Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Dema qirêj kevte dilka mirovi

Dema qirêj kevte dilka mirovi

Pênc şervanên PKK’ê û du leşkerê tirk hatin kuştin.

Zarokekê bi cîsmek re leyîst û cîsm peqîn, zaroki jîyana xwe winda kir û du zarokên bi wi re leyîsti jî bîrandêr ê giran in.  

Di navbera şervanên PKK’ê û leşkerê tirki de şer hilket cerdevanek ê û welatiyek bêguneh jîyana xwe winde kir.

Filan cihi mayin peqî gundîyekê jîyana xwe windakir, kerê gundî jî sekitî.

Filan cihi de kurdekê bi bimbeyên ser xwe re xwe kuşt û di vê peqînê re nizanim çen welatiya jîyana xwe windakir û çend jî birîndar bûn.

Bi hevokên wiha re mirov di şê herî gotina bêje, an jî binivîs e. Hevokên wekî vane di rojeva Tirkiyeyê de wekî nanê genimi tê xwarin û tê gotin.

Mirov divê vê pirsê bike.

Herê gelo dema mirov peyvek wekî van peyvên jori bibêje an jî binivîs e, dilka rexgirê şeri naleriz e?

Qatî tu rehm didilka wi/wan de çu nîn e, ko dilka wi/wan naleriz e?

Dilka wi/wan ji pola çêbûye ku nerm nabe?

Hey bo xatira Xwedê ew çi dilk e di singê wi/wan de heyîye ko bo mirina mirovan nerm nabe û naleriz e.

Herê gelo mirina mirovan ji wi/wan re çendî sanahiye û erzan e?

Kuştina mirovan ji wi/wan re nahê tu wateyê?

Ew çi mêjiye ko dinava tasa serê wan de, ji bo windabûne mirovan xortiyê li hiş û ramanên wi/wan nake?

Ew çi hizir û hişin ko çavên wi/wan tarî dike?   

Ez ji vê tu fahm nakim. Em welatekî misliman de dijîn. Bi zêdehi serokên welat jî xwe misliman tînin çav û ji mizgefta dernakevin. Belê ji windabûna mirovan re qifla dilka xwe venakin. Di mislimaniyê de mirov pîrozwer e û we tê zanîn. Kuştina mirovan wekî qatilê tê gotin. Qatil jî di misilmaniyê de gunehek herî mezin e. Alîyê dî de jî tev serê demjimêrê de, nûçeyên televizyonan de kuştin, birîndarkirina mirovan tê gotin. 

Di vê nîvengê de mirov wekî buxikan/mêşlokan (mêş, moz, pêşû, axolk û hwd.) tê kuştin. Ji bo kuştina mirovan re, ha biha (değer) mirovekê, ha biha pêşûyekê re tu ferq çu nîn e.

Şaşbûna min ev e.

Ev rexgirê şeri û di vê aliyê de jî dibe sedema windabûna mirovê bêguneh, diçe mizgeftan û nimêja ji Xwedê xwe re dike.

Herê gelo dema li secdeyê sekine û hêvîyan ji Xwedê xwe re dike, xwe wekî şeytani dibîn e, an jî wekî milaketan dibîn e? Lewre ew di wê sekinandina şecdeyê de Xwedê xwe naxapîn e. Ev çi misilmantiye wiha du rû.

Qatî ew nizane ku Xwedê wi di zane ku ew dibe sedemê kuştina mirovan. Ê bibe sedemê kuştina mirovan û ê mirovan bikuje gor ola islamê gunehker e.  

 Ew çi rik e didilê we de ko hûn dinimêjê de diçin sejdê û Xwedê xapînin aliyê dî de jî ji zarokan bigire heta kalpîrên heştê sali dikujin.  

Ev çi rik e di dilê wi/wan de, bi rêtina rondikên çavên dayikan re dilka wi/wan nasoje.

Dema çolistana heywan dimîn in bêrsî êrija dibin hev. Ê bi qowet ê neqowet dixwe. Gor wan heywana dibêjin ev makeqanuna xwezayê ye. Ê xort dê bijî ê xîzan jî dê jîyana xwe winda bike.

Ev jî, di bingeha çunebûna hizir û hişên wan heywanan in. Lewre navbeyna wan de û mirovan de cudahiya hişê heye.

Di bêjim qatî ê rexgirê şeri, ê ji kuştina mirovan re kêfxeş dibe wekî heywana bêhiş e. Lewre ê aliyê windebûna mirovan de wekî a heywa hiş çunebin dilka wi/wan jî nasoje. Belê ê aliyê windabûna mirovan da hiş hebe rasti dê dilka wi/wan jî bisoj e.   

Ê di nava mêjiyê xwe de, diaqilê xwe de tu hiş çunebin, bawerim ku di dilka wi de jî xwîn nesor, reş diherike.

Di navbeyna wi/wan mirovê rexgirê windabûna mirovan û heywanan de tu ferqa hişan çunebe wê demê xwînê çavê wî mirovi gêrtibe jî jê tê. Belê divê xwe pişt perdika oli de eveşêr e.

Tê dîtin ku serokwezîr pêngavên dîktaroyek dîwane diavêje. Rasti jî mirovê ji bo windabûna mirovan re rondikên pêkenî re rondika birêje, dibêjin îmana wi kamil nîn e.

Tenê bi rêtina wan rondikên bêbaweri re kurd û tirka xapîn e, ca pêtir dîktaroya xwe de dom bike. Belê kurd û tirk êdî bi rondikên wi ê bêbaweri re xwe naxapîn in.

Dema qirêj kevte dilka mirovi rêkên xwînê xetimin, ol û îman di dilka mirovi de namîne. Mirov çavtarî dibe. Bi çavtarîbûna xwe re êrijan dibe ser xîzanan, gelên bindest û karker û kedkara.

Ax dilka qirêj girti, heke tu tirsa Xwedê, tu tirsa wijdanê, tu tirsa ol ê te dihindirê te de çu nebe, ji te re divê çi bê gotin; ewê jî gel ê xwedî wijdan divê bizan e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10