Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Lûş

Lûş

Danasîn: Lûş an jî Lûşî – Lûşe  Lîş riwakek/nebat /heşînatîyek ji malbata sîr û pîvazan e. Hem pincare, hem jî dermanek nestêle (bêhempa) ye. Bejina nêrka wê bi tîrane blindibe, di serê nêrikê de qevdek kûlîlkên spî û stêrane wek gulok an jî nîv gulok çêdibe. Di nava her kulîlkê de sê lib bizrê reş hene. Belgên wê rimane, alîyê derva keskê tarî û biriqok, alîyê hindûr keskê vekirîye. Dirêjahîya belg, 15- 30 frehî jî 3-10 cm e. Gelenperî li cihên piravî, daristan, liber rûbaran  hêşîn tê, Li welatên wek Kurdistanê di cihên1700 m bilinttir şîn tê. Lê li Ewropa hem li cihên bilind hem jî li deştan hêşîndibe. Bejna wê40 cm e.  Bêhna wê wek ya sîr e. Hemû maddeyên di nav sîrê de hene di nav Lûşî de jî peyda dibin.  Lê Lûş ji sîrê hem bihêztir, hem jî bikêrhatîtir e.  Nêrka nava wê û gupika (paxuxe) wê jî wek ya pîvazê ye. Di nav keskatîyan de yek ji ewên mizgînîya biharê dide Lûş e. Di mehên nîsan û gulanê de belgên (pel) wê tên çinîn..

Tê gotin ku dema hirç ji xewa zivistanê radibe, ji kuna/şikefta xwe derdikeve, ji bo ku reh (damarên) wê vebin û xwîna dîlê wê baş tevgêrê bike, berê li Lûşê digere û dixwe. Piştî xwarina Lûşê çend rojan  tê ser hem dê xwe yê berê. Lewre Ewropî jêre dibêjin: “Sîrê hirçan”. Alman ji Lûşê re dibêjin: Bärlauch, Tirk jî dibêjinê: Ayi sarimsaxi.

Welat û dîrok: Mak e welatê lûşê bi esehî nayê zanîn. Lê welatên rojavayê Ewropa, heremên behraspî, Qafqas, Kurdistan û Îranê hêşîn tê.

Dîroka wê jî baş nayê zanîn, lê medenîyetên qedîm yên Kurdistanê, Sûmer, Med, Babîl, Asuran hem wek pancar hem jî jibo derman bi kar anîne. Ji alîyê Romayîyan jî jibo dermanê arêşeyên aşikê û xwîn paqijkirinê dihat karanîn. Îrlandîyan jî jibo xistina kevirê nav gurçikan di xebitandin.

Têdahîyên Lûşê: a- Cureyên Cysteinsulfînat b-cureyên Thiosofînantan  c- cureyên  Dîthîînan d- cureyên  asîdên  amîno  e- cureyên Flafonîtan  e- ji mînaralan îyot, hesin, fruktosan û hwd.

Paraztin: Hûn dikarin Lûşê hişk bikin, lê wê demê piranîya mineralên nava xwe winda dike. Hûn dikarin bikin kîsan û bêxin cemedxanê/qesîner. Herku hûn hewce bin têra xwe jê derxin.

Bikêrhatîyên lûşê:

1- Ji bo çermê mirov civan bimîne.

2- Ji bo pirzikan 3-  Ji bo hiş (zêhn) vekirinê.

4- Ji bo sîstema givirînê/mehandinê (sîndirm) .

5- Ji bo kurm havêtinê û rûvî paqijkirinê.

6- Ji bo nexweşîyên kalemêran, ku ji bêbizavî (bê hereketî)  peyda dibin.  Wek : Hişkbûna damaran, hêdîlêxistina dil, dewqçûn, bêxewî û serêş ê.

7- Ji bo kuxikên kronîk û zehmetîyên danûstandinên bêhnê.

8- ji bo nermkirin û dawîanîna belxema sersing.

9- Ji bo pişikê.

10- Ji bo gurçik û paqijkirina rêyên destavxweşkirinê.

11- Ji bo navhinavçûyîna (virk) kronîk bisekine.

 12- Ji bo baştir xebitîna dil.

13- Ji bo mad.

14- Ji bo îştahvekirinê,  ji bo bawîbûnê (romatîzma)  û hwd.

Lêkolîn û gotinên bisporan li derbarê lûşê de: Hans  Joachim Reimalt li ser nexweşên xwe yên perînde/perok/ yên derbazî kesên dindibin,westîyan /betilîn, bawîbûn, peçivîn/werimîn, dohnên/bêzên lenf,qebizbûn, depresyon, bê dermanî bi kapsûlên  lûşê tedawî kirine. Di encamê de nexweşên wî hemû başbûne.

Prof. Dr. H. Kîesewetter

û ekîba xwe li Hamburg Ûnîversîta Saar di cerbandin û lêkolînên xwe de peyandine/tesbîtkirine ku Lûş herikîna xwînê % 32 zêdetir û elstîktir kirîye, pêşîya hişknebûna xwînê, bêxwewîyê, zeliqîna şaneyan / hûcreyan gitîye   

û zindîtî daye soregilokên/alyuvar xwînê.

Prof. Dr. Horst Robenek yê Endûstîya lêgerînên Arterîoskleroz ya li Mûnûsterê peyandîye ku kapsûla ji ekstera Lûşê hatî çêkirin pêşîya arêşeyên hişkbûna rehan, bêxwînî, kêmasîya hesin, enfarktûsa dil, xwînketina ser mejî/mejû girtîye.

Bijîşkê Swîsrî yê  li dinyayê bi nav û deng Herbalist. Konzle,  di derbarê Lûşê de weha dibêje: Lûş tevahîya bedenê paqij dike. Madeyên qirêj yên bi inat tavêje der. Xwînek temîz û bi sihet çêdike. Madeyên jehrî dikuje û tavêje der. Li ser rûyê erdê çi gîya û pincar wek Lûşê nikarin bandorek erînî li ser aşik/ mexde (mad ) rûvik û paqijkirina xwînê  bikin. Xortên Lûşê bixwin wê wek keprek (çardax)  ji gulan geş bibin û wê wek qozek –gûzek dara hevristê (çam) ya li bin tavê zexim bibin.

Bikaranîn: 1- Jê çêkirina xwarinan. 2- Tentûr. 3- Şirûb.

1- Bi gezing (gezgezok ) spanak, alo û pincarên mixlê jê çêdibin re çêkirina mixlê.  

2- Wek sos: 100 gr Lûş 50 gr kakilê gûzan, bindek, an jî fistek, du kevçîyên dohnê zeytê û hinek penîrê qeşer an jî penîrek din. Hemîyan di mîkserê de bihêrin, li ser meqerne, an jî li ber goşt û mirîşkan wek sos û pêxwarin bi kar bînin. Herweha mirov dikare wê sosê li ser nanê nîvişkirî bide.

3- Wek: Bexdenozê hûr bike, li seletan û hemi xwerinan werke.

4- Birinc, savar û xwarinên ji dew çêdibin jê çêke. Lê divê ji bo ku mîneralên hidurê wê berze nebin, berî xwarin bipije, paşê bêxê nav xwarinê û kelek din bidê.

5- Bêxe nav seleta mast (cacix).

Tentûr - derman: Belgên wê bikin nava şûşên avê, lê nedewisînin. Tûjî ser qanyaxek bi qalîte bikin û derê wê bigirin. 14 rojan  danin ber tavê (roj ) an jî cihek germ. Car û baran bişilqînin. Pîştî 14 rojan biparzinînin û 10-12 dilopan berdin nav hinek avê, rojê 4 caran vexwin. Ji bo hemi nexweşîyên me li jor nivisîn derman e.

6- Şirûb: Kulmek belgên Lûşê bêxin nav beroşekê, du şûşên avê ya şeraba spî berdin ser û bikelînin, paşê bipazinin. Jibo tam xweşkirinê, hinek hingiv an jî rêçalê pê dakin û vexwun.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi