Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Taxê Feqiyan û Kela Colemêrgê

Taxê Feqiyan û Kela Colemêrgê

Bajarê Colemêrgê navbenda çiyayên gor hindikan sar û sahm de, gor hindikan jî şirîn û nazdar de cih girtiye. Bi gotinek dî ev bajare bi mînaka hêlûna ellehan û ser çiyayên verezde û asteng de di tê çav.

Çiyayê herî mezin ê wekî melkemotan rasti bajar de sekinî û ê bi mînaka neyaran temaşeyî Colemêrgê dike Çiyayê Simbi re hatiye navkirin. Ev çiyaye gor pêş çav sar û sahm e belê ew şahidê zilm û zordariyê, kêfxweşi û şad buna gelê bajari ye.  A rasti tev zilm û zordariya ser bajar, kêfxweşi û neyariya nava bajar, xem û dilkuvaniya bajar, êş û janên bajar, kuştin, windakirin, îşkenceyên ser gel hati kirine ew dizane û ew şahid e.

Di aliye vî bajari de pir gotin hene ku mirov bibêje an jî binivîse. Ewan car bi car hindî ku zimanê me bigere dê bînin ziman. Niha mijara me Keleya Colemêrgê û Taxê Feqiyan ye.

Keleya Colemêrgê jî nava bajarê kevti navbenda van çiyayan de cihê xwe girtiye. Ev kele jî ji Colemêrgîyan re bi mînaka Çîyayê Simbi tev têkiliyên bajariyan dizane û bi wan re yek bi yek jî yî ye. Çar rexên keleyê taxên bi navê Feqiyan, Binqez, Bajêr, Merzan, Taxê Şêxi, Taxê Xesiyan, Taxê Çelîyan û pir dî tax re cihê xwe girtîne. Mixabin navê van texen bi tevahi aliyê dewleta dagirker re hatiye guherîn.

Bi zêdehi ez ser girîngîya keleya colemêrgê a dîrokî û çandî zêde nasekinim. Lewre şîrova wê a em hewceyî eve ye.

Wekî min goti keleya Colemêrgê di jîyana Colemêrgîyan de cihekî girîng digire. Belê mixabin Colemêrgî kêfxweşi û hesreta dile xwe a kelê re mehrûm bûn e.

Min 17 Kanûn sala 2009’ê jî di aliyê Keleya Colemêrgê de a dilê xwe de borî nivîsî bû. Ji wê nîvîsa min de çend hevokan hildidim jêri.

Bila ciwan biçin serê Keleya Colemêrgê cihê singû û tifenga, birno û keçîçapan; gul û beybûna, susin û nêrgizan û kulilkên heft rengan biçîn in. Bila biçin evînîya dilê xwe, hezkirina hişên xwe re axa serê keleyê gor hisreta dilê xwe binexşînin. Bila axênkê kurdan û tirkan serê keleyê wekî abîdeya danîn û heft rexê cîhanê bênê tiafê.

Mezin di bêjin “ji welîya dibe xweli, ji xweliyê jî dibe welî” bila cihê ewên dilê wan de xwîn, qirêj, jehr, kuştin, lêdan hwd. heyî de welîyên mafê mirova belavdikin çêbin. Ew welî di navbeyna gelan de xwîndarîyê, xwînrêtinê, lêdan, kuştin û windakirina mirova rakin.

Bila ciwanên di nava jan û jîyanê de û ciwanên serê kelê dilkul buyî û hinavên xwe ewên soti vereşînin wan zîndanê neheqi û zilmê de. Bila ciwan bi hêvî û daxwaziyên azadîyê nekêşin, bila yek bi yek azadîyê bi jîn in.

Bila xwişk û bira, zarok û ciwan, dê û bav, dapîr û bapîr êvarya biçin serê keleya Colemêrgê. Semarê bi rewjîyên dara kewzanê re, ava wê bikelînin, çengek çaya qaçax re çayê çêkin. Li kuncikê keleyê rûnên, rexekê temaşeyî Colemêrgê bikin, rexekê bikevin kêfxweşîyê û rexêdî jî ew çaya wekî gêlasê firbifir kitleme vexwin.  

Bila Colemêrgî tev bi van bûyeran û Bûyerên nehati bîra min re li keleyê bijîn. Hêvîyê ji gel û Şaredariya Colemêrgê dikîn. Keleya Colemêrgê di bin potîna leşkeri rizgarkin û ji gelê Colemêrgê re amade bikin.

taxefeqiyan.jpg
TAXÊ FEQIYAN A NÛ (Wêne: Esat Marufi)

Di vê navbendê de ez Şareder û Hevşarederê Colemêrgê pîroz dikim û bi wan re serkevtinê dixwazim. Bawerim ku ew dê ji bo pêşveçûna gelê bajari de di meşa avakirina jiyana azad û rizgariya demokratik de pêngavên herî girîng biavêjin. Bi taybet pirsgirêka herî girîng a ava vexwarinê çareser bikin.

Hêvîyek dî min ji Şareder û Hevşareder, ji encûmenê şarederîya Colemêrgê û encûmenên parêzgehê (wîlayetê) heye ev navê Taxê Tekserê rakin û navê Texê Feqiyan ê qedîm carek dî bidin ê.

“NAVÊ  WI TAXI Ê TEKSER RAKIN Û NAVÊ FEQIYAN BIDIN WI TAXI.”

Min 27 Cotmehê sala 2010’ê ji bo navê Taxê Feqiyan ê kevin ku carek dî bidinê, nivîsînek dî jî pêşîya vê nivîsî bû. Mixabin ew nivîsîn jî bê wate ma û navê taxi nehat guhertin.

Tev ji me dîtîye, bihîstîye an jî xwendîye. An jî bi gotinek dî; em tev dizanin bi tevahi navê cih û warên kurdan bi zimanê xwe navkiri, di aliye dewletên dagirker re ev navene guherîne. Pir nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan, romanûs, entel û hwd. ser guhertina navên cih û warên kurdan nivîsîn e û axiftine. .

Wekî tê zanîn dewletên dagirker di tev Kurdistanê de navên war û herêman bi kurdî zivirandin tirkî. Ji van navan de yêk jî navê Taxê Feqiyan piştî 1992’yê guherîn û kirin Taxê Tekser.

Lê ya rast evî taxi navê xwe ji feqiyên Medresa Meydanê hildabû. Wextê Medresa Meydanê dibistan feqiyên li wir perwerdehi, didîti dem bi dem dihatin vî taxi. Aliyekê geşt û seyrani dikirin, aliye dî de jî paqijiya ser û kincên xwe dikirin. Di vê sedemê de Colemêrgîyan navê wi taxi kiri bûn Taxê Feqiyan. Di vê sedemê de ev nave ji Colemêrgê re cihek girîng digire.

Ji bo vê ez dibêjim bila navê Taxê Feqiyan carek dî bidinê û navê Teksrê ser vî taxi rakin? Ev jî di destê şaredariya bajari de ye.

Ez bawerim Şareder û Hevşarederê Bajarê Colemêrgê jî di aliyê dewleta dagirker re, ew navên war û herêman hati guhertin re xemgîn in.

Ewan bivê dê xwe ji van xeman xilasbikin û dê xîretê bikêşin evan her du hêvîyên me bînin cih.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10