît û kevneşopê, wekî dab û nêrîtê êxistin rojevê.

Me got pêşîyê bi belavkirina fitarên remezanê de tinê xîzan û feqîr lê kombûn. Niha tev mirovên nehewceyî çu tişti û sîyasetvanên partiyan jî diçin li wan konan de fitarê dikin. Bi vî rûyê xwe ê kirêt re ser pişta feqîran û a fitarê sîyasetê dikin, feqîran jî dikin xepika tercê. Ji bo Xwedê, ê birasti hewcedarê xwarinê, di wan konan de xwarinê peyda nakin û ên gewîya wan stûr li wir komdibin.

Aha, meha remezanê hate dawiyê. Carek dî tev tirki de gel wekî mirovê feqîr dikevin konên fitarê. Bi saeten re dikevin rêza xwarinê. Pir mirov didemê de xwarinê peyda dikin. Pir çend saet piştî fitarê peyda dikin. Mixabin ji tevan re jî xwarin namîne an jî rûyê wan nagire biçin bin wi koni.

Bi zêdehi herêma kurdan ev konên fitaran ji hikometê re cihak pir girîng digire. Ji kurdan re aliyekê konên fitarê danên û kurdan didanên cihê feqîran. Aliyê dî de jî ji fonên feqîran re pereyên komkiri, gotin bi cih be diden kurdê feqîr. Heke mirov bavê heqiyê bipirs e, ji feqîran pêtir ê hewcetiya wi hindik be an jî çu nebe wan pereyan hildide destê xwe. Bi van têkiliyên xwe re AKP kurdan hewceyî xwe dike. 

Dawiya vê hewcetiya kurdan a AKP’ê de, R. T. Erdogan jî dibêje “bizêdehi kurd girêdayî min in. Kurd pêtir kuletiya min qebûl dikin ku nêzê heftê-heştê parlementerên kud di partîya min de hene.”

Hikometa AKP’ê. Hey Xwedê ji te razînebûyo. Tu di meha remezanan de konê harîkariya feqîran avadikî û tu wan tenê yek mehê de têrdikî û yanzdeh mehan de jî tu pişta xwe didî wan feqîran. Cihê vê harîkariya tu mehekê li wan dikî tu wan îstihdam bikî çêtir nîn e. Tu feqîran li konên fitarê de kom neke ji wan re kar bidê, şol bidê. Madem ku tu Ola Misilmaniyê ji xwe re dikî siyaset, bi çepan re geli nexapîne.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10