Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Kurd û Newroz

Kurd û Newroz

Vaye îsal jî cejna me ya netewî Newroz bi car xweşî û car nexweşî hat. Lê gelo em Kurd di derbarê pîrozkirinên Newrozên kevin yên demên Zerdûştî û Medan de çiqas agahdarin.

Ez dê îro behsa sifre û agirê Newrozê, qasî ku dizanim we agahdar bikim.

Agirê Newroz ê di êvara 20  ê adarê de tê pêxistin. Li gor adetên kevnar hewceye mirov sê rojan berê pêşewazîya Newrozê bike û li mala xwe findan pêxe. Êvara 20 ê adarê agirê Newroz ê hilke û sefran û ember li agir  reşîne(gulav jî dibe.) Herwaha pîştî qedandina agirê Newroz ê sifra Newroz ê di malan de bê danîn. (naha jî Kurdên rojhilat yê Hewremanî wê sufreyê datînin) Berî Newroz ê çend hefteyan genim di nava guldankan/ vazoyan tê çandin.

Di roja sifra Newroz ê hinek ji wî çîl ê genimê kesk tê qutan û xwarinêk jê tê çêdikirin. Yê msyî jî bi hema wisan bi guldankan/vazova ve datînin niveka sifra (wate ya wê berket e) Newroz ê. Li ser sifra Newrozê hemû cureyên fêqîyên heyî, goşt, birinc  û qedehek şeraba sor (ji bo kêfxweşîyê ) çend serîyên sîr, (bi wateya tenduristî ) findên pêxistî,(bi wateya ronahî)  masîyên rengîn yên bi ruh dinava guldankek/vazoyek  cam de li sersifrê amade dibin. (bi wateya  jîyanek xweş) Mezinê malê li ser sifrê derbarê Newroz ê de gotinên xweş yên watedar jibo malbatê dibêje. Bi hêvîya saleke bextewar ji malbatê re dixwaze.

Pêre qedeha şeraba xwe vedixe.

(Herçend di nav kurdên sûne piştî hatina îsalam ê vexwarina şerabê rabibe jî, lê ba yên Elewî û Zerdûştî didome ) paşê yêk bi yêk Newroza hev pîrozdikin. Heta dema razanê kêfa xwe dikin.

Roja 21 adarê diçin derva  Newroza xwe bi geşt û seyran, govend û dîlanan pîroz dikin. Paşê jin, keçên xama û zaro genim dikin nava destên xwe û diçin nav zevîyan, wî genimî li ser serê xwe de digêrînin û ji ser ser serê xwe  li zevîyan direşînin.

Hêvîdaim dê Kurdên me hêdî , hêdî wî avayê pîrozkirina Newrozê cih bi cih bikin û naveroka Newrozê dagirin û nirxê wê bilintir bikin.

Bi vê wesîlê Newroza hemû Kurdistanîyan bi dilûcan pîrozdikim û hêvîdarim dê Newroza îsal bibe sedemê rojên xweşî û geşîyê di nav Kurdstanîyan de. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi