Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

TÊKILIYÊN DAIŞ Û AKP’Ê

TÊKILIYÊN DAIŞ Û AKP’Ê

Ji DAIŞ’ê re harîkariya AKP’ê hindî di tê gotin êdî zimanê mirovi qerisî. Di dawiyê û heta îroj, serokê AKP’ê serokwezîr R. T. Erdogan, di dawiyê de aşkera niha jî bi pîskolojîk harîkariya Dewleta Îslam A Iraq û Şamê (DAIŞ’ê) dike. Çendî ji bo harîkariya raborîyê “ez harîkariya Tirkmenên Surîyeyê dikim” gotibe jî ev harîkariya wi a DAIŞ’ê hate tespit kirin.

Lê sedem harîkariya wi ev belaya reş di nava Rojhilata Navîn de bû pirsgirêkek pir mezin. Lewre bi êrîjkirina xwe a ser Hikometa Iraqê û a ser kurdan qed ranaweste. Bi zêdehi êrijên wan rasti kurdan e. Lewre ew êrijên xwe ên ser Hikometa Iraqê û a ser Hikometa Surîyeyê de bi kêmasi jî be geheştiye armanca xwe. Tenê aliyê kurdan de kurd bûne astenga armanca wan.

Mirov divê hizir û hişên xwe bipîve, bikêşe û baş pazing bike ku armanca wan a ser kurdan çi ye. Ji sedem çi êrijê ser axa kurdan û Kurdistanê dikin. Lewre tev êrijên DAIŞ’ê ên ser kurdan nêzî hidodê/sînorê Tirkiyeyê ye.

Temaşe bikin DAIŞ êrijê ser kurdên Surîyeyê an ku Kantona Kobanê dike lewre axa Kantona Kobanê sînorê Tirkiyeyê ye. Niha jî êrijên dijwar ser harêma Şengalê û Mexmûrê dike. Çimkî ew herêm jî nêzî sînorê Tirkiyeyê ye.

Mirov dimîne gomanê de sedem çi DAIŞ hinde dilkeserê sînorê Tirkiyeyêye? Sînorê Tirkiyeyê ji wan re bo çi hinde sînorek stratejîk û girîng e? Nabe navbenda wan û AKP’ê de ji bo dahatûyê, bazirganiya hindik hiş û hiziran hebe?

Dawiya bêjîngkirina hizir û hişên xwe ev tê û bi mînaka neynikê dikeve pêş çavên mirovi. Û ev pirse di nava mêjiyê mirovi de şilq (pêl) dide.

Ecêba têkiliya harîkariya hikometa AKP’ê û a xwestika cînariya DAIŞ’ê a sînorê Tirkiyeyê de, tu berjewendîya wan heye an na? Ecêba ev harîkariya hikometa AKP’ê ji bo dahatûyê, vê têkiliyê ji xwe re dê bike razemendî (yatırım). Dê hindik bibêjin çi berjewendîya wan tê de heye ku ji xwe re razmendîya dahatû bike?

Gelo heke mirov bibe êxsîrê berjewendîyekê çendî asteng û tengaviyên rasti xwe dê binpê bike û xwe bigehînê wê berjewendîyê. Ev têkoşîna razemandîya wi bibe sedema windabûna jîyana wi jî paşde pêngavê naavêje.

Di van têkiliyên wan de armanca AKP’ê a herî girîng kurdan bi destê DAIŞ’ê bide qirkirin. Lewre ev armancek vê partîyêye. A duyemîn jî gumanên xwe an ku gomanên xewnên wi aloze dike bîna cih. Demek karek AKP’ê di dahatûyê de, bi vê DAIŞ’ê heye ku hind harîkariya wan dikir û niha jî înkar nake.

Wê demê dibe ku girêdanek navbenda harîkariya AKP’ê û hêvî û daxwaziya cînariya DAIŞ’ê a sînorê tirki heye. Ji bo cînariya wan ê pêş çav ku ev herdu xalên DAIŞ lê şeri dike û êrijê dibe ser kurdan divê bikeve. Divê bikeve ku ca bazirganiya xwe a aborî û a hiş û hiziran xweş bikin.
Heke mirov van hizir û hişên xwe hinik veke, navbenda van têkiliyên wan de berjewendîyên pir girîng dikevin nava hizirên mirovi.
An ku.

Nabe ku nava aqilê R. T. Erdogan de ji bo avakirina dewletek bi mînaka DAIŞ’ê hebe? Nabe ku ev mirove nava hiş û hizirên xwe de sîstema Tirkiyeyê a serokomarîyê guherîne û bike sîstema serokatiyê? Rasti ev sîstema nava mêjiyê wi de di tê zanîn an ku ev heye. Belê di Tirkiyeyê de bi avakirina vê sîstemê re bibe serokê dewletek bi mînaka DAIŞ’ê. An ku sîtema Serokomariya Tirkiyeyê dema kire sîstema serokatiyê, DAIŞ’ê jî tevli Tirkiyeyê bike û Rojhilata Navîn de axa Tirkiyeyê di bin sîvanê Dewleta îslamê de zêde bike. Dawiya van gomanên xwe de qebê cîhanê bixwaze.

Wekî me goti, hikometa AKP’ê tev Tirkiye û cîhan rakir hemberê xwe belê carek dî harîkariya DAIŞ’ê kir. Niha jî DAIŞ ji bo cînariya Tirkiyeyê çiya ji desti tê wê dike.
Nebêjin dê here lo, ew çi xewnin tu di xewna xwe de dibîn. Ez jî ji we re ev xewne xewnên mim nîn in, belê nabe ku ev xewnên R. T. Erdogan be. Lewre dîtin û gotinên wi, kirin û bizavên wi, axiftin û gazindeyên wi, hizir û hişên wi, bi tevahi candariya wi de ev bêhne jê dibare. DAIŞ çawa ê ji hizir û hişên xwe nebe serjêdike an jî dikuje. Ev ji Xwedê netirse çawa tev mirovahiyê re rikê digire û ser xwe de tu qoweta nabîne. Serokwezîrê harîkariyê dide DAIŞ’ê jî navbenda gelên Tirkiyeyê de cudahiyê derêxe û hilkulîna mezheba dike.

Pêşîyê de di hat gotin ku ev serokwezîre bi mînaka ava bin ka ê ye. Tê zanîn ava bin ka ê bê deng û bê bêhn e û paniye û nahê dîtin. Dema av kevte bin ka ê, demekê dê bibîni ku ka ê rizî. Ev mirove jî ev sê dewre bi mînaka ava bin kayê ê xeyalên xwe re têkoşînê dide.

Evî mirtovi yêk danî cihê xwe ku heta bû parlementer. Piştî bû parlementer ew bû serokwezîr. Niha jî dê yêkê dane cihê xwe ê serokwezîrîyê heta dibe serokomar. Dema bû serokomar dê xeyalên xwe bîne cih û ê niha nava DAIŞ’ê de dê cihê xwe bide wi. Tirkiyeyê de dema sîstema serokomeriyê danî dê bibe serokê Dewletek îslam a Iraq, Şamê û Enqere.

Herê gelo hûn çi dibêjin? Di nava xewnên wi an jî hizir û hişên wi de tiştik wahe dibore an nabore? Lewre pir dirûv navbenda teori û kardarîya (pratîk) wan de hene.

NÎŞE: Ev nivîsîne min pêşîya hilbijartina serokomariyê nivîstî bû. Mixabin R. T. Erdogan di vê hilbijartinê de em xemgîn kirîn û bû srokomarê Tirkiyeyê ê danzdehmîn. Em di nava van hêvî û daxwaza de nin, ev mirove heke gore şîroveya me a jori ev xeyalene hebin pêşîya van xeyalên xwe de neçe û Tirkiyeyê di verezdek wahe de neavêje.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10