Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Hindik jî bikenin

Hindik jî bikenin

Di cîhanê de kurd dialiyê pêkenokan re binav û deng in. Eseh her welatekê nava welatiyê wê de gor çanda xwe pêkenokên wan ji wan re girîng in. Belê a kurdan cihek cida digir e. Kurd didestê mêtîngehkaran de hatibin kuştin, hatibin sirgûn kirin û hatibin jêxwarin re carek di dilka wan a nerm nahê guherîn. Dilka kurdan ji henekî, laqêrdî, geltan û ji bo kêfxweşiyê her dem nerm û germ e.

Mînak dema çar kurd hatin cev hev dê bêji cihê ew lê şano ye û ew jî janovan in. Navbenda xwe de we bihenekî û kêfxweşî diaxivin. Di van axaftinên wan de pêşîyê de çu berheviya wan jî çu nîn e. Axaftinên wan bi dest pêkirina axaftina wan de dest diavêjê. Em çend bi vê mijarê re nivîsîn dê her dirêj bibe. Werin em vê mijarê dipirtûka min a binavê “Çîrokên Mîrza Mihemed-1”re hindikê wek mînakê danên mijara xwe. 

 “Komek kunçikê qahwê yê jori rûnişti bûn. Ewan ne hatina Mîrza Mihemed, nejî rûniştina wi haylê nebûn. Êke hûr û mûr, heta pişta guhan keçel, bes şibi zirkêkê dijwar bû. Yedî jî êke qili qiyafet, zexim serek wekî eshaba ser milên wi. Belê hindî dibêjin dirêj e jî. Her du bihev re damanê leyîstin. Çar jî temaşevanên wan hebûn. Rexekê damanê leyîstin, rexê dî jî qîri êkodu dihêlan, tu dê bêji bihev re şeri dikin. Yê zexim û girgire, digotê:

- Dê leyize keçelê pês.

  Yê keçel:

- Dê leyîzim hirça daristanê, destûra min bide.

  Ewê bejin dirêj:

- Leyîze ez neşêm ber bêhna hinbanka keçelê te xwe bigirim, dê biçim.

  Temaşevanên bi wan re jî hindî ew diaxivin dikenin û zikê xwe di vemalin. Yê keçel guhdariya kenîya wan nake û micit diaxive:

- Berê tu here govê rîxa bin xwe paqij bike. Ez dizanim ku ew bêhn ji te re misk û ember e, an na?

  Ewê bejin dirêj:

- Hey keçelê min qa ê qa ê, mêşa mezin berda ê, xwe ne gêrt heta Bexda ê.

  Yê keçel:

- Hey hirça min dê o, te tîra Xwidê lêda o, çu nîn e ferqa te û ga o.

  Ewê bejin dirêj:

- Tu tê fikure ewê qwîna wi erdi dialîs e. Çi ziman devi de ye. Ez nehe rabim dê stahê wi ji nav milên wi bikêşim. Direng leyîzît, weydî jî dikete lomên min. Aha eve min leyîz î. Tu dê nehe wêve çi bikî. Dê çawa leyîzi an na?

  Keçeli bi hêrs gotê:

-Ji yê dirêjan re jî dibêjin ehmeq. Rasti, jî çu xeletiya vê gotişnê çu nîn e. Tu ehmeq i, belê hêvîyê dikim ku zarokên te wekî te ehmeq nebin.

Yê dirêj piştî leyîsti:

-Ber mêş û mozan tu neşêy leyîzi. Ya qenç tu bo xwe rençberekê bigire bila mêş û mozan serî te bikene derê. Ez nizanim an dê leyîzi an jî dê meş û mozan serê xwe bikî derê. Tu çi hizirê li xwe dikî, dê leyîze?

  Keçeli xeberê wi qot kir.

- Dê leyîzim hêstira sebabi. Mejî reşê pês. Ez nizanim dema aqil belav dikirin tu kî erdi bû. Benê tu jî dizanî ker jî mezin in, belê bê aqil in.

Yê dirêj bi kenî re:

-Ha min r.. ser aqilê te. Xweliser dema tu çûyî aqili ez li wir zivirîm. Nanekê bixwe û êkê ji bide tesediqa serê min ku ew aqilê te ê heyî jî min daye te.

Keçel jî bi deng kenî û çavên wi damayê û axaft:

-Ha gû ê se ser wi aqilê te be. Qet ji xwe re nebêji ku tu jî çûyî keran ve. Mezina her gotîye hindî ker in, ker ser şor hatîne vê dinya ê. Tu hafrê keran zêran tiji bikî, carek dî ker serê xwe na çevînin û tê nafikurin. Ka ê dixwazin. Bawerim tu jî ji wi tuxmî. 

  Hemû bihev re kenîn…”

Ev ji henekiyên navben de kurdan de a pir sanahi ye. Wekî vê henekiyê an jî pêkenokê bihezaran mirov dişê bîne ziman. Bi mînekek dî re vê nivîsîna xwe dawî bikîn.

Mirovek pir nesax bû. Hind nesax bû, êdî kevti bû nivînan. Rojekê hevsera wi dibêjîtê “rabe biçîn nexweşxanekê ku bijîjkek binêrît nesaxiya te. Pêşîyê mêrê wê nerazîbûna xwe diîne ziman, belê dawiyê jina wi mizefer dibe û mêrê xwe dibe nexweşxanê.

Di çin piştî çend qed û qudan xwe digehînin bijîjki. Piştî nêrîn û muayena bijîşk şîtela (tehlîl) destava zirav ji wi dixwaze. Nesaxê me jî diçe cihê destavê dike û nake destava wi a zirav nahê ku hindikê bibe bide ê ku ca şîtela wi derkeve. Dawiya neçariya xwe jina xwe re “tu were cihê min destava xwe a zirav bide û bibe bide wan”gotê. Jina wi jî wekî wi neçar dimîne û gotina mêrê xwe diîne cih.

Roja dî a paştir nesax bi hevsera xwe re diçe nik bijîşki ku dawiya şîtela xwe û tiştikê ji nesaxiya xwe bizane. Belê bi bersifka bijîşki re hişk û ziwa diminê.

Bijîşk “çavê te ronî be, tu ev du meh e ducanî yî” dibêjîtê.

Wekî çu neqewimti mêrê wê zivire jina xwe û “kerbava keça kerbavê, min çend caran gote te nehê ser min” dibêjît ê.”

Heke bimînîn sax dê pêkenokên kurdan re xwe berdin nava henekî û geltan. Dibe ku zimanê me caran bişewite, biborîn in.  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10