Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Sê rojên Colemêrgê

Sê rojên Colemêrgê

Di nav wan heft şitlên herêma Dêrsîm’ê de, bi aliyê mêtîngehkara de hati hişk kirin de, şitlek a dil kul, a dilsotiyê malbata Tevfîk Taş bû. 

Roja ev çirûska xemgîn, a dilsoj, a kul û kuvanî kevti vê malbatê, ez bimalbatve li Wan’ê mêvanê birayê vî şitla binavê Kenan Taş’ê Colemêrgî bûn.  Dema birayê wi ji van şitlên nemir ê Kenan Taş bihîsti, ko xwînmêta birayê wi bi şeş birayên dî ve kuştî ne, min dît kanê çawa wekî ya me hemûyan kezeba dilê wi sot.

Bi zêdehi dema dê a wi û bavê wi ji Colemêrgê hati, di çi gomanê de bûn min bi çavên xwe dît. Dê û bavê Kenan Taş nedigirîn, ne di nalîn û xem, kul û dilsotina xwe aşkera nedikirin. Belê kifş bû wekî tev dê û bavê pakrewanên (şehîdan) kurd dilka wan dem bi dem disot û diheliya.

Di wan du rojên Wanê de û heta meyîtê pakrewani hati, dilka tev mirovên bi wan re mayî bi a wan re sot.

Serê we naêşînim, rojadî em giheştin bajêrê bi van mînakan re guvah, (şahid) bajêrê Colemêrg’ê. Lewre xwînmêtan di dîroka Colemêrgê de herî kurd bi vi şikli kuştîne û herî Colemêrgîyan wekî tev herêmên Kurdistanê bi vi şikli jîyana xwe windakirîye.

Belê Colemêrgîya bi vi terzi di dîroka xwe de bi yekemîn care pakrewanên xwe re dêlîndêzê (merasîmê) dikin. Colemêrgî ên heft sali û ên heftê sali têkil dêlîndêza Kenan Taş bibûn. Bi hejmari nizanim belê bi hezaran mirov nêzû du-sê kilomitroyan çûn ê heta gihiştin qebristana malbata nemir Kenan.

Di sê rojan de ez mam bin xîveta serxweşiyê an ko a tazîyê. Di wan sê rojan de wekî tev Colemêrgîyan, navçe û bajêrên cînarê Colemêrgî jî nirov meşiyan vê xîveta serxweşiyê. Roja min dayika nemir Kenan Taş li Wanê ditî, wê rojê dê a wi “ev daweta lewendê min e” digot. Gor dilka dê a Kenan Taş ev xîvete a daweta xweşmêrê dilka dayika Kenan dihat dîtin.

Di wan sê rojan de; “Xwedê avekê ser vî agiri de bîne, Xwedê dilka ewên bû sedema windabûna van ciwanan jî wekî dilka dayikên ciwanan bisoj e, ewên bû sedema windabûna van ciwanan xêrê ji xwe û zarokên xwe nebîn e” û hwd. digotin.

“Kurd mezlum e ê gelê mezlum xwedî dernekeve ew bêîman e, di nav gelê mezlum de ê xwedî xwe, xwedî gelê xwe, xwedî namusa xwe dernekeve ew cehş e û nemirov e” û hwd. axaftin di nava mirovên hati bin xîvetê de diborî.

Destê tev mirovên hati vê serxweşiyê serevraz bû nifrîn li ê bû sedema windabûna van ciwana dikirin û dilop bi dilop rondik di rêtin cegera xwe.

Di van sê rojên ez li Colemêrgê de min dît ku êdî tu ji destê R. T. Erdogan nahê. Êdî kurd ji heft sali û heta heftê saliyê xwedî xwe, xwedî zimanê xwe, xwedî dîroka xwe derkevin.

Li kolana di destê zarokên heftsali de û di destê pîrekalên jin û ê zilam de kevir dernakeve. Rasti top û tifenga, rasti kîmyeyê û îsota destê polîs û leşkeri de, bi yek mist berevaniya xwe dikin.

Tê dîtin ku xwîn kevtiye ber çavê oldar Erdogan ko vê qoweta kurdan û welatperwerê tirkan nabîne. Di vê sedemê de jî dibe qatilê herî zarok û ciwana.

Ev şerê qirêj tu kari nade tu kesê Erdogan’efendî. Dawî dê bigehe aştiyê. Tu hewce nîn e ku hinde ciwan jîyana xwe winda bikin. Ew berçavka bi xwînê xemilê li ber çavên xwe rake û rastiyan bibîn e. Aqilê pêşerojê di paşerojê de serfbike ko ca heke hebe waijdana te neleriz e.

Xwîn tezîye, xwîn sar e, xwîn neyar e, xwîn zordariye, xwîn nehs û sermaye, xwîn bahoz û lehiye, di ser xwînê herî peyv tên gotin. Belê ji peyva xwînê re ji bo mafê mirovan, ji bo têkiliya mirovan û ji bo qenciya mirovan tu gotin nahên ziman.

Tu ji bo dîktarotrên Ereban hêvî û daxwaziyên xwe dibêji belê ji bo bangê gelê xwe, ji bo rondikên dayikên welatiyê xwe, guhên xwe digiri. 

Bibîne û bibihîze Erdogan. Nalên û kalêna gelan, qêrîn û bangê gelan, nifrîn û hêvîyên gelan, dilsotin û rondikê dayikan bibîn e û bibihe.

Ji ber vê yekê, Erdogan heke tu bibi sedemê rawestan û rêtina vê xwînê, bawerbike bi hezar nimêjan, bi sed hecan, sed hezar kirinên dî ên tu ji xwe re dikî çêtir e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10