Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Helepçe û enfalan ji bîr nekin

Helepçe û enfalan ji bîr nekin

Di jîyana miletan de rojên nirxbilind ku çû caran nayên ji bîrkirin û neyên ji bîrkirin hene. Hinek ji wan jibo xweşîyê û serbilindî yê, hinek jî jibo xemgînî û şîngirtinê ne. Îro roja xemgînî û şîngirtinê ye. 24 sal berînaha di 16.03.1988 an dewleta Iraqê ya di bin serokatîya Sedam ê faşîst û generalê wî yê xwînxwar Elî Kimyewî, bajarê Helepçê bi jahrbarankirin û jenosîdek li ser Kurdan pêkanîn. Ev jehrbaran û jenosît bû sedmê kuştina 5.000 şehît 10.000 birîndaran.

Ew roj di dîroka Kudan de bû “roja herî reş û tarî.” 24 sal di navberê de derbazbûne; lê hêjta bandora wan jahrên kimyevî di heremê de xwe nîşan didin. Piranîya kesên li wê hermê dijîn nexwşin, zarowên ji dayik dibin jî, piranîya wan kêm endamin/seqetin. Li gor statîstîkan nexeş û kêm endamên Helepçê 3-4 caran ji yên Horoşîma û negazadî zêdetirin.  Em Kurd tivê vê rojê hertûm birbînin û zanîbin destkevtîyên Kurd û Kurdistana başûr yên îro, li ser kîjan zehmetî, qetlîam û nirxan geheştîne vê merhelê. Tivê em Helepçê ji bîrnekin û jibo bîrnekirinê !

1- Zarowên keç di wê rojê de bên dinê, navê wan Helepçe deynin.

2- Em li kîjan deverêbin, di wê kêlîya qetlîambûyî de rabin pîyan û yek deqîke li ser pîyan bisekinin û sîyaneta xwe nîşan bidin.

3- Divê roja şînê de,wek hişareta şînoyîbunê, Qirewat, qutik/gomlek bedil anjî qurdelek şîn li pêsîra xwe vekin.

4- Her Kurd di mala xwe de, jibo Helepça Şehît û Şehîdên Helepçê, findan/ muman pêxe. Ew awa tivê jibo ji bîrnekirina helepçê bibe, toreyek/adetek û heta hetayê bimîne.

Bi vê minsebetê bejna xwe jibo Şehîdên Helepçê û Enfalan di tewînim, jibo birîndar, nexweş û kêm endaman tendurîstî,  jibo malbatên wan jî sebrê dixwazim.

HELEPÇE Û ENFALAN JI BÎR NEKIN..!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi