Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Gezing - Gezgezok

Gezing - Gezgezok

Gezing an jî gezgezok, gîya yan jî pincarek bê ar e.  Xwe bixwe li ber rêyan, ber lêvên coyan li bin dîwaran, binê keviran, cihên xurabe,   hêşîn dibe. Li Kurdistanê jibo xebitandinê du cureyên wê hene “ mezin û biçûk “ lê naverok û têdayîyên wan wek hev in. Ferqîya nava wan bi tenê bilindbûn e. Bejna ya mezin heta 120 cm, a biçûk jî 20 – 60 cm bilind dibe. Belgên wan gurover an jî wek dil in, rexên wan xetxetî wek diranan in. Dema bi laşê mirov bikeve  dişewitîne û sor dike.Gîyayek li her cih û deverê dijî û dide jîyan. Jibo tendurustîyê “ nirx zêr e “ lê mixabin qedrê wê nayê zanîn.

Ji qedîm de li her deverên dinyayê xwarin, derman û çayê jê tê çêkirin. 4000 sale Çînî wek dopîngek xwezayî bi kar tînin.  Di nava xelkê Kurdistanê de tê gotin ku jibo penceşêrê (kanser)  dermane . Lê Profesorê Unîversîta Gazî ya beşê dermanxanan Prof. Dr. Eren Sezîk dibêje: Di gezingê de çu bandorên erênî (posîtîf) jibo penceşêrê nehatine dîtin. Divê kesên penceşêr pêre heyî çaya wê zêde venexwin, ji ber ku hinek madeyên di gezingê de, dema çayê jê bê çêkirin ji hev belav dibin û sîstema xweragirîyê/baxişiqlik dixin bizavê û aktîf dikin. Lewre, goman heye kesên penceşêr pêre hebe,  ew wîroza penceşêrê jî bikeve hereketê û belavî cihên din ê laş bibe. Bi gotinek din jibo kesên penceşêr pêre heyî ne baş e.

Berhevkirin û hişkirin: Belgên wê di meha Gulan û Xizîranê de ji çiqan verûtinê, yan jî bi çiqan ve tê jêkirin. Tov (bizir) di meha Tîrmeh û Tebaxê de , reh jî di bihar û payîzan de dema tav dijwar be tên  berhevkirin. Di sîberê de tên hişkirin û di nava firaxên/armanên cam û cihek zuwa de tên parastin.

Têdahî: Pel, Flavon, Vîtamîn C, Asin (hesin), Mîneralên bi xwê, Asîtên gîyayan, Sîtosterîn, Amîne (Hîstamin)

Bizir: Musîlaj, Protein, Rûnên neguhêr (sabît), Crotinoit, Clorphll.

Reh (kok): Tanen, Sterolen, Sterylglucusîd, û hwd

Bikêrhatî: Ji ber ku madeyên nava reh, belg û bizir ji hev cihê ne, kêrhatîyên wan jî ji hev cuda dibin.

Bikêrhatîyên belgên gezingê : Çiqas taze be feyda wê ewqas zêdeye . Îdrarê zêde dike, xwînê paqij dike, xwînê çêdike, edavan paqij dike, kêmasîya hesin temam dike, organîzmayê hişyar dike.

Nexweşî: Ji alîyê TIB ê de bi taybet jibo nexweşîyên mêlak (kezeb- cergê reş), kîskê sefrayê (zirav), xalik (fatereşk), pişik (mêlaka spî- cergê spî), edava sîstema bêhnê, kurufên mexde, kulên mexde û rûvikan re tê pêşkêşkirin. Her weha bi kêrî nexweşîyên pankras, deformasyonên ba (romamtizma), jibo gurçik û edavên wê, serêşên dijwar ên sedemên wê ne dîyar, pêşîlêgirtina mezinbûna prostatê, xistina keviran, bêhalî û betilînê/mandîbûn/ westîyan, zêdekirina sorgilokên nav xwînê, xwîn û hesin, betilîn û bêhalîyê, hemi cûreyên nexweşîyên alerjîk (persîfa biharê jî tê de), egzem, pirzikên baliqbûnê, jibo daxistina şekira nav xwînê tê karanîn.

Reh: Jibo pêşîlêgirtina mezinbûna prostatê, (bi tenê yan jî bi belgan ve) jibo porweşîn û kepegê.

Tov (bizir) : Jibo organîzman hişyar bike, hêza parastinê zêde bike, jibo teralî, westiyan û hêdîlivîna kalan xurt bike.

Bikaranîn: 1- Çayê 2- Serşûştin 3- Pêşûştin 4- Tentûr 5- Xwarin 6 - Birûş (şorbe) 

Çayê: Kevçîyek şêranî û gezinga hûrkirî (ter an jî hişk) bikin nava qedehek avê, ser tijî ava germ bikin bila 5- 8 deqîqan di dema xwe de bimîne. Paşê biparzinin û bê tam xweşkirin (şîrînkirin) germe germ bi firtan vexwin. Hehe hinek ji bêhn û tama wê aciz bin dikarin pilek catir an jî pûngê bêxin nav.  Rojê 2-4 qedehên çaya taze ( bi lexînî – bêyî ku tiştekî bixwin –zikê birçî- xurînî) yan jî di navbera danên xwarinan de taze çêkirî vexwin. Lê kesên penceşêr (qanser) û yên ji ber fonksîyonên têrnekirina dil û gurçikan di laşê wan de av berhev bibît, divê bêyî destûra bijîşk(doxtor) nexebitînin.  Her waha divê dewamî neyê vexwarin. Kesên dixwazin kûr’a wê bikin dikarin 20 rojan li ser hev vexwin, 10 rojan navberê bidinê û dîsan vexwin.

Çaya bizir: Ew jî wek çaya belgan lê divê bizir bê herîşandin (kutan).

Çaya Rehan: Kevçîyek şêranî rehên paşhûrkirî bikin nav qedehek avê bikelînin û 5 deqan bila di dema xwe de bimîne, paşê biparzinin û bê şîranî  germe germ vexwin.

Tentûr: Bihar an jî payîzê rehên wê berhevkin, baş bişon û hûrkin. Bêxin nav şûşekî devteng, heta bi ser keve. Alkola 35-40 derece berdin ser ( heke qanyak an jî votka be baştire), 14 rojan liber tavê, yan jî li cihek germ bihêlin. Car bi caran bişilqînin, paşê biparzinin, bikin şûşek tarî û di cihek hênik de biparêzin. Li gor hewcedarîyê rojê 2-3 caran 15-20 dilopan jê vexwin. Hûn dikarin wê tentûrê bi salan bixebitînin ji ber ku xurab nabe.      

Banyoya pîyan: Du kulm reh, belg û çiqên şûştî û hûrkirî ji êvar de bêxin nav 5 lr. ava sar bila heta spêdê bimîne. Spêdê wê avê heta ku hûn karibin pîyê xwe bikenê germ bikin û pîyê xwe bikinê. Ne hewceye hûn wê avê birêjin û dikarin 2-3 carên din germ bikin û bixebitînin. 

Por şûştin: 4-5 kulmên gezingê yên ter an jî hişkkirî bêxin nav 5 lr avê, heta bê berkelînê germ bikin. 10 deqan di demê de bihêlin, biparzinin û serê xwe pê bişon. Heke ya rehan be divê ji êvar de bikeve nav ava sar paşê bê germkirin, 10 deqan di demê de bê hêlan û bê xebitandin. Lê dema mirov serê xwe bi ava reha ve bişo, divê paşê serê xwe bi sabûna bi soda bişo.

Xwarin: Mixle, mixla bi spanax, mixla bi hemi pancarên dibin mixle, her weha wek hemi pancarên dibin birûş (şorbe) wek bexdenoz hûr bike û bike ser hemi selete xwarin û şorban. Mirov dikare bike nav borek û kutilkan, bike sos bêxe ser meqerna. Bi kurtî, heke mirov xwarinpêj be dikare keviran jî bipêje. Êdî hemi maye ser hûnermendîya kebanîyê.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Xalidê Hekarî Arşivi