Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Ku di çî CHP

Ku di çî CHP

Tiştik wiha nehatîye dîtin.

Çend Kurd, xwendevan, rojnamevan, nivîskar, romanûs û sîyasetmedarên Tirki di bêjin pirsgirêka Kurda çareser nebe, Tirkiye nakevî nava cumhûriyeta demokratîka bêalî.

Belê mixabin ew serokê giştî ê CHPê Deniz Baykal hê niha jî ji bo çareserîya pirsgirêka Kurda pêşîya aborê ye û pêşîya tiştên pûç e.
Hêj niha jî, pirsgirêka Kurda bili Kurda, ew bi serê xwe, di nava meclisê de bi hikometê û bixwe bixweyî tivê bê çareserkirin di bêjî.

Hêj niha jî, bi çêkirina projeyên wekî GAPê re û çareserkirina xîzanîya Kurda û ji kar dan a mirova re pirsgirêka Kurda dê çareser bike.
Hêj niha jî, Deniz Baykal û partîya wi CHP, Kurda wekî gel nabînî, zimanê wi nanasî û pişt xal a makeqanûnê “zimanê Tirka Tirkîye” hati nivîsîn de xwe veşêr e.

Hêj niha jî, di nav sînorên lihevhatina neteweyî de hemû kes wekî bira a jîna xwe biborînin, di bêjî, bes gor hind cidahî û neyarîyê de dê çawa biborînin wê nabêjî. Pirsgirêkên gel ên Tirki çine û dê çawa çareser bibin, nabîne û nabêje.

***

Bînin pêş çavên xwe, bêxin nava hizir û hişên xwe, ku ew paşayên hind Kurd kuşti û winda kiri. Xwîna Kurda rêti û hind qetlîam kiri di rojevê de cihê xwe digirî ku bên mehkeme kirin.

Niha jî di rojevê de ye ku CHP rexgirê wan e û li wan derbekara xwedî derdikevî.

Bes ji bo ku ew nehên mehkemekirin Deniz Baykal wekî şûrê tûş di nava rê de sekinî ye. Dê bêj di darbeya leşkeride tû rexgir û endamê CHPê zirar nedîtî ye.

Dê bêji ku ew darbeya 1980 ê de hati kirin tu zirar nedaye abore û demokrasîya Tirki, Deniz Baykal we rexgirê darbeparêz e.
Dê bêji Denîz Baykal rexgir ê kuştin û windabûnê ye ku wesa rexgirîyê ji derbekara re dike.

Tu kes ji vê demokratê civakîya Deniz Baykal re fahm nake. Gor têkilahi û hişên wi ne wekî demokratê civakî dîyar dike, pêtir wekî rexgirê dijmini û neyarîyê tê çav.

Temaşe bikin ku ji wi zêde tû kes rexgirîyê ji derbekara re nake.

***

Kurd di bêjin “MÎRİM BORÎ.”

Mîrim borî çimkî dawîyê de serikanîya kurda şêlû bû, nahe serikanî zelal bû ye. Kurd bi xwe pirsgirêka xwe xwedî derdikevin.

Ew demek bû Kurd wekî pez ê spî (mih) di pêşîya CHPê de di bezîn.
Ew demek bû Kurda ser dar û kevira, deşt û newala, dîwar û kolana afîşên CHPê di nûsandin (yapıştırmak) û diruşme (slogan) en wê dikirin qîri.

Ew demek bû, Kurda ji bo serkeftina CHPê nedixwar û nedivexwar û ji CHPê re dixebitîn. Ji kurik ê reş re cilên xwe dirandin.

Ew CHP bû ji bo tûnebûna Kurda, Kurd dixapandin, Kurd pêtir ji Kurdbûnê dûr dikirin, bi harîkarîya şêx û axayan re, hiş û hizirên xwe têdikirin nava mêlaka Kurda.

Ew jehr a CHPê roj bi roj wekî zîv ê du ser di nava xwîna Kurda de digerîya, Kurd jî diketin nava asîmilasyon ê.

Mîrim borî.

Kurd hişyar bûn.

Êdî Kurd jî dizanin kanê teçik ên CHPê de çend ginci henin.

Êdî Kurd jî dizanin ji bo pirsgirêka kurda, bi zihniyeta serokê giştî ê CHPê re tû çareserî naçêbin û serokê giştî ê CHPê ji Kurda re neyarê herî girîng e.

Êdî kur di zanin ji bo pirsgirêka Kurda CHPê tû proje çunînin. Ji çareserîya pirsgirêka Kurda zêdetir CHP wekî beko a neyarîyê ji Kurda re dike.

Êdî Kurd jî hişyar bûn, bi çend peyvên xemlandi re nahên xapandin.

Em çi bêjîn, xêrê ji bazara xwe bibîne Deniz Baykal.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
6 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10