Hemîd Dilbihar

Hemîd Dilbihar

Dilo

Guh bide dengê xwe

Û xwe strana xwe bistrê dilo!..

 

Dilo, tu xwe bihilavê

Îro nebe jî

Dê sibe olan bide dengê xwehilavêtina te

Li kolanên vî bajarî

Bajar bi dengê te nehese jî

Dê bi dengê te bihesin

Dol û gelî û newal

Deşt û çiya û zozan

Bes tu xwe bihilavê dilo

Û guh nede bahoza demê

Ya ku dê rojekê bihêlm û nefes bimîne

Li ber hilm û nefesa te!..

 

-Rondikan nebarîne dilê min;

Rondikan nebarîne

Ji her du awêneyên xwe,

Bila axîn û nalînên te

Rabin dîlan û govendê êdî,

Qêrîna xwe biqirîne dilo,

Bila belav bibe li her çar dor û milan

Hawara ruh û giyana te,

Helbesta xwe bixwîne dîsa dilê min

Lorîna xwe bilorîne

Bila her zêmara te şerma demê bîne

Li ser singê vî bajarê birîndar,

Guh bide dengê xwe

Û strana xwe bistrê dîsa

Li van kolanên li ber sekeratê,

Û dem bibe xencereke reş jî ya dilo

Govendê betal neke

Rabe şêxanî û bablekanê

Li bin ronahiya tîrojkên rojê

Û stêrkên asîmanê bêsînor!..-

 

Nîşe: Ev helbest ji pirtûka helbestkar ya bi navê "Dem Bûye Xencereke Reş- Ezîzam" hatiye wergirtin.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
40 Yorum