Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Keleya Colemêrgê

Keleya Colemêrgê

Di dîrokê de wekî gelên cîhanê, Kurda û di vê bingehê de Colemêrgîya jî ku ca xwedî xwe derkevin têkoşîn dane.

Di kûratîya dîrokê de wekî hemû gela Colemêrgîya, hemberî êrijên bîyanîya û êrijên dahbeya ew cihên verezde/asê de xwe hêvişandî ne (muhafaze). Di alîyekdî de jî Colemêrgîya wekî hemû gela ser serê girê bilind, kevirên bilind de dîwar çêkirî ne û xwe di nava wan dîwara de mihafeza/parêzkar kirî ne.

Ez lêborîna xwe ji dîroknasa dixwazim, belê gor gotinên mezinê Colemêrgê peyva Colemêrgê tê çi wateyê, çawa tînan ziman wê bêjim.

Co = di dawîya kolana erdi de, cihê ji bona avdanê av têde diherikî,

Le = qertaf e, (ek)

Mêrg = erdê avzeh (mera)

Dema navbera co û mêrgê qertafa “le’yê” daniyê peyva Colemêrgê pêk tê.

Bi wateyek dî jî erdê herdem ava co’yê ser be û herdem avî be jî dibêjin Colemêrg. Belê ev hizire çend raste nizanim.

Tê zanîn wekî dîroka cîhanê di dîroka Colemêrgê de jî qebîleyên Colemêrgê ca xwe ji dijmin hêvişandî bikin Keleya Colemêrgê avakiri ne.

Dema ez dibistana pêşîn pola pêncemînê de, mamoste dîroknas Ihsan Colemêrgî jî di dibistana me de mamoste bû. Birêz Ihsan Colemêrgî xwendevanên pola me a pêcemînê bi tevahî ji bona geryana Keleya Colemêrgê, em biribûn Keleyê. Birêz Ihsan Colemêrgî dawîya wê geryanê de dîroka keleyê bi me dabû nivîsîn.

Mixabin ew deftera min ewa bi rexê mamostera dîroka kelê ji mere dayî nivîsîn, danzdeh îlona sala 1980 yê, bi sê cihal pirtûkê minre hatin sotin.

Carek dî ez lêborîna xwe ji xwendekari dixwazim û dibêjim. Hindî ku di bîra min de nik derê keleyê ê jiderve û ji derê jiderve jortir du mizgeft hebûn. Mizgefta nik derê jiderve, hêj tevahî ne herifti bû, belê mizgefta jor tevahî herifti bû û tinê du dîwarên wê nîvi mabûn. Mixabin ew her du mizgeft jî bi rexê leşkeri re tevahî hate xirapkirin. Bawerim niha tinê xîmeyên mizgefta mane erdi de.

34005

Destxetê wênesaz Fehmî Tuncer de wêneya Colemêrg û Keleya Colemêrgê a kevn.

Serê keleyê jî bawerim du-sê zindan hebûn. Ji wan zindana yekê banê wê heriftî bû û em dibani de çûyîne nava zindanê. Ew zindana em di bani de çûyî hindirê wê du-sê mezel (oda) hebûn û di dîwarê wan mezela de jî asinê weki singa (kazık) hebûn.

Ez pir di înternetê de gerîyam, mixabin birexê dîraknasa re tû hilkulanên yek bi yek ser keleya Colemêrgê min peyda nekir. Birêz dîroknas Ihsan Colemêrgî jî di pirtûka xwe ewa ser navê “Medeniyeta Mezopotamyada Hekkarî” de medreseya meydanî di bin mijarekê de nivîsî ye. Mixabin keleya Colemêrgê bi serê xwe di bin mijarekê de nenivîsî ye.

Rasti birêz Ihsan Colemêrgî bi mûçimki dîroka Colemêrgê di pirtûka xwe de nexşandîye, belê mirov dimînî şaş seba çi Keleya Colemêrgê bingeha mijarekê de nenivîsî ye.   

Em zivirîn mijara xwe a girîng.  

Wekî nivîskar birêz Bedrî Çalli, ez jî Keleya Colemêrgê bi aliyê leşkerîyê re hati dagirî şemizar dikim. Wekî heval Bedrî zarokî û ciwaniya min jî li wê keleyê derbaz bû. Di dawiyê de dema biba êvar çend ciwanê Colemêrgiya di çûn Keleyê. Dema êvariya dibistan betal biban xwendevan hemû di çûn keleyê û temaşeyî Colemêrgê dikirin.   

Dilêşîya ji hemûyê girîngtir eve hinde sale seredaniya keleyê ji gelê Colemêrgîye re qedexe ye. Goya ji bona bistehîyê leşkerîyê dest danaye ser keleya Colemêrgê.   

Di înternetê de Serokê Şarederîya Colemêrgê birêz Dr. Fadil Bedîrhanoglu daxuyanîyek dabû AKwesê. Serokê Şarederîya Colemêrgê birêz Dr. Fadil Bedîrhanoglu di daxuyanîya xwe de “Keleya Colemêrgê bi rexê leşkeri re hatîye dagirî kirin. Di sala 1990ê de me dest avête têkoşînê ku, leşker dest ji keleyê berde û em bin navê şarederîyê de serê keleyê park û baxçeyan amadeyî gelê Colemêrgê bikin.” goti bû.

Daxuyanîya birêz Dr. Fadil Bedirhanoglu bi kurtasî wahe berdewam dikir.

“Di vê çarçovê de ji bona seredaniya Keleya Colemêrgê vebe, me pêngava têkoşîna hiqukê dest pê kir. Me ji bona valabûna keleyê serlêdana dadgehê kir.

Dawîya dozê de dadgehê ji bo valabûnê qirar derêxist û dadgehê şarederîya me mafdar derxist. Belê roja me qirara dadgehê hildayî û heta îroj, leşkeri Keleya Colemêrgê terk nekir.”

Birêz Bedirhanoglu wahe daxuyanîya xwe de domdike.

“Dawîya qirara dadgehê û leşkeri a Keleya Colemêrgê min ji wezîrê turîzm û çandê birêz Ertugrul Gûnay re got. Ji bilî vê min got wezîri ji bo seredanîya keleyê hemû kes diçîtê belê Colemêrgî neşên biçinê. Ev keleye a gelê Colemêrgê ye, eve ji gelê Colemêrgê re hatin texsîrkirin. Di dawîyê de Keleya Colemêrgê ne herêma leşkerîyêye, divê  wêrê wekî seyranî û kêfxweşîyê vebe.”

Wekî birêz nivîskar Bedrî Çalli, ez jî hêvîyê ji giregir/xuyanî (ilerî gelen) yên Colemêrgê dikim, hêvîyê mezin û serspîyê Colemêrgê dikim ku Keleya Colemêrgê xwedî derkevin.

Bila wekî dawiyê Keleya Colemêrgê bibe cihê kêfxweşî û seyranîya, bila bi evînîya ciwana re ew kele ronahîyê bide hindik zêhnên tarî.

Bila ciwan biçin serê Keleya Colemêrgê cihê singû û tifenga, birno û keçîçapa, gul û beybûna û kulilkên heft renga biçînin. Bila biçin evînîya dilê xwe, hezkirina hişên xwe re axa serê keleyê gor hisreta dilê xwe binexşînin. Bila axênkê Kurd û Tirka serê keleyê wekî abîdeya danîn û heft rexê cîhanê bênê tiafê.

Mezin di bêjin “ji welîya dibe xweli, ji xweliyê jî dibe welî” bila ji ewên dilê wan de xwîn, qirêj, jehr, kuştin, lêdan hwd. de heyî re jî welîyên mafê mirova belavdikin çêbin. Ew welî di navbeyna gela de xwîndarîyê, xwînrêtinê, lêdan, kuştin û windakirina mirova rakin.

Bila ciwanên di nava jan û jîyanê de û ciwanên serê kelê dilkul buyî û hinavên xwe ewên soti vereşînin wan zîndanê neheqi û zilmê de. Bila ciwan bi hêvî û daxwaziyên azadîyê nekêşin, bila yek bi yek azadîyê bi jînin.

Bila xwişk û bira, zarok û ciwan, dê û bav, dapîr û bapîr êvarya biçin serê keleya Colemêrgê. Semarê bi rewjîyên dara kewzanê re, ava wê bikelînin, çengek çaya qaçaxre çayê çêkin. Li kuncikê keleyê rûnên, rexekê temaşeyî Colemêrgê bikin, rexekê bikevin kêfxweşîyê û rexêdî jî ew çaya wekî gêlasê firbifir kitleme vexwin.  

Me û hewe û wan bi dilek kul û dilê şikesti serê keleyê seyranî kiribû û bi wan dilên reş û şînre me evînî û kêfxweşî kiribû. Bila nevîyên me û hewe û wan bi dilek azad û serbixwe serê keleyê evînîyê bikin.

Mezin û serspîyên Colemêrgê yek wisa bikin, bila dilê me ji ciwanên mere nesojî, bila dilê ciwanên me ji mere bisojî. Ji bona vê, dîroka xwe bixwe û bermahiyên dîroka xwe û zarokên xwe, nevîyên xwe xwedî derkevin.

Axxx û ax. Mirovê dilxweş û azad ser serê Keleya Colemêrgê, dê hizirên çend xweş di nava mêjîyê xwe û dil û hinavên xwe de dê nexşînî.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
7 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10