Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Tahlışk – Taraxacum afîcînalîs

Tahlışk – Taraxacum afîcînalîs

Danasîn : Tahlişk riwakek/hêşînatîyek/ (nebatek ) ji malbata Beybûnan tê hesibandin.Gîyayek bê navtenge.Belgên wê yên kesk sererast ji qurmê wê derdikevin û wek rozetekê li dorê belavdibin.

Reha qurmê wê bi qasê tiliya qilîçê  stûr û qasî 10-20 cm an di ax’ê de diçe xar.

Belgên wê ker-ker’in. Rexên belgan hinek jê mişarî, hinek jê wek diranên şêhranin ( lewre naveke wê jî  diran şêhr ) e. Belga wê berbi serîve, yan wek riman, anjî wek kewçikê suwaxê ne.

Di nîveka wê de  nêrikek derdikeve, di serê gupika wê nêrkê wek borîyek spî û zirav de kulîlkek zer dibişkivin . Dema ew kulîlk belgên xwe di weşîne ,dewsa wê pûrtek spî û têlikên wek sivankan dimîne. Ku nêrka wê bê jêkirin şîrek spî jê tê. Pancarek dermane.  Kêm zêde 50 cûreyên wê yên kûvî û kedî hene. Lê çend cûreyên wê yên çandinîyê hene . Almanî jêre dibêjin “ Lowenzahn “ Tirkî jî dibêjinê “ Karahîndîba “ Piranî nav seletan an jî wek xes (marol ) tê xwarin.

Wılat û Dîrok :  Wilatê wê hema- hema , herçî cihê ax lê hebe ; li ber rexên rêyan, dinav mêrgan li betenan xwebixwe hêşîntêt. Lê piranî li Amerîka, Ewropa û Asyayê tên dîtin. Li Kurdistan, Îran û Misrê berî hizaran salan wek pancar û derman dihat xebitandin. Ewropîyan di salê 1546 an de ji miletên ku jêre digotin “Barbar”  tahişk naskirîn e û wek hêşînhatek şifadar xistîne nav pîtûkên nebatan. Gelek welatên Ewropa çandinîya wê dikin. Firansiz şorbê, Qanada qahwê û Bîra, Îngiliz û hinek welatên din yên Ewropa  jî ji reha wê awayek bîrayê  çêdikin.

Berhevkirin : Belg (pel ) ên wê di mehên nîsan û gulanê de tên berhevkirin. Rehên wê jî di mehên nîsan ,gulan, tebax û êlûnê de. Belgên wê di sîberê de, rehên wê jî li bertavê tên hişkirin.Belgên wê yên taze wek xes’ê bi tazetî tên xwarin û jibo çayê tên hişkirin. Heke rehên wê di mehên tebax û êlûnê de bên berhevkirin dê fayda wê zehf zêdetir be.

Kulîlkên wê heta belgên xwebi weşînin jî dikarin bên berhevkirin.

Têdahî : Nulîn, Coholîn, Albûmîn, Nişasta, Musîlat, Cureyên filavonît, Cureyên tirîterpen,

Potasyûm, Sodyûm, Fosfor, Kalsîyûm, Magnezyûm, Hesin, Çînko, Sifir ( paxir ) provîtamîn A, B1, B2, B3, C, E.

Kêrhatî : 1-Şêlavên (girês-salgî ) mêlak (kezeb-cergêreş ) hizarpirtik (pankires) aşik (mexde ) û rûvikan zêdedike 2- Îştah vedike û metabolîzma bi hêzdike 3- Xwînê paqijdike, destavê vediresîn e( di qulipîne ) 4- Zixtê ( tansîyon ) bilind hinekî dadixe 5- Li henber nexweşîyên şekir, qelewî, bawî, vexurînên ( sistbûnên ) movikan, bronşît, bîyov ê bandorek erênî heye.

6- Quwetê dide kesên bê taqet û bêhêz 7- Çavan xweşbîndike 8- Jibo nexweşîyên jiber arêşeyên ji Mêlakê tên  û bê xewîyê kêrhatîye 9- Çerm xweşikdike û hwd..

Gotinên pisporan di derbarê tahlîşkê de : Porf. Dr. Î. Gokçek dibêje “ Di sala 1793 an cara pêşîn Hahnemann li ser xwe û li ser şagirtên xwe ceribandîye. Di salên 1826 an Langhammer, pêre NEAK/ TRÎNKS Mûler lêkolîn, ceribandin li ser mirovan û mişkan kirîne. Di hemîyan de jî derketîye holê, Tahlişk û reha wê,  bandorek zêde kêrhatî li henber arêşeyên, mêlak, sefra, aşik, rûvik û rêyên destavê  heye. Ji gellek nebatên din yên jibo van arêşeyan tên xebitandin çêtire.

Belavoka komîsyona Ewropa ya Monografî ku di 05.12. 1984 de belavbûye de beyankirîye “ku reh û qurmê Tahlişk ê, li henber arêşeyên, sefra, bêiştahî, negivirandin (bêhezmî ), kêmdestavî tê karanîn.

Pisporên Çînî yên nebatên şifadar “ Tahlişkê jibo alûgûhîşk (alok ) edavên pistanan (kurmîbûnên çiçikan-memikan ) persîv (şobe- zekem ) brîn, qûnêr,û gellek nexweşîyên din bi kartînin.

Îbnî Sîna di pirtûka xwe ya  El Qanûnî Fî’t Tib de beyandike” Tahlişk xwînê paqijdike, jibo bawîbûnê başe. Xurandinên çerm û bîyovan xweşdike. Arêşeyên mexde û madeyên kêrnehatî yên aşikê de paqijdike.  Kulîkên wê yên taze xebitîna mêlak û kiskê sefrayê sererast dike. Jiber mîneralên di hundirê xwe de di hewîne, jibona nexweşîyên  Gut (xurifîn ) bawîbûn, zerikîbûn, û arêşeyên ji xalik (fatereşk) ê tên kêrhatîye. Heke bê hişkirin û çaya wê bête vexarin jibo gellek nexweşîyan dibe çareserî ( ji vegera Dr Yilmaz sonmez û Ahmet Yilmaz.)

Karanîn :  1-  Çaya Tahlîşkê 2- Banyoya Tahlîşkê 3- Doşava Tahlîşkê.

1- Çaya rehên tahlîşkê jibo arêşeyên me li jor gotî : Rehên tahlîşkê yên hişkirî hûrbikin û dû kevçîyên şêranî bikin nav çaydankê du qedehên avasar berdin ser. Bilan bikele , ku kelîya binê agirbigirin û 20 deqîqan di dema xwe de bimîne.  Paşê biparzinin û spêdê (subehê ) û hingorî  (êvarî ) qedehek avê jê vexwun. Anjî belg û rehên wê yên hûrkirî bikin firarqeqê û du qedehên ava kelandî berdin ser ;  10 deqîqan di demê de bihêlin û vexwun.

2- Banyoya tahlîşkê jibo hêzkirin û zinde kirina beden : Qevdek  tahlîşka taze ya bi reh, bikin nav beroşekê, du lître avê berdin ser bilan kelbibe, lê nekele ! 20 deqîqan demê de bihêlin û berdin nav teşta xwe şûştinê û têde 20 deqîqan razên .

3- Doşava kulîlkên tahlişkê jibo arêşeyên mêlak, xalik, aşik rûvik û hwd : Jibo her du kulmên kulîkên tahlîşkê, lîtrek ava sar berdin ser û deynin ser agirê kêm heta kelbêtê. Ku kelhatê ji ser agir hilînin, 10 -12 seetan wusan bihêlin. Paşê kulîlkên wê bigvêşin nav avê û avê bi parzinin. Kîloyek şekir berdin ser û li ser agirê kêm bilan bikele heta tîrdibît. Paşê jî li gor dilê xwe liser nan xin û bixwun.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi