Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Greyfurt (Leymûna behştê / pistan bûk)

Greyfurt (Leymûna behştê / pistan bûk)

Danasîn : Greyfurt riwakek darane ji malbata narincîyan e. Fêqîyek tama wê tahlemize. Dara wê 6-15 m an bilindibe. Belgên wê keskêtarî, biriqok, kevilane mezinahîya belgan qasî15 cm hêkane û naweşin. Kulîlkên wê wek hûşîyan spî û hevrene. Nava kulîlkê de navikek û tozdanka dolkirinê heye. Ji wê kûlîlk ê  fêqêyek  ji pirteqalan mestir, seribinê wê hinekî dewisandî (pahn) û qaşîl zirav, têravî û têrgoşt çêdibe. Aha wê fêqîyêre Greyfurt tê gotin. Rengê wan spîyane, peyazî anjî sorane ne. Her waha rengê goştê fêqî ji wusanin. Bixwe rengê goştê wê dide qaşil. Du cureyên wê hene yên bi sîsik û yên bê sîsik. Lê yên herî biqîmet yên goştsorin. Tirkî jî jêre dibêjin greyfurt her waha piranîya zimanên din  jî ew nav tê lêkirin (bê guman navên wê yên şibandî jî hene, wek memikên keçan, fêqîya biheştê, pirteqala tahl û hwd.)  Fêqîyek gellek faydedare lê nabît bi dermana re bê xwarin ( jiberku bandora dermanan zêde bilindike dibe sedemên(mirin jî têde) xwusardayînên mezin. 

Welat û dîrok : Welatê greyfurtê Çîn û Hindistan e. Herçend dîroka narincîyan xwe digehîne 5000 salan jî, lê ya greyfurt ê baş nayê zanîn. Tişta tê zanîn di sala 1750 an de Barbados ê Portekîzî wê kefşdike û Portekîz wê di welatê xwe de diçînin û bi vî awayî belavî welatên din dibe. Naha bûye fêqîyek sereke û derman. Lewre ji alîyê gellek welatan, jibo ticaretîyê çandinîya wê têkirin. Welatên herî zêde lê tên çandinYDA, Çîn, Afrîqa başûr, Meksîqa, Sûrîye, Îsraîl û Tirkîya ye. Li dinê salê de 5061023 ton tên hilberandin. Lê tivê bi dermanan re neyê xwarin û ava wê bi dermanan neyê vexwarin.

Berhevkirin : Greyfurt jî wek pirteqalan payîzan de tê berhevkirin. Herwaha wek pirteqalan tê karanîn.

Têdahîyên pistanbûk ê :  Av, Şekir, Rûn, Lîf, Kalîum, Magnezyûm, Kalsîyûm, Asîdên strîk, Cureyên flavonîtan, (narîngin/ narîngenîn) Potasyûm, Paxir, Sodyûm,  Fosfor, Vîtmîn A,cureyên B, C û hwd.

Bikêrhatîyên greyfurt ê : 1- Jibo hemu avayên sermagirtinan kêrhatîye 2- Mêlakê (kezeb/ cergêreş) dixebitîne 3- Hezmê hêsadike û iştah vedike 4- Zixt (tansîyon) kolestrol û şekir ê dadixe 5- Beden û zêhn kişt (zinde) dike û destavê diqulipîne 6- Goştê diranan diparêze, diranan spî û saxlemdike 7- Rewşên tevlihevîya mejî xiyalşikestin, hesûdî, bêqirarîyan ji holê radike 8- Hinek madeyên xisardar yên nava rovikan tavêje der 9- Xwînê paqijdike, dostê dil e û jiyanek bi tenduristî pêktîne 1o-Madeyên xisardar ji beden tavêje 11- Li henber pencşêhran beden diparêze 12- Pêşîya destistan( şêl, felc) bûn û xwîn hatinan digire û hwd. Lê Qedexeye bi hemî cureyên dermana re (aspirîn jî tê de) bê xwarin an jî ava wê bê vexwarin.

Bikêrhatîyên rûn ê greyfurt ê : Jibo kuxuk, bronşît, xeniqok, astim, serêş, sellûlît, warês û arêşeyên ketina kincan de tê karanîn.

Gotinên bisporan di derbarê greyfurt ê de : Banû qazanç bispora dîyet û xwedîbûnê dibêje : Greyfurt di rewşên tevlihevîya mejî, hesûdî, xiyalşikestinan de wek derman tê xebitandin. Ligor lêkolînan derketîye holê lîf a greyfurt ê  kolestrol bi pîvanek bilind daxistîye. Bispor beyandikin ku rojê dû greyfurt xwarin jibo nexweşîyên  goştê diranan yêkûyêk e.

Komela tendûristîya dev li ser  58 kesên nexweşîyên goştê diranên heyî bi rojê dayîna 2 greyfurtan ceribandin kirine. Di encamê de hatîye dîtin ku  goştê diranên wan kesan jiberê gellek çêtir û saxlemtirin.

Di klinîgek San Dîego de pisporan beyankirine ku berî xwarinan, xwarina nîv grêyfurtê  kêloyan dide avêtin. Herwaha wan di ceribandinên xwe de dîtîne ku şekira beden dihelîne û nahêle bibe rûn û dibeden de bicive. Omegaya dostê dil jî ji greyfortê tê çêkirin. Lê tivê liser dermanan girêyfurt neyê xwarin û ava wê neyê vexwarin. Heke bi xwarin an jî ava wê bê vexwarin dibeku bibe sedemê ( mirin jî tê de) xisardarîyên mezin.

Porf. Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje: “ Li gor lêkolînên Ûnîverîsîta Wîscansîn li Emerîka ava greyfurt ê de cureyên flalafonîtan yên bilind hene. Ew jî pêşîya Trombozê (girêkbûna xwînê) digire lewre li şûna dermanên asetilsalisîlî (ASS)  di hewînin tê amoj (tawsîye/nesîhet) kirin. (NH.6.96. 322.) Di heman Ûnîverisîtê de Dr. J. H. Steîn û ekîba xwe li ser 15  kesên nexweşîya sikleroza kroner (hişkbunên jîy/ rehên kroner) ceribandinên tedawîya bi dayîna ava greyfortê kirine. Di encamê de peyandine (tesbîd) ku ava greyfurtê ji % 6 reh vekirine û % 35 jî kolestrola xwînê daxistîye (NH 7. 2000. 6.)

Bikaranîna Greyfurt ê : 1- Rûnê greyfurtê 2-Maska tûvil (qaşil/kevil) 3- Rêçala tûvilê greyfurt ê.

Rûnê Greyfurt ê : 2-3 dilopên rûn ê greyfurt ê bikin ser pirtek şekir an jî parîyek nan û bixwun. Jibo nexweşîyên li jor qala wan hatîkirin zehf kêrhatîye

Jibo aroma : 20/25 dilopên rûn berdin nav qedehek avê û deynin ber pencerê. Bilan wusa biseine dê bêhna xanî xweşbe û faydê bide nexweşîyan jî.

2- Maska tûvil ê greyfurt ê : Jibo civanmayînê qaşilên greyfurtan rendekin û dû kevçîyên hingiv bikin nav û baş tevdin û li rûyê xwexin. 30 deqîqan bi sekinin û rûyê xwe bişon.

3- Rêçala qaşil ê greyfurt ê : Qaşilan hûrkin û bikin nav ava sar, bilan 2 rojan avê de bimîne lê carû baran ava wê biguhêrin. Jibo1 l av, 1,5 şekirê bikin firarqekê bilan bikale heta hinekî tîrdibe, paşê qaşilan berdin nav û hêdî, hêdî bipêjin. Paşê hinek (2 kevçî) ava leymûn û hinek ava greyfurtan jî beraserdin û 5-10 deqîqan bikelînin.(heke rohn be netirsin ku sarbû ewê tîrbibe).

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi