Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Pirteqal

Pirteqal

CITRUS  AURANTIUM

ORANGE

Dara pirteqalê 2- 5 metroyan bilind dibe. Dibe ku yekemîn darbe ku kulîlkên nû vebûyî û fêqîya geheştî li heman demê û li ser heman çîqî bi hevre dihewîne. Kulîlkên wê spî û pênc parçe ne. Di nava kulîlka pênc parçe de kulîlkek spî wek alalan (lale) di nava wê  kulîlkê de jî kulîlkên zer hene. Ew kulîlk dibe çavik, ew çavik mezin dibin. Fêqîyek qaşil zer,  an jî sorezer jê çêdibe. Ji wê fêqîyê re pirteqal tê gotin.

Hinek ji wan girover û hinek jî  hêkanî ne. Mezinahîya wan qasî bîhok û  hinaran in. Belgên wê keskên biriqok û wek riman in, rexên belgên wê rast in. Pirteqal piştî sêvan fêqîya herî zêde tê xwarin e. Di nava wî qaşilê  nerm de goştê fêqîyê pir bi av û tûzî, tûzî heye. Fêqîyek bêhnxweş û pir bi vîtamîn e. Di bingehîn de du cûreyên wê hene. Yên bi bizir û yên bê bizir. Hinek ji wan qaşil stûr û hinek jî qaşil tenik in. Pirteqalên herî bi nav û deng Washîngton û Yafa ne.

Welat û dîrok:  Hinek dibên welatê pirteqalê Çîn e. Hinek jî dibên Hindistana bakur e. Hinek dîrokvan dibêjin ku Ereban bi xwe re anîne Spanya û Sisîlîya û li wir çandinîya wê hatîye kirin, ji wir jî derbasî welatên din yên Derya Spî bûye. Hinek jî dibêjin “berê ji rêyên hervîşim ji Hindistanê bi mexseda firotinê dihat welatên rêya hervîşîm jê  derbaz dibû. Lê piştî ku Ewrûpîyan welatên Asyayê zeft kirin û kirin bin nîrê koledarîyê rêya ticaretê hat guhertin û pirteqal jî  ji alîyê Ewropîyan di rêyên deryayê re birin welatên din, li Portekîz (ku Ewrupî  jêre dibên Portugal) û li wir çandinîya wê hatîye kirin. Ji wir jî  belavî welatên Afrîqa, Amerîqa, Derya Spî û welatên bin destê Osmanîyan bûye”.  Lewre di piranîya welatên ku girêdayî dewleta Osmanî bûn jêre dibên portakal.  Di dema me de jibo ticaretê çandinîya wê di wan welatan de tê kirin. Li Kurdistana  başûr jî tên çandin.

Pirteqal bi pir awayî tê bikaranîn. Her çend wek fêqîyekê tê xwarin jî, lê ji kulîlk, belg û qaşilê wê jibo parfûm, rûn, di sanaîya dermanan de jibo derman, di sanaîya xwarina de jibo tamxweşkirin, aroma, rêçal, alkol, benîşt, şekirok û hwd tê bikaraîn.   

Têdahî:  Potasyûm, kalsîyûm, magnezyûm, lîfên asît yên organîk, şekirê xweristî (tabiî – natûrel), fosfor, sifir, hesin, brom, magnezyûm, pro vîtamîn A, vîtamîn A, B1, B6, B12, C , P,

Kêrhatî: 1- Pêşîya hişkbûna rehan (damaran) û destistan (felc) bûnê digire 2- Pêşîya sermagirtin, zekem, nuzûl (şewb, persîv, nezle) digire. 3- Esebîtî û westîyanê radike 4- Çerm û rû xweşik dike. 5- Jibo nexweşîya şekir bi fayde ye. 6-  Bêxwînîyê ji holê radike. 7-  Givirandinê hêsan dike. 8- Mêlakê (cerg- cîger- kezeb) dixebitîne. 9-  Avzêyên sefrayê zêde dike.

Gotinên pisporan di derbarê  pirteqalê de : Piranîya pisporên  dinê di gotinên jêrîn de hem fikirin  û hema hema heman tiştî dibêjin : “Ji ber ku pirteqal madarek pir vîtamîn C dihewîne. mehên zivistanê hêz û berxwedana bedenê li hember nexweşîyên ji sermayê tên û agirîn diparêze. Taybetîya wê ya agir daxistinê heye. Hewceye berî mirov nexweş bibe pirteqalan bixwe. Piştî nexweşketinê, pirteqal beşek ji taybetîya xwe ya xweşkirinê winda (berze) dike. Di pirteqalê de ji ber ku pir vîtamin û fosfor heye, bêmeferî (bêhalî, kêmhêzî, zafîyet) yên rehan û hêrsbûnê radike.

Pirteqal mîkrobên di nava dev de jî dikûje. Bê pirûzbûn û tazetîya çerm jî pêk tîne. Bêxwînîya nexweş û zarowan diborîne. Madeyên xisardar yên di nava xwînê de paqij dike. Fêqîyek ji yên herî başe ku pêşîya penceşêrê digire. Heke pirteqal piştî xwarinê bê xwarin, avzêkên (ifrazat) aşikê zêde dike. Givirandinê (hezmê) hêsan dike, jibo daxistina şekirê nava xwînê dibe alîkar. Pirteqal jibo nexweşên şekir hem wezîfa qût  (xwarin, xida, xurej) hem jî ya dermanbûnê dike.

Kesên zixtê (tansîyon) bilind heyî, heke di hefteyekê de rojekê bi tenê pirteqalan bixwin wê şifayê bibînin. Hewceye pirteqal di demsala wê de bê xwarin. Divê pirteqal bi zikê birsî neyê xwarin. Kesên arêşeyên wan yên aşikê hebin, hewceye pirteqalên tirş nexwin. Hewceye ava pirteqalan berî xurînîyê bê vexwarin. Kesên berî razanê qedehek ava pirteqalan ya nûgivaştî vexwin, wê bi rehetî bikevin xewê. Ji qaşilê pirteqalê rûnek (dohn) tê bidestxistin. Ew rûn ji gelek derdan re şifayê tîne.  Heke rojê 3 caran 3 dilopên rûnê pirtekalan bêxin nav niv fincan avê û bê vexwarin,  wê şifayê bide nexwşîyên aşikê, wê givirandinê hêsan bike û jibo bawîyan jî pir bi fayde ye. Rûnê pirteqalê tevgêra xwînê tekûz dike, hêrsbûnê dadixîne, jibo sotin û brînan tê bikaranîn. Heke berî razanê li rû bê xistin, wê qirmiçûkên rû û çerm rast bike. 

Karanîn: 1- Şerbeta pirteqalê bi dohnê zeytê. 2- Rêçala tûvilên (qaşil) pirteqalê. 3- Ava pirteqalê. 4- Jibo nav paste û kekan tamxweşkirina bi qaşilê pirteqalê. 

1-Rêçala qaşilên pirteqalê: Jibo 7-8 pirteqalan 6 qedehên avê şekir, 2.5 av, nîv leymûn, pirteqalên qaşil stûr (heke Yafa bin çêtire) li gor dirêjahîyê bi firehîya tilîyekê jêkin. Spîka nava qaşilê bi devê kêrekê hinekî jê derxin. Paşê ber bi dirêjahîyê badin (bikin helqe), benekî (ben-ta-nex) tê rakin û wek gûzan bikin gewlaz. Firaxekê tijî ava sar bikin û wan gewlazan berdin nav avê, bila rojekê bimîne (lê her 2-3 seetan carekê wê avê biguherînin) da ku tîjatîya (tehlatî)  wê jê here. Paşê wan gewlazan bikin nav avê û bikelînin heta nerm bibe. Şekir û ava xwe bikelînin, wan gewlazan berdin nav û li ser agirê kêm heta  şerbeta we çêdibe (bi kevçik dilopek şerbetê berdin nav qedehek ava sar, heke dilop belav nebû şerbet temame). Ku şerbet çêbû, nîv leymûnê berdin nav û bila kelek dî bêtê. Paşê gewlazan ji nav derxin, benên wê jê derînin, ku sar bû bikin nav qetremîzan û bi devgirtî hilînin.

2-Şerbeta pirteqalan jibo paqijkirina bedenê:  13- 14 û 15  mehê (ku di wan rojan de hîv dagirtî (tije) ye, spêdê û êvarî berî bikevin nav nivînan, qedehek ava pirteqalan ya nûgivaştî bi 1-2 kevçîk rûnê zeytê ve tevluhev bikin û hêdî hêdî bi firtan vexwin.

(heke hûn di wan rojan de bişên tiştên ji heywanan goşt, şîr, penîr, mast û rûn tên nexwin wê baştir be).  Wê bedena we ji qirêjên cigarê û yên din paqij bibin, wê laşê we siviktir, hûnê xwe kişt (aktîf) tir, siviktir û xorttir bibînin.

3 – Ava pirteqlalan :Heke hûn berî razanê qedehek ava pirteqalan ya nûgivaştî vexwin, hûnê xweştir û rehettir razên.

4- Tamxweşkirina pastan û kekan bi qaşilê pirteqalan :Dema hûn pirteqalan dixwin qaşilê wan nehavêjin. Wan qaşilan bikin nav robota midbexê bihêrin. Paşê rêzek ji wan qaşilan 3 kevçîk şekirê hûr berdin ser, bi wî rengî bidomînin heta qawanoz (qetremîz) tije dibe. Paşê derê wê bigirin û di derek hênik de biparêzin. Li gor hewcedarîyê jibo kek, paste, kade anjî tiştên din bixebitînin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi