Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Pirsgirêka Baweriyê

Pirsgirêka Baweriyê

Mirov bi serê xwe, an ku tenê negengaz e (bêimkane) jîna xwe berdewam bikin. 

Pêwistîyên mirova di hemû têkilahiya de xwe nîşê dide. Heke mirov tenêbin, wê demî biserê xwe neşên pêwistîyên xwe çareser bikin.

Wê demê ji bona jîna mirov dom bike, mirov di navbeyna xwe de hewcetîyên xwe qetîn in.

Wekî civaka çandiniyê de mirov ewilî bi serê xwe jîna xwe diborandin. Paşê zanîn ku bi serê xwe neşên ber hêwanetê bîyanî jîna xwe dombikin, rabûn çend mirova qoweta xwe kirin yek û şerê jîyanê dan.

Herê civaka çandiniyê di wan şertên hovjiyan de jî hemberê hêwan û mirovên bîyanî qoweta xwe kiribûn yek û her we jîyana xwe berdewam kiri bûn. Bi wê tifaqi û têkilahîyê de civaka çandiniyê ser axê şikl da. Û bi wê tifaqi û têkilahiyê re gund, navçe, bajêr çêbûn. Wargeh ava bûn.

Tê dîtin ku mirov di jîna xwe de hewceyî hev in. Jîyan tinê nemimkûn e.

Di têkilahiya de jî divê navbeyna mirova de pêbawerî hebît. Bi gotinek dî di têkilahiya de bi hevra ewlatiyê/pêbaweriyê bihevre bînin, di navbera wan de bîr û bawerî hebe.

Pênebawerî hemû dema di navbera mirova de îtibarê dişkêne. Heke rû bi rû nevbeyna mirova de îtibar jî çunebe, mirov we zû bi zû pêbawerîyê nade yek.

Bi gotinek bijarti re heke navbeyna têkilahiyên mirova de pêbawerî çune be wê demê ew têkilahiya wan wekî xîmeyê ser cemedê ye. Dema cemed heliya ew têkilahi jî dê xirab be.

Navbeyna welatiya de seba çi bêbaweriyê cihekî girîng gêrtiy ye? Ji bo vê bêbawerîya nava mirova de divê mirov dûr û nêzikahiyê de tû sedema negerî.

Çimkî ev bêbaweriya navbeyna mirova de sedem polîtîqayên dewletê û ên hikometan in.

Hikumet/dewletê tû şikla bawerîyê nade gela. Her we seba bêbawerîya dewlet/hikometê jî welatî ji wanra bawer nake.

Dewlet û hikumet tû pêbawerî nade welatiya û welatî jî rasti wan re bawer nakin.

Bi vê têkilahiyê de;

Bi navbera vê sîstemê re welatî hewceyî pariyê nanê hişk e. Seba vê xîzaniya geli de, di nava geli de bukalemûn pir bûne. Rast bi rast welati di têkilahiyên xwe de baweriyê nadin hev.

Di vê çarçovê de navbeyna welatiya de bêbaweri cihekî herî girîng digire. Seba vê bêbaweriyê hindî ku sond henin hemûya tavên ber hev.

An ku xîmeyê baweriya navbeyna du mirova an jî welatiya bi têkilahiyên dewlet û hikumeta re tê pêş çav.

Ji vê çendê jî navbeyna welatiya û hikumeta de hemî dema de buhrana pêbaweriyê heye. Kengê dewlet/hikumeta baweriya welatiya bi xwe anîn wê demê welatî jî dê baweriya xwe bidin wan.

Em vê bîr û baweriya navbeyna welatiya de wiha bînîn ziman.

Em welatiyên Tirkiyeyê dema bihevalên xwe re tiştekî ji wi re bêjîn, em pêşîyê sond dixwin. Sond xwarina me de jî we bi peyvekê, du peyva re nasekinîn.

Dema ji mirovê rasti xwe re me sond xwar, temaşe bikin em çi sond dixwin.

“Bi serê min û te, bi Xwedî û pêxember, bi namus û nikah, bi şihîd û şêresar a, bi mizheft û kitêba, bi telaq û nikah a, bi qesem dikim ez rast dibêjim” di bêjîn.

Serda carek dî têrnake, çimkî baweriya wi bi me nahê, em sûnda xwe re vêra diçîn.

“Ez xêrê ji xwe û birayê xwe re nebînim, ez xêrê ji malbata xwe û welatê xwe nebînim, ez xêrê ji zarokên xwe nebînim, ez xêrê ked û riha xwe nebînim, heske xilafi di gotina min de hebe” dibêjîn. Wekî van sondane pir sond dî henin ku nehati bîra min.

Hate dîtin ku em çend şihîd û şêresara, Xwedê û pêxembera aciz dikîn belê carek dî baweriya wi bi xwe re nayînîn.

Belê welatên di demokrasîya wan de tû kêmasi çune, di mafê mirova de tû kêmasi çune de ev bêbaweriya heye an na?

Ew dewletên di hindirê xwe de zilmê ser welatiyê xwe nekin, zilmê ser gelên di hindirê xwe de nekin, welatiyên xwe nedin îşkencê, welatî di rabûn û rûniştina xwe de azad be, axaftin û nivîsînê xwe de azad be, dê bêbawerî dinava welatiya de hebe an na?

Temaşeyî welatiyê dewletên Ewrûpayê bikin.

Em sond xwarina xwe de bi sedan peyvan rêzdikîn ber hev carekdî baweriya wi nastînin, belê welatiyê Ewrûpî tinê “soz” dibêjin û bihevra bawer dikin.

Peyva sozê wan bedela bi dehan-bîstan jorve peyvên me ye.

An ku em Xwedê û pêxember a, şihîd û şêresar a, Qoran û mizheft a hwd. sond diwxin, ew tinê dibêjin “soz.”

Ka kengî dê dihindirê diwelatekî de şer û kuştin çune, ka kengî di mafê mirova de tû kêmasi çune, ka kengî dê welatekî demokratîk de jîn bikîn û nevbeyna welatiya de pênebawerî rebe.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10