Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Hêza Nîgaşê û Rastînî

Hêza Nîgaşê û Rastînî

Şîno di jîyana xwe de ew du meh bû ji bajêrê Colemêrgê derketi. Herê wile ew du meh bû li bajêrê Wanê hîndekarîya bilind de perwerdehîya zimanê wêje a Tirkî didît.

Wê merxebê mizgînîyek ji wire hati bû ku dê malbata wi dawet çêbî, ew jî daweta bira ê wi yê mezin Ehya bû.

Hindî Şîno bû rasti navê wi yê rastê Şîno nebû, ji ber çavên wi ewên şîn digotinê şîno. Navê wi yê rastê Ehmed bû, bes em dê di vê şîrove a xwe de wekî hemî heval î hogirên wi binavê Şîno navbikîn.

Belê Şîno bîst du sali bû, bejin bilind, tefeşa grovir, birî û mijûldankên wi dirêj wekî pirça reş, bes reşika çavê wi şîn wekî heşê bû. Rih û simbêlên wi nû serketibûn. Ew çend simbêlên wi ewên wekî yanzdeh futbolkarên nava meydana topê, bi topê leyîzin. Simbêlên wi jî wekî futbolkaran bin difin a wi ewa wekî kilyarê keti navbeyna birîyên reş, de top leyîstin. Gor bejna xwe ya dirêj ne gelek lewaz bû ne jî gelek qelew.

Şîno di malê de zarokê duyemîn bû û bili wi û bira ê wi yê mezin tû dî xwişk an jî birayên dî tûne bûn. Belê me got wê merxebê mizgînîya ji wira pîroz giheştibû destê wi û ewi jî di kêfade şîv nexwar û bi beniki sibe a roja pêşîyê dikêşa.

Belê pêle roja pêşîyê ew şev ji wire bibû sal û dewran. Ji bo xelasbûna şevê tû ne be pencî cara çûye pencerê, di bencerê de temaşeyî kolanê kirîye. Di kolanê de çend mirov derbaz bûn e hemû lib û lib hejmartîne. Di navbeyna rûniştin ê û çûna pencerê de pir car jî çûyîye nav nivînên xwe ku ca razê, belê di nav nivînên wi de jî mişk û mar, dahbe û êzdahiya rahilaye wi. Qabil nebû razan jî ji wire qoreder bû, mawt bû.

Dawîya hinde îza û îşkence ê de ewi jî ne zanî kanê şevê raza an jî ne raza, bes haylê bû ku ronahî kete bajêri. Dema haylê bû ronahi kete herêmê bi dengê se a û bi dengê dîkilan re hizira wi ne li bajêrî ye, hizira wi yê li gundê mala bapîr ê xwe. Havîna caran di çû gundê bapîr ê xwe ji wê çendê di zanî têkilahîyên gundi û rabûn û rûniştina gund çawa ye.
Ez serê hewe gêj nakim ez dê zivirim hêcan a Şîno.

Belê Şîno wê sibê di hêcan a malbata xwe, hêcana hevalên xwe û hêcan a daweta bira ê xwe çawa parîyek sertêştê xwar an jî nexwar ne zanî. Êkere ew du meh bû dê a xwe nedîti bû, pêtir kulkuvanîyê dê xwe bû û hêcana ji hemû yê girîngtir ji wire ew bû.

Dema pê xwe ji navdera mala xwe avêti berderi pêtir hişên wi giran bûn, xwîna wi pêtir tevlihev bû, laşê wi ji hemû roja pêtir şarî ye. Ev tevliheva xwîna wi, ev şarîyana dilk a wi ev têkilbûna hişên wi carek dî jî ew hilgêrti bû telk/daf a xwe.

Ew roja dê hatiba Wanê ku ji bo hîndekarîya bilind, wê rojê ew û keçika cînara malbata wi Şîlan re çav bi nav çav keti bû. Wê rojê jî hiş û ramanên wi wehe aloze bibûn. Bes ji bo wê alozetîya rasti Şîlanê hati navbeyna çend demhejmara de germahîyek şirîn cihê xwe gêrti bû. Belê di vê rêwînîya wi de ev tevliheva laşê xwe tû jê fahm nedikir.

Rasti ev serhildana hiş û ramanên wi, serhildana dilk û xwîna wi dem bo demê zêde dibû, tû rawestan tûne bû. Êkere dema otobusê suwarbû dem mabû dê dilk a wi ji singê wi derkevî, dê hişên wi li serê wi de windebin.

Şîno bi wê hêcanê re, laşê wi wekî şivika bîya yêk sali lerizî, bi rawestan a otobusê re hizirkir dilka wi sekinî. Hêj bajêrê Wanê dê nû derketiban nik leşkerîya wanê polêsan otobus rawestanîn bû. Ji mirovên navçav girê re, “dê bêji min nanek xwarîye ewi parçeyek” dibêjin, aha polêsek we navçav girê hate nava otobus ê. Bi kurtasî ewi polêsi nasname a mirovên otobusê de bi rêzê temaşe kir û ew carek dî ketîn rê.

Bi wê rawestînê re hezaran rûviyên sêhker di nava mêjî yê Şîno de gêre dikirin. Belê Şîno dema otobus keti rê hindî ji desti hati xwe ji wan rûviyên sêhker parast xwe berda nava derya ya heskirina malbata xwe. Bi wan goman û hişanre binê girê serêziha carek dî polêsan otobus rawestanîn û carek dî temaşeya nasname a kirin. Aha wê demê heta otobus keti rê, dilka Şîno wekî suwarê hespê şînbozkewzanî li deşta Geverî caran şibi glomiçkê grovir, caran jî şibi benik ê tevni rast di bû û we di nava mêjîyê wi de dibezî.

Piştî rawestina girê serêziha rêka otobusê xwe berda deşt ê.
Ez dê bi kurtasî bêjim ku tû kes nebêjî nivîsînên te dirêjin, dema me nebû em bixwînin. Rasti jî ev hecetên waha ne ji bo dema hindikin, ew ji bo bêxîretîya xwendina kurdî ye.

Belê; leşkerên qereqol a çermîkê û leşkerên qereqol a bebleşîn ê jî ev rêwînên otobusê hemû ji otobusê derêxistin destên wan bilind kirin sercilên wan bi destê xwe temaşe kirin û carek dî suarî otobosê kirin. Rêwî hemû jî wekî mihên kelatîya meha tebaxê we bêxîret û bêdeng û we jî amadeyî leşkeri bûn.

Ji bebleşînê wê de Şîno hizirkir xwîna wi sekinî ye, dilk a wi na qotî. Destê xwe didete rûyê xwe, pirça xwe dikêşî, badoka li rahnê xwe dide tû jê fahm nake. Di kevî nava mêjî û hişên wi ku xwîn a wi û dilka wi sekinî ye. Gotin a tu kêrekê lê bidî dilop a xwînê jê nahê hate bîrê. Rûviyên nava mêjîyê wi bi xorti destê wi bire berûka wi û kêr ji berûkê derêxist û devê kêrê avête zenda wi. Di zenda wi de dema xwînê avêti, navbeyna rêwîya de bû hengame. Bi wê alozîyê de binê Elbakê otobus rawesta û bi harîkarîya rêwîya re desmalek avêtin zenda Şîno û xwîna wi rawestandin.

Carek dî dema otobus keti rê di navbeyna rêwîyan de ji bo ciwani bi hezara hevoka berda êk. Belê dema bi rexê leşkerên ji derketina Elbakê de û leşkerên pir a navbeyna Colemêrgê û Geverê (piranû) û leşkerên gundê dêzê jî serûcilên wan temaşekiri aha wê demê Şîno tevlihev bû.
Aha wê demê dilk a Şîno ewa wekî canemergê, dilka wi ewa wekî kilyarê lerizî. Dilka wi wekî cehenema dilê neyarê wi de şewitî, wekî hevokên bi jehrê xemlandi ji devê xwînxwarê wi derkevî we hatin guhê wi. Dê bêji fîşeka kiçîçapê li nava mêjî yê wi daye, wesa laşê wi hişk û ziha bû, xwihek sar di laşê wi de hat xar. Reng û rû li Şîno çûn, spî bû, pît bû, reş û şîn bû, bi kurtasi rû ê wi xwe berda nava hezar reng û rû a. Şîno wê demê haylê bû ku ji wire ew jîyana bi hezar kulîlka re xemlandi, bi vê îza û îşkeceya di rêka Wanêde kêşayî re cihê xwe zivirand cehenemê.
Êdî daweta bira ê wi, dê û bavê wi, hevalên wi û ya ji hemûyê girîngtir ew çavên keça cînarê malbata wi an ku çavên Şîlan ê ji wire pûç û bê wate bûn. Dilk a wi wekî golik ê bihara beredayî xwe tilavê, êdî xwe nahavê. Dilka wi wekî pişîka dê mirar bî tinê dûvê xwe tejînî we bêxîret xwe tavê.

Êkere piştî polêsên helêlê an ku binê simbi serûcilên wan û nasnameyên wan temaşe kiri wê demê ewi zanî ku laşê wi ji taqetê ket, neşêt xwe ji cihê xwe livînî. Rêwîyên wire û karkerê nava otobusê hindî bi lewentê çavên wi, destên wi şil dikin jî, ew na zivirî taqeta xwe ya berê.

Dilê wi di bû şahîdê laşê wi ku hind hêcan, hind zori û îşkenceyê re çendî ciwanbî jî, neşê xwe parêzî. Bi wê lerizîn û zivirîna serê wi re Şîno cahîya malbata xwe, xêrxazek rêwinî ew bira nexeşxane a Colemêrgê. Paşê jî nayîsên wi ewên kedkarê nexweşxanê ji malbata wire bersiv rêkirin. Navbeyna deh roja de li nexwşxaneya Colemêrgê razayî pîçekê hişên wi hatin ser, laşê wi pîçek bî jî zivirî taqeta berê. Rojek ji berî dê nexweşxanê derketiba hêcana dîtina malbat û Şîlanê carek dî wekî agirê tenûra dilka wi şewitand.

Şeva wê roja dê nexweşxanê derkevî jî wekî şeva li Wanê dê hatiba Colemêrgî carek dî ne raza. Belê mixabin wê roja ji nexweşxaneyê derketi û şevekê mayî malbata xwe ne geheşt bîr û bawerîyên xwe.
Her we Şîno qet tevli daweta bira ê xwe ne bû, Şîlan jî ne dît, û roja dî ya paştir bi hind îza û îşkencere carekdî zivirî Wanê.

Eve tê wê wate ê şîrove a Şîno tinê mînaka hatin û çûna mirovekî Colemêrgî ye. Di herêmê de wekî hemû Kurda Colemêrgî jî di vê rêkê de dewleserê parlementerên xwe dîn bûn, neheq nînin.

FERHENG
hêza nîgaşî = hayal gücü
rastbînî = gerçeklilik
hîndekarîya bilind = yüksek öğretim
girê serêziha = kurubaş tepesi

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10