Hêvî!

"…ax u sed ax"  dayê! dibêje helbestvanek.

 

Dayê! Te dîtine hêsrên cawên min vekî dibarin ji ber hîvîya azadîyê? Ji ber zarokên bê guneh û bê xevn û xeyal…

 

Ev zarokên dest  cemidî li ser befra zwîstana seqemî. Ev zarokên li ber tîrojkên  roja erd soj.

 

Tu qey dizanî çawa diherike xem û xeyal nava dilê min de?

 

Dayê havar dikim dayê!

Bi zmanê xwe, bi hebûna xwe havar dikim!

 

Dil şkestî û bê ware dayé!  Havara mine; gelo bi azadîyê xemilîne deşt û çîyayên welatê min; çîyayên bi rumet ên rojhelatê, ên mezrabotan?

 

Tu qey nizanî çawa diherike nava dilê min de  ev xema qedîm, ev  xem û xeyalin li ser milên min?

Çawa îş dide dilê min ev xewnên zarokatîyê ên ber çawên min…

 

"Ax û sed ax, hewar û sed hewar" dibêje Hemîd Dilbihar di helbestên xwe yên bi qirîn, bi hewar û bi hêvî de…

 

Ev nalîn û qirîn a   hemu Kurdane…

 

Xewn û hêvîyên azadîyê. Hêvîya aşitîyê ye dayê…

 

Hê, ji  zikmak de dibarin hêsrin zarokên Kurd, mîna baranên biharê. Hê li zarokatîya Kurdan  xeyîdîye kenî  li ser liva.

 

 Ma êdî ne bese dayé?  Hewar û sed  hewar!

 

Çima bi hew re nayên gotin kesk û sor û zer çîma?

 

Çîma van demin rengîn,  çîyayên welatê min kirasek reş ber xwe dike.

 

Ka gul û sosin? Ka zozanên her tîm bihar? Ka kulîlkên zozana?  Ka azadîya gelé me Kurda. Ka mafên yezdanê dilovan  bi me re diyarî kirî.

 

Çîma  em qetandin  ji welatê me; jîyana me û azadîya me bindest kirin? Çîma!

 

Na na dayê! Em ber nadin doza can, doza rojhelatê. Em ber nadin doza hebûna xwe.

 

 Xebata me dê her hebît ji boyî rumetîya xwîna xwe û çand û zmanê xwe.

Ev, doza hebuna me ye.

 

Sond û peyman  neyaro!

 

Tu bexçê jîyana me nikarî talan bikî.

Ev dem nayé gurê sor ev dem nayê!

 

 Bila zarokên bi guneh, xort û cîwanên çaw belek bêne wînda kirin ji ber zulm û zordarîya ve.

Bi mîlyona mertal dê dakevin rîya ve û  dakevîn ber sîngê ve. Bi mîlyona mertalên zindî.

 

Bi xeyal û hêvîyên zarokatîya xwe bimînin.

Önceki ve Sonraki Yazılar