Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Rêvas

Rêvas

Danasîn : Rêvas

Pincarek ji malbata genim reşan e. Lê wek fêkîyan tê xwarin û ji alîyê botanîk de wek dikakekê tê hesibandin.  Hinek rêvasfiroş jê re dibêjin:  “mûzên  Kurdan”. 

uckun_01Di meha nîsanê  de, li cihên hinekî asê û xîzikan de şîn tê. Belgên wê berê wek rozetan li erdîve zeliqîne paşê li ser binnikê xwe, dûxê belgan heta 70 cm bilin 5 cm jî stûrdibe. Di serê dûxkan de belgên wê vedibin. Belgên wê kesk, mezin wekî guhên fîlanin. (Lê pirçikên belgên wê bi jahrîne û nayên xwarin) Di nava wan belgerûyan de nêrikek derdikeve jêre “rêvas” tê gotin. Ew rêvas li gor cih û war 1- 2 mitroyan tîrane bilindibe. Di serê gûpikê de li gor cureyan kulîlkên kiremî, soreşîn û rengên di navbera wan de vedikin. Ew kulîlk jêre dibin bizir. Rêvas nebatek gelek avê dixwaze ye.

Kurdên me zêde xwarinan jê çê nakin (an jî nizanin çêkin). Tenê mixlawê çêdikin û ji bo devtêrî (devşilkirinê) wek mûz û xiyaran diqeşêrin û dixwin. Jiber bêavîyê Temenê wê li Kurdistanê hefteyeke.  Piştî hefteyekê dibehît (pîr dibit) lewre wextê dayik ji zarokê xwe aciz dibe jê re dibê “ umrê te umrê rêvasê be” (umir kurt bî) . Lê li Ewropa temenê wê  ji meha nîsan- êlûnê dirêje. 

Li nik me bi tenê nêrika wê ango rêvasa wê tê xwarin. Kurd ji belgên wê re dibêjin “belgerû”  û kes naxwe. Her weha li çiya ji alîyê  xweristê de xwebixwe çêdibin û kes naçîne.  Lê Ewropî di baxçên xwe de diçînin û her weha ji bo ticaretê baxçevanîya wê dikin. Bi pir awayî dixebitînin. Gelek cureyên paste, kek, xwarin, rêçal, komposto, sirke, kokteîl, derman û heban jê çêdikin. Lê Ewropî rêvasa wê naxwin. Belgên wê dixwin û tiştan jê çêdikin. Ango tiştên em tavêjin ew bi sedan cureyan bikar tînin.

Berhevkirin û parastin : Dema hûn rêvasan di çinin hema dera hûn lê, bizrê wê rûdin û li wir bihêlin. Rêvasên jî spîkin, hûrkin û di avê de çend kelan bidinê û bikin torbên naylon û di cemetxanê de jibo zivistanê hilînin. Ava wê jî hinek şekirê berdin nav û wek şerbet vexwûn.

Rehên (qurm) ên rêvasan : derxin baş bişon û hûrkin li sîberê hişkin. Paşê bikin firarqên cam li gor hewcedarîyê bihêrin û jibo çayê bixebitînin.

 Arvan (toz) ê rehhên (qurm)  rêvasê : Rehên rêvasan baş bişon û bi herişînin û li ser cilekê rayêxin paşê postek bizinên reş pavêjin ser. Bilan 3-4  wisan derva bimîne Ew postê bizinê dê rojve wan rehan ji tîrêjên tavê yên dijwar biparêze, şev jî enerjîyê bide wî arvanî

Welat û dîrok : Welatê rêvasê Kurdistan û Asya navîne ji wir derbazî welatên din bûye. Di pirtûkên dermanên Çînîyan de bi hizaran sal berî niha navê  rêvasê wek rhabarbar ( reha- jîya- damara barbaran)  derbas dibe.  Bi hizaran salane rêvas ji alîyê çînîyan de jibo derman û dikak tê çandin. Ji ber ku dema Tîbetî û Moxolan êrîşî welatê wan dikirin bi xwe re biribûn. Lewra jî wan navê rhabarbar lê kiribûn. Di salên 1600 an de Rusan jî bi dest çadinîya rêvasê kirinne.  Di sala 1700 an de berê  Firansîyanpêre Hollandîyan çandine. Ingilîz di 1800 î de wek dikak (sebze –zerzewat) di baxçên xwe de hem ji bo xwarinê, hem jî ji bo xweşikahîyê dest bi çandinê kirin. 1900 an de birine Amerîka bakur. Niha li welatên Ewropa wek Holanda, Belçîka, Almanya Îtalya, Ingiltere û hwd hem ji bo ticaretê, hem jî jibo xwarin û xweşikahîyê tên çandin. Naha bi tenê Almanya salê de navbera 500- 600 hektar erd rêvas lê tên çandin.  

Madeyên têde: Narium, Cureyên karbonhidratan, Glîkoz, Sakaroz Nişaste, Potasyûm, Magnêzyûm, Proteîn ,Fîber, Rûn Kalsîyûm, Fosfor, Asin, Cureyên asîdên fêkîyan Cureyên asîtên goştê sor, Cureyên asîtên goştên kesk,  vîtamîn A- B1- B 2 Naîcîn vîtamîn C.

uckun.jpgBikêrhatinên rêvas û belgerûy: 1- Îştahê vedike 2-Bedenê bihêz dike 3-Gazên aşik /mex’de û rûvîkan ji holê radike 4-Rengê mîzê (îdrarê) zer dike 5- Ji bo qebizê baş e.  6- Tansîyona bilind dadixe. 7-Mexde hêzdike arêşeyên wê hiltîne 8- jibo astim, bêhnçikî bîyov û arêçeyên gurçikan bi faydeye. 9- pêşîya losemî û penceşêhran digire û dibe alîkarê qencbûna wan.  Lê heke zêde bê xwarin  navhinavan dibe (virikî dike). Lewre jinikên  zaroyên berpirstan (berşîr – yên şîrê dîya xwe dimijin) heyî divê kêm bixwin. An dê zarok pê zikêşî û virikî bibe.

Bikêrhatîyên qurmê (reh) rêvasê : 1- Jibo nexweşîya şekirê çareserîyek (dermanek) xweristîye 2- Pêşîya qebizbûnan digire 3- Li henber arêşeyên bîyov, kul, brîn,parazît û nexweşîyên pişik(mêlakaspî- cergê spî)  û hemoroid ê kêrhatîye 4- Li henber zerikîbûn û arêşeyên aşikê (mexde) gellek başe.

Toza (arvan) rehên rêvasê : Jibo stresê , hemû arêşeyên ruhî û jibo nexweşîyên me li jor gotî.

Gotinên bisporan di derbarê rêvasê de : Piranîya bisporan dibêjin “rêvas ne fêqî lê dikake. Prçikên belgên wê bi jahrin. Heke zêde bê xwarin zikêşê û îsalê çêdike. İştah vedike, di 100 gr belgerû de ji % 94,5 av 1,3 gr karbonhîdrat (nisbetên wek hev glîkoz, fruktoz, sakaroz û nişaste) 0,6 gr proteîn 0,1 gr fîber,  3,2 gr madeyên din û rûn. Ji mîneralan 270 mg potasyûm, 50 mg kalsîyûm, 25 mg fosfor, 13 mg magnêzyûm, 10 mg vîtamîn C û A, 0,o7 mg vîtamin B o25 mg naîsîn, her waha asîdên fêqîyan asîdên sêv û leymûnan, asîdên goştê sor û goştê kesk, şekira sîtrîk  û gelek cureyên din yên asîtê fêqîyan hene.

Li gor lêkolînên Fakûlta Tib ê  ya 100 salemîn Li bajarê Wan ê. Rêvas li henber nexweşîya şekirê mucîzeyek ê pêktîne. Li gor bisporên Fakûlta nav derbazbûyî qurmên(rehên)  rêvasê tê kelandin û ava wê tê vexarin, di demek kurt de şekira xwînê datêxe asta (sevya) normal. her weha ew bispor pêşnîyar dikin kû ava wê demek dirêj bê vexwarin.

Li gor lêkolînên Ûnîverisîta Sheffîeld Hallam beşê navenda Bîomedîkal rêvas jî wek dikakêndin ên sor madeyên kimyevî yên dibin alîkarê qenckirina penceşêhran dihewîne. Ev madeyên bi navê “ Polîfenol yên kimyevî berîhertiştî  pêşîya losemî û cureyên din yên penceşêhran digire.

Bikaranîn : Çaya rehên rêvasan 2- Şerbeta rêvasan 3- Şerbeta rêvas û tûerdan 4-rêçal 5- Toza (arvan) rehên rêvasan.

1- Çaya rehên rêvasan : 2 kevçîyên qahwê rehên rêvasên hişkirî û hêrayî bikin qedehekê û ava kelandî berdin ser û 5 deqîqan didemê de bihêlin û vexûn. Heke qurmên rêvasan terbin, hûrkin nav ava cemidî bilan seetekê tê de bimîne paşê 10-15 deqîqan bikelînin niv seetê demê de bihêlin paşê wê avê spêdê, nîvro û hingorî qedehek çayê 4-6 hefteyan pêy hev  vexwûn. 

2- Şerbet an jî çaya sar ya rêvas û belgerûyan : Jibo her fincanek rêvasên spî û hûrkirî qedehek ava sar berdin ser û danên ser agirê kêm, bilan kelek bêtê û wê avê birêjin, paşê ava nû berdin ser heta baş nermbibe bikelînin. paşê bi parzinin  û kele-kel hinek şekirê berdin nav û bikin sarkerê bilan sarbibe. Paşê bi tayek pûng, parçek leymûn an jî pirtek cemed ê servîs bikin. Hûn dikarin hinek tûerdik   ( tûfirengî/çîlek) ji dema kelandinê berdin nav, dê hem rengê wê hem jî tama wê xweştir be.

3- Rêçal:  Mirov dikare rêçalên tevlihev ji rêvasan çêbike. Wek tûerd (çîlek) û rêvas. gêlas û rêvas, sêv û rêvas, mûz û rêvas, pirteqal û rêvas, kîvî û rêvas û hwd.  Rêvasan spî bikin û hûr kin,  hinek toza şekir pê werkin û  şevekê di sarincokê de bihêlin. Qasî rêvas ewqas jî fêkîyên din bikin nav hev,  hinek av  û şekir berdin ser û bikelînin, ku tîr bû bikin qetremîzan (qawanozan) û rakin.

4-Rêvaserûn:  Rêvasan spî kin û hûr kin. Hinek rûn bêxin miqilkê (tawê). Rêvasan tê de sor bikin, ku rêvas nerm bûn, biharatan bavênê û hêkan bişkênin ser.  Hun dikarin  kutilken tirş  jî jê çêkin. Dewsa kartolan, spanaq û mendê, hûn rêvasan bêxinê. Mirov dikare xweşavê jî jê çêke. Wek xweşavên hemi fêkîyan.

5-Kek û paste: Rêvasan spî kin û li gor dilê xwe hûr kin nav avê. Qasî 15 deqan bikelînin, bila nerm bibin. Ku nerm bûn, ava wê biparzinînin û bila sar be. Paşê li gor dilê xwe wek hemi fêkîyan bêxin nav kekan û pastan.

Toza rehên rêvasan : Hûn dikarin nîv kevçîyê qahwê toza qurmên rêvasan bikin nav nîv qedehê çayê û ava sar bredin ser. Berê di devê xwe de xelxele bikin û paşê jî daqurtînin(spêdan û hingorî). Anjî jibo her qedehek çayê kevçîyek qahwê toza rehên rêvasan, ava sar anjî germ berdin ser û 4-6 hefteyan pêyhev spêdê û êvarê  qedehek çayê jê vexwûn. Jibo hemû nexwşîyên me di jor di derbarê rehêdan gotibûn başe.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi