Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Depoya tendurîstîyê

Depoya tendurîstîyê

BACANÊ SOR (TOMAT- FIRENGÎ- ŞAMIK)
SOLANUM ÎZCOPERSÎUM

Danasîn:  Bacanê sor hêşînhatek (nebatek ) ji malbata bacanêreş (Obergîn ) tê hesibandin.

Navtenga wê bi tîrane  radibe paşê gelek çiq jê diçin. Bejna wê heta 3 mitroyan

jî bilindibe. Navteng û tayên çiqan  bi sitirîye. Lê stirîyên wê nermin; rengê çiq û navtengê keskin.

Belgên (pel ) wê keskên xet-xetî û yên mezin  teriqine. Rûyê belgên wê yên derve keskê biriqok ,yê hindur mat' in û bêhnek gelek xweş jê tê. Kulîlkên wê zerin dema ew kulîlk di weşîn cihê wan dikakek (zerzewat -fêqî ) yek çêdibe. Ji wê fêqîyê re bacanê sor tê gotin. Ew dikak berê kesk, pêre zer, dawîyê jî sordibe.

Di nava dikakê de dindik (sîsik-tov-bizir ) hene. Ew tov tê hilanîn; berê dinav qutîkan de tê çandin. Li wir dibe şitil, paşê ew şitil dinava zevî û baxçan de tê çandin. Çawa hinek cureyên kulîlkan şev vedibin herwûsa bacanê sor jî şev digehe. Gelek cureyên wê hene. Wek bacanêsor-spî- zer û naha jî yên binefşî (mor )

peydabûne. Bacan gelenperî jibo xwarinê û nav seletan tê çandin û nirxa wê ya di tibbê de gelek bilinde.

Wilat û dîrok : Wilatê bacanê sor Meksîka , Peru' û Bolivyaye. Berê li çolê yên zer xwebixwe çêbûyî hatin dîtin û paçê jî hatîye kedîkirin. Dîroka wê başnayê zanîn lê  1.000 an salene li Meksîka .Bolîvya û Peru çandinîya wê têkirin û jibo xwarin, selete û derman tê xebitandin. Piştî kefşkirina Amerîkayê ji alîyê Kirîstof Kolob bi gemîyan,  Ewropîyan anîne welatên xwe. Îtalyanîyan  jiber rengê wê yê zer bacan " bi sêva zîrîn navdikirin." Îngilîzan heta sala 1900 an "sêva eşqê "di navdikirin. Bacanê sor Ji alîyê Ewropîyan belvî deverêndin bûye. Îngilizan bi xwe re birine Hîndistanê.  Ji Hindistanê derbazî Îran, Mezopotamya jêrîn, Misrê

Kurdistana başûr bûye. Lê Kudistana bakur (derveyî Hekarî û Botan )  ji alîyê Firansizan  dema şerê cîhanê yê yêkemîn hatîye surîyê û rûha ê. Lewre beşek Kurdan jêre dibêjin firengî (firansizî ) beşek jî jêre dibên şamik ( tiştê ji bajarê Şamê.

Berhevkirin û parastin :  Dema bacan sorbûn tên berhevkirin, hişkirin, ava yên ter tê givaştin û diqawanozan de tê hilanîn, an jî tê kelandin û  dibe doşav (dims -salçe ) wusan devgirtî tê hilanîn.

Têdahî : Kalsîyum, Fosfor, Potansîyum, Lîkopen  Îzcopîn, Lîfên gidayî, Flavonît, Antî vîral, Beta karotin, Fornesal, Asîta pîpecolic, Asîta arabîk, 23 cureyên antîoksîdan, 25 cureyên antî bakterîel Vîtamîn A, B1, B2,  C, K.

Kêrhatî : 1-Destavê diqulipîne ( îdrarê tavêje ) 2- Madeyên jehrî yên bedenê de civîyayî tavêje der û xwînê zelaldike 3- Hişkbûna rehan û jîy (temar ) an hiltîne 4- Jibo bawîbûn û nexweşîya nîkrist ê bi faydeye 5- Jibo êxistina kevirên nava sefrayê û gulçiskan (gurçik ) dibe harîkar 6- Urem ê dadixe, hezmê hêsa dike 7- Qebizbunê ji holê radike, çêtir xebitîna rûvik û aşikê (mexde ) pêktîne 8- Peyazî (penbe ) tîyê  dide çermê beden û nû (taze ) dike. 9 Bawesîrê re zehf başe 10- Beden li henber penceşêhrê diparêze 11- Qûnêran digehîne û jêketina qusîyan ( nasir ) an re dibe harîkar 12- Jibo pêvedana (gezkirin ) mozan û sotinîyan ( şewatan ) bi faydeye.

13- Çekira xwînê eyardike, Kolestirolê datêxe 14- pêşîya çêbûna warîsan digire,li henber bakterî û vîrosan şerdike û li henber depresyonê jî bandorek baş heye.

Gotinên pisporan di derbarê bacanê sor de : Dr.Dawut Keleş dibêje" Lêkolînên û ceribandinên me, yên  Enstîtûya lêgerînên çanda baxçan li Alata de aşkerabûye  ku madeya rengê sor dide bacanê sor  "Lîkopen e " ew beden li hember penceşêhrê diparêze, pîrbûna beden û hiş direngî têxe. Di hidurê xwe de zehf vîtamînan dihewîne. Kanîyek ji ya potesîyomêye. Pêşîya kombûnên

ava beden digire; xwînê zelaldike. Lihember nexweşîya dil û penceşêhra prostatê digire. Kesên hefteyê de ducar bacanan dixwun riska ketina wan ya penceşêrê ji yên nexwun kêmtir e.

Porf. Dr. Ahmet Marankî Dibêje " Di hidurê bacenê sor de madeya bi "Îycopîn bi navdikin heye. Îycopîn, gurçikan dide şuxulandin û zehf  îdrarê dide herikandin. Asîdên ure û xwêyên urat dihelîne û di rêyên avrêjê de tavêje der. Ev made bandora "dejeresyona “Makula" ya pîrbûnê ve girêdayî kêmdike û zehmetîyên îdrarê ji holê radike. Bacanê sor bi qaşil û dindikên xwe rûvikan dixebitîne, qebizbûnê hiltîne û dibe asteg li pêşîya çêbûna kevirên sefra û gurçikan.  Jibo kesên bê îştahîyê dikêşin pir bi faydye. Heke li ser qusiyanan (nasir ) bê girêdan dê jêbûna (ketin ) wan hêsantir bike. Bacan li hember penceşêhrê zehf bi bandore; lê heke di lebatek (organ ) ê de penceşêhr destpêkiribe, hewceye êdî neyê xwarin. Kesên arêşeyên wan yên kezeb, edevgirî (kurîbun-egzama ) û xwura nava tilîyan (mantar ) hebin gereke zêde bacanê sor nexwun."

Ligor lêkolîn û ceribandinên kovara îngilîzan ya "Platet "  beyankirîye. Ava bacanê sor herikîna xwînê tekuzdike û çû bandorên wê yên nerînî nînin û li hember zerikîbûnê jî zehf bi faydeye. Dibe harîkarê başbûna Sînûlîtan. Kesên cigarekêş, jinên hebên nezayînê distînin, kesên diçin rêyên dûr, kesên piranîya wextê xwe bi rûniştinê derbazdikin . Jiboyku  herikîna xwîna wan normalîze bibe hewceye zehf (pir-zêde-gelek ) bacanêsor bixwûn.

Prof.Atîla Gûr ê Ûnîverîsîta teknîkî Fakûlta Tib ê beşê zanista Ûrulojî a mader (mak- dayik ) ya Behrareş ( Karadenîz teknîk Ûnîverîsîtesî Tib Fakûltesî  Ûrolojî ana bîlîm dali ) Dibêje " Bacan bi kurtî depoya tendûrîstîyêye" parêzkarê penceşêhra prostatêye. Zilamên temenê wan 50 salî %30 yên 60 salî% 50 yên 80 salî û berjortir jî % 90 dibin neweşên penceşêhra prostat ê. Lewre kesên temenê wan dibe

50 û berjortir; hewceye rojê 3-4 bacanê sor bixwûn. Lê tivê bacan bi tûvil (qaşil ) û dindik ( sîsik-tov -bizir ) ve bêxwarin. “Di bacanêsor de wek dil çar çavikên sor hene”.

Hemî lêkolin û ceribandinan nîşandaye ku, bacanê sor jibo dil û xwînê pir bi faydeye. Di heqê bacanan de hewceye mirov du tiştan bizanît “1- Bacanên herî kêrhatî yên sorin. 2- Bacanên xebitandî ( salçe, ketçop, ava bacanan û bacanên xişkirî ) ji wek yên xav bi bandorin “.

Di bacanêsor de madeya " Likopen " heye. Heke mirov rojê 22 mg lipoten ( 5-6 bacan anjî qedehek avabacanên guvaştî )  bistîne dê ji piranîya nexweşîyan dûrbikeve.

Karanîn : Mirov dikare dinav hemî xwarinan de Bacanêsor, salçe, ava gûvaştî, bacanên xişkirî, ketçop û pestîqa bacanan bikarbîne .

Her waha bacan dinav piranîya seletan dejî tê karnîn .   

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi