Karî
Karî giyayek bi jehr e. Binkê wê wek patata ye, pelên wê keskê tarî, kulîlkên wê sor û binevşî ne. Di nêrkawê de fêqîyek wek morîkên sor çêdibe. Bejna wê 25-50 cmbilind dibe . Di gelek dermanan de, tê bikaranîn. Xav (nekelandî ) nayê xwarin. Lê ku hişk bû, an jî hat kelandin jehra wê namîne. Di nav savar, birinc û xwarinên dew de tê xebitandin.
Madeyên têde: Akolîde, aronîn, konisîn, sponîn, nişasta, madeyên bi dohn (rûn) û şîrêz ( zemq)
Kêrhatî : Agir kêm dike (dixe), xwuhdanê derdixe, laş (beden) rehet dike, rehên (jîy- damar ) laş hişyar dike (dibizivîne).
Bikaranîn: Jibo bawesîr, kuxik, ta, kevir û xîz (qûm) ên nava kîskê mîzê û gulçîsk
(gurçik) an, jibo tirşbûn û êşa mexde û mêlakê (cerg- kezeb), jibo Qebizbûnê û nexweşîyên pisîkolojîk, depresion û bêtebetbûnê (sinir), derman jê tên çêkirin.
Xwe bi xwe bikaranîn: Ji reha wê bi qasî libek genimok ( garisê stenbolî- garisê misrî –gilgil -genimşamî ) tê herişandin û bi tasek avê re tê vexwarin. An jî, bi kevçîyek şîranî rehên wê bê qutan (herşandin) di nav 300 gr ava sar de 8 seetan bê sekinan din. Paşê bê parzinandin. Rojê sê caran piştî xwarinê fincanek qehwê jê bê vexwarin. An jî, ji wê reha herişandî danin ser cihên êşa mexde, rûvîkan û cihên peçiftî (werimî) . An jî, ji wê reha herişandî 1/10 îspîrto tev bikin û li cihê bawî û qûnêrê xin.
Lê divê ji qirarê (dozajê) zêdetir neyê xebitandin. Ku hat xebitandin wê bibe sedemê mexdeborînê, vereşandin, gêjbûn, serêş û navhinavçûyînê (virikbûnê).