Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Depoya tenduristîyê

Depoya tenduristîyê

BACANÊ SOR (FIRİNGÎ - TOMAT-  ŞAMIK)
SOLANUM  ÎZCOPERSÎUM

Danasîn:  Bacanê sor riwekeka (nebateka) ji malbata bacanêreş (Obergîn ) tê hesibandin.

Navtenga wê bi tîrane  radibe, paşê gelek çiq jê diçin. Bejna wê heta 3 mîtroyan jî bilindibe. Navteng û tayên çiqan  bi sitirî ne. Lê stirîyên wê nerm in; rengê çiq û navtengê kesk in.

Belgên (pel) wê keskê xet-xetî ne. Rûyê belgên wê yên derve, keskê biriqok, yên hindur mat in û bêhnek gelek xweş jê tê. Kulîlkên wê zer in. Dema ew kulîlk di weşin, li cihê wan dikakek (zerzewat -fêkî ) çê dibe. Ji wê fêkîyê re bacanê sor tê gotin. Ew dikak berê kesk, di pey re zer û dawîyê jî sor dibe.

bacan.jpgDi nava dikakê de dindik (sîsik-tov-bizir ) hene. Ew tov tê hilanîn. Dema çandinîyê, berê di nav qutîkan de tê çandin. Li wir dibin şitil, paşê ew şitil di nava zevî û baxçan de tên çandin. Çawa hinek cureyên kulîlkan bişev vedibin herwûsa bacanê sor jî bişev digihê. Gelek cureyên wê hene. Wek bacanêsor-spî- zer û niha jî yên binefşî (mor )peydabûne. Bacan, wextê xav tê xwarin, bi gelemperî seleteya wê tê çêkirin. û nirxa wê ya di tibê de gelek bilind e.

Welat û dîrok : Makewelatê bacanê sor Meksîka , Peru û Bolivya ye. Berê, li çolê, yên zer xwebixwe çêbûyî hatin dîtin û paşê jî hatiye kedîkirin. Dîroka wê baş nayê zanîn, lê bi hezaran sal in ku li Meksîka, Bolîvya û Peru çandinîya wê têkirin û ji bo xwarin, selete û derman tê bikaranîn. Piştî ji alîyê Kirîstof Kolomb ve keşifkirina Amerîkayê, Ewropîyan bi gemîyan  anîne welatên xwe. Îtalîyan  ji ber rengê wê yê zer,  bi "sêva zêrîn" binav dikin." Îngilîzan heta salên 1900î  "sêva eşqê " binav dikirin. Bacanê sor, ji alîyê Ewropîyan ve belavî deverên din bûye. Îngilizan bi xwe re birine Hindistan ê.  Ji Hindistan ê derbasî Îran ê, Mezopotamyaya jêrîn, Misr ê

û Kurdistana başûr bûye. Lê Kudistana bakur (ji dervayê Hekarî û Botan)  bi riya Firansizan belav bûye. Dema şerê cîhanê yê yêkemîn Fransizan bi xwe re anîne Surîyê û Ruhayê. Lewre beşek Kurd jê re dibêjin firingî (firansizî ) beşek jî jê re dibên şamik (ji navê bajarê Şamê.)

Berhevkirin û parastin :  Dema bacan sorbûn, tên berhevkirin. Bacanên berevkirî yan têne hişk kirin yan jî ava wan tê derxistin. Piştî bacan hatin guvaştin, ava wan datînin ber tavê. Ev av (doşava bacanan-bişava bacanan) paşê di qawanozan de tê hilanîn û ji bo xwarinan wek ava bacanan tê bikaranîn..

Têdahî : Kalsiyum, Fosfor, Potansîyum, Lîkopen  Îzcopîn, Lîfên xidayî, Flavonît, Antî vîral, Beta karotin, Fornesal, Asîta pîpecolic, Asîta arabîk, 23 cureyên antîoksîdan, 25 cureyên antî bakterîel Vîtamîn A, B1, B2,  C, K.

Bikêrhatinên bacanên sor : 1-Destavê diqulipîne ( îdrarê tavêje) 2- Madeyên jehrî yên di bedenê de civîyayî davêje der û xwînê zelal dike 3- Hişkbûna rehan û kezîyan radike  4- Jibo bawîbûn û nexweşîya nîkristê bifayde ye 5- Ji bo êxistina kevirên nava sefrayê û gulçiskan (gurçik ) dibe harîkar 6- Uremê dadixe, hezmê hêsa dike 7- Qebizbunê ji holê radike, çêtir xebitîna rovik û aşikê (me’de ) pêktîne 8- Peyazîtîyê (penbe)  dide çermê bedenê û çerm nû dike. 9- Ji bawesîrê re zehf baş e 10- Bedenê li hember penceşêrê diparêze 11- Qunêran digehîne û jêketina qusîyan ( nasir) re dibe alîkar 12- Ji bo pêvedana (gezkirin ) mozan û sotinîyan ( şewatan) bi fayde ye.

13- Şekirê xwînê eyar dike, Kolestirolê dadixe 14- Ber li çêbûna warîsan digire 15- Li hember bakterî û vîrûsan şer dike 16- Li hember depresyonê jî bandoreka xwe ya baş heye.

Gotinên pisporan di derbarê bacanên sor de : Dr.Dawut Keleş dibêje"Lêkolînên û ceribandinên me, yên  Enstîtûya lêgerînên çanda baxçeyan li Alata de aşkera bûye  ku madeya rengê sor dide bacanan "Lîkopen e".  Ew bedenê li hember penceşêrê diparêze, pîrbûna bedenê û biderengî dixe. Di hindurê xwe de zehf vîtamînan dihewîne. Kanîyek ji ya potasyomê ye. Pêşî li kombûna avê li bedenê digire.  Xwînê zelal dike. Ber li nexweşîyên dil û penceşêra prostatê digire. Kesên di heftekê de ducar bacanan dixwin, rîska bi penceşêrê ketina wan, ji yên ku nexwin kêmtir e.

Porf. Dr. Ahmet Marankî dibêje " Di hindurê bacenê sor de madeya bi "Lycopîn" binav dikin heye. Lycopîn, gurçikan dide şuxulandin û îdrarê dide herikandin. Asîdên ure û xwêyên urat dihelîne û di rêyên avrêjê de davêje der. Ev made bandora "dejeneresyona “Makula" ya bi pîrbûnê ve girêdayî  ye, kêmdike û zehmetîyên îdrarê ji holê radike. Bacanê sor bi qaşil û dindikên xwe rûvikan dixebitîne, qebizbûnê hiltîne û dibe asteng li pêşîya çêbûna kevirên sefra û gurçikan.  Jibo kesên bêîştahîyê dikêşin, pir bi fayde ye. Heke li ser qusiyanan (nasir) bê girêdan, dê jêbûna (ketin) wan hêsantir bike. Bacan li hember penceşêrê zehf bibandor e; lê heke di lebatekê (organ) de penceşêr destpêkiribe, divê êdî neyê xwarin. Kesên arîşeyên wan yên kezebê, bîrovê (edevgirîyê-kurîbun-egzama) û xwura nava tilîyan (mantar) hebin, gerek bacanê sor zêde nexwin."

Ligor lêkolîn û ceribandinên kovara îngilîzan ya "Platet"  beyankirîye; Ava bacanênsor herikîna xwînê tekûz dike û tu bandorên wê yên neyînî nînin û li hember nexweşîna zerikê jî zehf bi fayde ye. Dibe arîkarê başbûna Sînûzîtan. Kesên cigarekêş, jinên ku hebên dijî ducanîyê dixwin, kesên diçin rêyên dûr û  kesên piranîya wextê xwe bi rûniştinê derbazdikin ji bo ku  herikîna xwîna wan normalîze bibe hewce ye zehf (pir-zêde-gelek ) bacanên sor bixwin.

Prof.Atîla Gur yê ku li Zanîngeha Teknîkî ya Behrareş, li Fakulteya Tibê, berpirsiyarê şaxê sereke yê zanista urolojîyê ye weha dibêje: "Bacan bi kurtî depoya tenduristîyê ye"  parêzkarê penceşêra prostatê ye. Zilamên temenê wan 50 salî, ji %30 , yên 60 salî ji % 50 û yên ku 80 salî û berjortir in jî, ji  % 90 dibin neweşên penceşêra prostatê. Lewre kesên temenê wan dibe

50 û berjortir; hewce ye rojê 3-4 bacanê sor bixwin. Lê divê bacan bi tûvil (qaşil ) û dindik (sîsik-tov -bizir) ve bê xwarin. Di bacanên sor de wek dil, çar çavikên sor hene.

Hemî lêkolin û ceribandinan nîşandaye ku, bacanê sor ji bo dil û xwînê pir bi fayde ye. Di heqê bacanan de hewce ye mirov du tiştan bizanît “1- Bacanên herî kêrhatî yên sor in. 2- Bacanên bikarhênayî (salçe, ketçap, ava bacanan û bacanên hişkirî ) jî wek yên xav bi bandor in “.

Di bacanên sor de madeya " Likopen " heye. Heke mirov rojê 22 mg likopen ( 5-6 bacan an jî qedehek ava guvaştî ya bacanên)  bixwe an jî vexwe, dê ji piranîya nexweşîyan dûr bikeve.

Bikaranîn : Mirov dikare di nav hemî xwarinan de Bacanên sor, salçe, ava guvaştî, bacanên hişkirî, ketçap û pestîqa bacanan bikarbîne .

Her waha bacan dinav piranîya seletan dejî tê bikaranîn.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Xalidê Hekarî Arşivi