Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Destê tarî ê AKP’ê

Destê tarî ê AKP’ê

Dema navbeyna kom, civîn, rêxistinên girse ên demokratîk û gelan de hilbijartin tên kirin, di bingeha wê de şîroveyek û mijarek her heye. Tu hilbijartin bê şîrove, bê mijar nahên kirin.

Tev cîhan dizene ku hilbijartin tiştikî demokratîk e. Di demokrasiyan de û bitêkiliyên demokratîk de hilbijartin tên kirin ku ca endam, gel, hilbijêr îradeya xwe bide pê hesandin.

Di vê sedemê de wekî tev dewletên demokratîk, di Tirkiyeyê de jî ji bo meclîsê parlementeran diden bijartin.

Wekî tev dewletên demokratîk Tirkiye jî ji bo bijartina parlementeran serlêdana îradeya hilbijêran dike. Hilbijêrên Tirkiyeyê bihewlên xwe û biîradeya xwe dengê xwe diden wijdana xwe.

Pêşîya vê nivîsîna xwe de jî min ser deq û dolabên hişlbijartinên Tirkiyeyê nivîsînek nivîsî bû. Di wê nivîsîna xwe de jî dialiyê hikometên Tirkiyeyê re çend kirêtiyan di nava hilbijartinên xwe de xwedî dike, min înabû ziman. Hewce nîn e ez wan dubare bikim.

Hilbijartin navbeyna mirovi û mafê mirovan de têkiliyek demokratîk e. Di vê navê de divê hilbijartin îradeya mirovan a azad be.

Ji ber vê yekê nevbeyna mirovan de hilbijartin cihekî girîng digire.

Di demokrasîyan de ev hewceti ye.

Mirov tu jê fahm nake ku hilbijartinên Tirkiyeyê tên çi wateyê. Lewre hilbijartinên Tirkiyeyê hind aloze, hind bêbaweri, hind bi fên û ben, hind çîraçep hwd. di hindirê xwe de xwedî dike, mirov çu wateyê nadetê.

Belê ê pêş çav ku hilbijartina parlementerên Tirkiyeyê tenê dimîne gotinê de. Lewre destek tarî wê hilbijartinê bêwate dike. Ew destên tarî Tirkiyeyê bi lîstikan re, îredeya hilbijêran re leyîz in. Bi van lîstikên xwe re ji berjewandîya xwe re kar dikin, îradeya gelan binpê dikin û evê jî wekî tiştik pîrozwer dibînin.

Ev çend roj û şev e di aliyê Lijneya Bilind a hilbijartinê (YSK) de, seba tiştik pûç rêzdar Hatîp Dîcle ji parlementiyê êxisti, wekî fîşeka kiçîçapê kevte rojevê.

Sedem ew e ku rêzdar Dîcle di sala 2007’ê de “tu wateya rawestana vî şerî nemaye. Heke leşker êrişa bibe ser wan ew jî dê xwe parêz in. Rasti ev şer e bi vi şikli heta vê rojê hat” gotîye.

Wekî herî zori û zextên ser namzetên Bloka Ked, Azadî û Dmokrasîyê de derêxisti we qanûn binpê kirin, siyaseta xwe a qrêjû êxistin nava vê hilbijartinê.

Ji bo vê gotinê rêzdar Hatîp Dîcle wek sucdar (ew jî dibe çi suç kifş nîn e) hate dîtin û bi salek heşt mehan cezayê zîndanê danê.

Em kitekitên vê mijarê û xeletiyên vê bînin ziman ji xwe ye. Ev mijare wekî hewcetiya ba û avê ê rojevê de cihê xwe girti.

Di dawiyê de jî me kurdan tu baweri bi van hilbijartinên di Tirkiyeyê de hati kirin çu nebû. Wekî berê di vê hilbijartina danzdeh pûşberê, tê dîtin ku destek tarî ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan, qanûna nanase û kirêtiya siyasetê diêxe rojevê.  

Lewre ez dibêjim bila Tirkiyeyê de baweriya kî bi vê hilbijartinên parlementeran tê kirin re, anketek an jî referandomek bê kirin. Kanê sedî çend ji hilbijêran dê baweriya xwe bidin vê hilbijartinê.

Bi taybet wekî min pêşîyê jî goti niha jî dibêjim. Tu baweriya kurdan bi vê hilbijartinê nahê, lewre di hindirê wê de destên tarî hene. Êkere ev bêqanunîyên di vê hilbijartina danzdeh pûşberê ser berendamên Bloka Ked, Azadî û Demokrasîyê hati kirin cide ye.

Bi yekemîn sedî deh dîwarê ber îradeya kurdan li ortê ye. A duyemîn bi destê tarî re qedexekirina heşt endamên serbixwe aloziyek cida danî pêş çav. A sêyemîn jî piştî hilbijartinê endamiya serbixwe a rêzdar Hatîp Dîcle rakirin.

Lê ya rast rêzdar Dîcle mafê parlementeriyê qazanç kiriye. Niha ber çavê hilbijêrên xwe, ber çavê kurd û tirkan parlementer e.

Destek tarî di vê hilbijartinê de dileyîz e. Lewre hêj meha adarê de seba tiştik pûç ji rêzdar Dîcle re ceza tê dayîn. YSK jî vî cezayê rêzdar Dîcle re hati birîn dizane. Mixabin gor vê jî YSK ji bo namzetiya berendamiya Bloka Ked, Azadî û Demokrasîyê re destûr dide. Piştî rêzdar Dîcle dikeve hilbijartinê û tê bijartin û serda jî mazbata xwe hildide. Di vê berdewamiyê de destê tarî wi jê dikêşe. Ev destê tarî îredeya hilbijêrê rêzdar Hatîp Dîcle tune dike.  

Zilm û zordariya ser îredaya kurdan tev ev û ên wekî vane de em di çapemeniyê û rojeva Tirkiyeyê de dibînin û dixwîn in.

Zilm û zordari ji kîjan alide tê bila bimir e. Nahaqi û xîyanet ji kû bê, bila bimir e. Bila tev zor û zext, înkar û îmha, haşakirin û asîmilasyona ser gelan rabe ku ca gel bi hev re wek birayan bijîn in.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10