Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Direw û Xapandina ser erdheja wanê

Direw û Xapandina ser erdheja wanê

Hêrsek ê kûrahiya dilê min de, roj bi rojê min helîn e. Ev hêrse dem bi dem  kirêtiyên di erdheja Wan’ê de tên kirin, direwên di vî çendê de tên gotin wek tîrojên tavê di nava mêjiyê mirovan dide.

 23 ê erdheja Wan’ê de ez li vî bajêri limala xwe bûm. Bili erdhejên bihezaran re tên gotin ên hûrumûr, her du erdhejên bizêdehî mezin de çawa mirov ser hişên xwe diçe, ez jîm.

Ne hewceye mirov viran berde, belê didema erdhejê de hizir, hiş, nîgaş û ramanên mirovi sekinin. Tu tişt nahê bîra mirovi û hişên mirovi. Mirov wekî gîya bi rih belê nexwediyê çu jîyana mirovan dijî. Cihê hezkirina jîyanê tirs dikeve dilka mirovi. Di wê demê de mirov li dinê ye, belê najî.

Ez û tev welatiyên Wan’ê di vê psîkolojiyê de tevlihevin, tu destê germ nagehe hewara me. Lewre dema em ji vê wezebaya herêmê xelasbû em mane çavrê destek germ, xwediyek biwijdan.

Di navbena herdu herdhejên mezin de me temaşeyî televizyonên tirki kirin. Tev nûçeyên wan de Serokwezîrê tirki û bi wezîrên wi re “tu pirsgirêkên welatiyên Wan’ê nemane” digotin û cîhan xapandin.

Belê dibêjin dest dizane kîrê dixwire, em welatiyên Wan’ê jî dizanîn kanê çend harîkarî ji me re hatiye, ê pêş çav.

Em welatiyên Wan’ê navbeyna xeta êş û eleman de tên û diçîn. Ji bo jîyanek ku pê bijîn dixebitîn. Di vê qîri û hewara me xîzanên Wan’ê de alîkarê serokwezîri, Bekîr Atalay wê rojê li Wanê bû. Bi hatina wi re welatî jî civîyan ku hêvî û daxwaziyên xwe jiwi re bêjin. Fêhlmêrê mezin alîkarîyê serokwezîri, Beşîr Atalay ji geli re “hûn dê guhdariya min bikin an na, heke hûn guhdariya min nakin wê demê xatira we, ez eve çûm” got û pişta xwe da geli û çû.

Gor gotinan, dema xatira xwe ji welatiyê Wan’ê xwesti “paqij bikin” gotiye. Di vê navbendê de welatiyên Wan’ê ên xemgîn, bêçare, jitaqeta jînê kevti, dixîzaniya xwe de xendiqî û ji bo çareseriya xwe xebatê didin kevtin bin gijiloka jopan û ji destê polîsên AKP’ê qotan xwarin. Ev jî tê vê wateyê ku êrijên ser kurdan tên kirin tevahî bidestê hikometa AKP’ê tên kirin.  

Hey mirovahi werin temaşeyî vê fêhlka fêhlmêrê nazdar bikin, wekî zaroka ji gelê xwe sildibe. Tiştik wiha di cîhanê de hatiye dîtin, carê hûn bêjin.

Di şeva wê rojê de di nûçeyên tirki de wezîrê bajarîbûn û hawiri Erdogan Bayraktar jî ji tev cîhanê re bang dida.

“Di Wan’ê de jîyan domdike û tu pirsgirêka welatî çu nîn e” digot.

Ez jî ji wi re vê dibêjim.

Wezîrê xwedan wijdan dibajarekê de heke tu pirsgirêk çu nebe, divê jîna welatî çawa be?

Gelo jîyana welatiyê Wan’ê a niha û a welatiyê bajarê Stenbolê a niha de çi cidahi heye?

Ji peyva pirsgirêkê de tu çi fahmdikî?

Wezîrê Partîya Spî ê misilman tu nabîni ku welatiyê Wan’ê ji nîvekê pêtir koçkiriye? Ê mayi Wan’ê jî êkê jî avahi çu nîn e ku serê xwe têketê. Tev mayne çol û çolistanê. Hindikan ji vane xîvet (çadir) hene, mixabin hindikan ji vane xîvet çu nîn in û ber sir û seqemê dijîn.

Vir û xapandina ser welatiyê Wan’ê xilasnabin.

Di vê hatina Serokwezîr R. T. Erdogan de, çend hêvî û daxwaziyên welatiyê Wan’ê re guhên xwe xetimandin, bihenekî “neçin avahiyên xwe, heta tebaxê em dê ji we re çareseriyê bikîn” digot. Hey serokwezîrê ji Xwedê tirs, tu qet nabêji carê avahiyên zirar ji vê erdhejê nedîti mayne an na? Carê tenê rêkan de neçe, here temaşeyî avahiyên Wan’ê bike. Kîjan avahi bêqisur e ku welatî neçin wî avahi. Tu bi vî terzi nesîhetan ji welatiyên Wan’ê dikî belê tu nabêji ev mirovene heta tebaxê dê çawa bîjîn? Tu nabêji ku vê zivistana sar û tezî de dê bibi qatilê çend dî welatiyê xîzan.    

Herê gelo serokwezîr, wezîr û peywirdarê Partîya Spî, hikometa misilman kîjan ji we hinde nêzî windabûna jîyanê bûye? Kijan ji we navbeyna mirin û jîyanê tê û diçe?

Herê gelo mirin nahê bîra we? Çi heqê hewe heye hûn hinde henekiyan ji welatiyê Wan’ê re dikin?

Hûn sefaleta welatiyê Wan’ê nabînin?

Herê gelo bi viran re kîjan pirsgirêk çareser bû ye? Carê werin kolanên Wan’ê bigerin, kanê kîjan avahiyê Wan’ê zirar nedîtîye?

Ew welatiyên mayî Wan’ê de dinavbenda çi xîzani û sefaletê de ye?

Bibîn in û destê xwe danên ser wijdana xwe. Derkevin nûçeyên televizyonên alîgirê xwe û di vê çareseriyê de alîkarîya hati Wan’ê giheştiye destê kîjan welatiyê Wan’ê, biaxivin.

Hewe derdê çend welatiyê Wan’ê dermankiriye, wê jî gor wijdana xwe bêjin, ca em bizanîn kanê hewe wijdan heye an na. Ca em bizanîn ku hûn jî wekî hemî misilmanê ji Xwedê tirs, ji Xwedê tirs in.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10