İhsan Çölemerikli

İhsan Çölemerikli

Şûna gulan şînbun şîlan

Şûna gulan şînbun şîlan

Jiber ku berevanîya zimanê kurdî di rojeva dadgeh a de ye; min jî xwest gotara xwe ya rêze de bi zimanê kurdî pêşkeşî xwendevan, dost û destebiraên xwe bikim. Va çend salên şûnde liser rêz û rista eşîretîya herêma Hêkarya de gelek tişt hatin gotin û nivisîn. Ser daxwaza hin dosta ez jî dîtinên xwe yên vê derbarêde dê ligel xwendevanên vê mijarê de hestyar parve bikim. Çêkirina eşîretîyê çaxên pêşîyê de derkete holê, lê çaxê navê de desthelatdarîya xwe xurt kir û pêşde bir. Mixabin sedsala 21. de jî hin herêmên welatê me de bi giranî jîyana xwe dide domandin. Kurtahî û dirêjahîya temenê vê koma civakê de şert û mercên erdnigarî, bajarvanî, bazirganî û pêşdeçûyînên perwerderîyê roleki girîng distînin. Kurtasî em dikarîn bibêjin kû temenê eşîratîyê deşta, bajara û meydanên bazirganîyê de kurt; derdorê kelatên asê, çîya û zozanên aborîya wan dergirtî de jî dirêje. Jiber ku xakê erdnigarîya devera Hekerya piranîya wê komçîya û lewnê zozanaye; hemî demên dîrokê de civakê mîna nîv koçerîyê jîyana xwe daye domandin.

Her hawzeyek ya ku bi alîyê kêrî û çîyaên bilind ve hatî dorpêç kirin de “eşîretek azad” têde dirûnişt. Em vê rastîyê dinav salnameyên cengê yên qralên Asûrîya, Tîglat Pîleser, Tîkûltî Nînorta û Selmanasarê III. de dibînin. Gişt hezar salan berîya zayînê serdemê desthelatdarîya va qrala de başûrê Gerava Wanê “Welatê Naîrîya” hatîbû navkirin. Yek ji wa qrala êrîşa ser welatê Naîrîya de behsa “dîl girtina 43,” yê din jî dibêje “min 60 qralên Naîrîya dîl girtin.” Herêmeki berteng de hebûna 60 qrala dide xuyakirin ku wê serdemê de her reîs eşîrekî Naîrîya rêza qralekê de hatîye naskirin. Va agahdarîya de dihête zanîn ku herêm çaxê pêşîyê dibin rayedarîya “koma eşîretên azad” de bûye.

Serdemê rêveberîya hin qralîyetên deverî û mîrekên serbixwe de jî ev rewşa civakî jîyana xwe daye domandin. Jîyana zozana ya lewnê nîv koçerîyê sazîya eşiretîyê, pêkvegirêdanên xwînê hemî dema zindî digirt û diparast. Lê gorî zagonên civakî yên Zagrosa de derbazdar; komekî mirova ku bibit xwedîyê statûya eşîratîyê, pêwist bû ku hin şertan bîne cih: A yêkemîn yêkitîya xwînêye. Divê xwîna hemî endamên eşîretê yek bît. A duyêmîn hewceye ku ew kom xwedîyê erdnigarîyekê ya ku tixûbên wê xuya bit. Her wekî tê dîtin li ELKÊ (Bêşebabê) erdnigarîya eşîreta Gewda, Jîrkîya û Mamxura; Geverê jî parsêla Pînyanîşî, Dirî, Dostkî û Oremarîya; Şemzîna ya Herkî, Gerdî û Zerza cudaye. A sêyemîn jî divê ew kom tekoşîna azadîyê bidit, bibit desthelatdarê devera xwe û henkûfê eşîretên serbixwe. Ew koma navenda Zagrosa de wa hersê şerta pêkneîne nabît EŞÎR. Heremê de ew komên negiheştî statûya eşîretîye re dibêjin “KİRMANC” ev komîkên bindest girêdayîyên eşîretên serbixwe dihêne hesibandin. Em dikarin bibêjin kul i herêma Hekaryan de gelek zêde nebe jî hejmarekî ya “kirmanca” jî dihête dîtin. Ev komik jî li gorî şertên erdnigarîyê bi alîyê eşîretên azad ve hatine parvekirin. Mixabin îro jî hin mirovên eşîrên serdest jî wan re dibêjin “kirmancên me.”

Her wekî tê zanîn herêma Hekarya çend sed salên şûnde bi alîyê mîrekên kurd yên ku desthelatdarîya wan nîv serbixwe ve hatîye rêvebirin. Dibin fermanrewanîya hemî mîrekên Zagrosî de konfederasyona eşaîrî yak u du bask a pêk hatî hatîye sazkirin.

Konfederasyona eşîrên devera Hekarya jî binavê “BASK A RAST Û BASK A ÇEP” hatine navkirin. Ev dubendî dibin desthelatdarîya mîrekên kurda yên din de jî hatîye jîyandin. Konfederasyona Cizîrê jî “BOTAN Û HACIBEYRAN” pêk dihat. Eşîretên derdorê Cizîrê, Erûhê û Perwarîyê “BOTAN;” yên Şernex, Silopî û Qilaban jî baska “HACİBEYRAN” bûn. Hêza sêyemîn dîrokê de nehatîye dîtin. Jiber ku bona rêveberîyê hebûna du bask a hesanîtir bû. Împaratorîya Osmanîya jî bona deverekî stratejîk û tixûbê Împaratorîya Îranê de bû, dinavbenda Bask a Rast û Bask a Çep de xîmê dijminahîyê ku 400 salan dom kirî da avêtin. Wê dijminahîyê jî rêz û rista eşîratîyê dûr û dirêj ser pêyan girt û pêşberî netewaperwerîya kurd de bû astang. Azadîya eşaîra dibin fermanrewanîya Mîrêkên kurd de jî dihate dîtin. Kevneşopîya “eşîrên azad” herêmê de demokrasîyek ya qebîle û eşîra jî dabû afirandin. Kê gava wa qebîle û eşîrên azad bixwestana mîrê xwe liser karî bê xwîn û bê birîn ezil dikirin. Pergala mîratîya Hekarya de ger piştî belavbûna civînek ya diwanê de mezinekî Colemêrgê pêlavên mîr danîbana ber wî, eve dihate wê wate ê ku “me tu ji mîratîyê ezil kirî.” Gelek caran mîrên Hekarya yên ku xwedîyê desthelatdarîyekî xurt û berfireh bi vî lewnî, bê çek ser karî hatine dûrxistin. Ew lewnê guherînê ya bê çek dinav mîrekên kurda yên din de nehatîye dîtin. Jiber ku kevneşopîya “eşîrên azad” bi lewnê demokrasîya qebîle an li herêmê de ser karî bû. Bê goman vê helwestê hêza xwe ji erdnegarîya asê stand. Bona wê çendê hatîye gotîn: BOTANÎ Bİ MÎRÊ XWE, ŞÎRWANÎ Bİ ŞÛRÊ XWE, HEKKARÎYÎ JÎ Bİ RAY Û TEYBÛRÊN XWE VE BİRYARA DİSTÎNİN.”

Hêzên kedxwerên Osmanîya yên leşkerî sala 1847 a zayînî avayekî fermî ketin herêma Hekaryan. Ew jî gelek dijvar neçûne ser konfederasyona eşaîrî ya ku du bask a pêk hatî. Ku yekîtîya gelê herêmê çênebît, nakokîyên dinavbenda her du baska de kûr kirin û dijminahîya wan pêhtir pêşde birin. Li gorî şertên rojê û serhildanên gel car bask a çep, car jî bask a rast di kirin hevalên xwe.

Piştî parvekirina Lozanê Komara Tirk jî liser wî mîrasî rûnişt. Serdemê desthelatdarîya du partîya (Demiqrat Partî û Partîya Komara Gel) de tev Pinyanîşîyên Bask a Rast Partîya CHP ê; hemî Ertûşîyên Bask a Çep ji Partîya DT ê de cih girtî bûn. Dijminahîya wan ya pêşberî hevûdu ya dibin venêrîna dewletê de jî berdewam bû. Îro jî berjewendîyên hin reîs eşîra yên dewlet piştevanîya wan dikit, dîsa armanc jîyandina wê rewşa dereçaxîye. Dema eşîretî hin devera de lewaz dibit; an ku hilweşana wê dihête rojevê, dewlet cih de bi lez û bez wekî bijijkekê wê dirazîne nexweşxanê û ku jîyana xwe berze neke xwînavê girêdide milê wê. Mixabin gelek kesên rûpoş kişandî ser ruyê xwe û liser navê tevgera azadîya gelê kurd Partîya Aşitî û Demokrasîyê de cih girtî jî hêj laşêşê wê nexweşîya penceşêrê ne. Ew rewşa nebaş pêşîya hilbijartina de bi alîyê mirovên pispor û zana ve xweş dihête dîtin.

Hilbijartinên Şaredarîyê yên 2009 a de ger Colemergê û Geverê berendam ji derve anîbin; sedemê wê lihevnehatina berendamên xwecihî yên bingeh eşaîre. Mirovên bingeh eşîr yên ku ew kirasê kevnar ne çirandi desthelatdarîya hevûdu ya herêmî xweş xweş napejirînin.

Bona wê dubendîya dîrokî hemî dema de hin kesên bîyanî kirine rayedarên xwe yên herêmê. Mîrekên Kurda yên ku xwe bingehî de Ebbasi, Ömerî, Xalidî û Seyyid dihesibandin jî dîsa sedemek vê dubendî û berdewamîya wê kevneşopîyê bû. Bi sedan salan mîrekên herêmê bi va bernavk a ve xwe dane naskirin û jî rastîya dîrokê dûrketine. Encamê de çêbûna netewaperwerîyê girêdayî belavkirina va komîkên qirêje. Tekoşîna îro dîsa liser gund û zozana hatî despêkirin ji germahîya xwe li hêza eşaîrî distîne. Herêmê de çanda demokratîk dinav hemî beşên civakê de lewaz dihête dîtin. Sazîyên vî karî dikin kêmin. Barekî mezin ketîye ser milê niştimanperwerên kurd yên deverê de ser navê gelê bindest sîyasetê dikin. Xwe guherandina pêşengên civaka dê civakê biguhore. Ji bona vê jî paletîyekî ji can û dil pêwîste.

Ez dibînim ku hin kes da ku berjewendîyên malbatên xwe yên eşîratîyê bi parêzin ketine dinav senger (mewzî) ên tevgera azadî yê de. Ger ev mirovene bialîyê partîya azadîxwaz û sazîyên demokratîk ve demekî kurt de neên perwerdekirin; bizava netewî dê pêşerojê de zîyanên mezin bibînit. Hemî demên dîrokê de mirovên eşîretperest bûne sedemê têkçûyîna serhildanên netewî. Dijminên gelê kurd hemû caran bi alîkarîya wan ve bircên berxwedanê dane hilweşandin. Îro jî ev qirêje bi temamî ji holê ranebûye. Pêşîyên Kurda gotîte “Kurmê darê j idarêye.” Ger dinav gelekî bindest de nîveka gel tekoşîna demokratîk de jî hevalbendê serdestên kedxwer be; xuyaye ku hêj hejmara kurmikên wan zêdeye. Piranîya va kurmik a jî dîyarîyek ya pergala kedxwerîyê ye. Cihê eşîrên azad yên wekî gulan, mixabin şînbûne şîlan.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
10 Yorum
İhsan Çölemerikli Arşivi