Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Bahîv – Çeqla

Bahîv – Çeqla

Danasîn : Bahîv riwakek (nebat)  darane ji binemala gulan tê hesibandin. Ne ji binemala gûzan lê ji binemala fêqîyên dindik req, wek xox û qesîyan re dibe pismam. Bejna dara wê li gor welat û cih 3-12 m  bilindibe. Darek teman dirêje temenê wê xwe digehîne 40-60 salan. Kulîlkên wê yên spî û peyazî berî belgên wê dibişkivin. Belgên wê ji alîyê derva keskên biriqok ji alîyê nav de kesên matin. Kulîlkên wê 5 pel nava wan sore, têde bizrê doldayînê hene. Ew kulîlk paşê dibin fêqêyek keskêxweliyane û hinekî bipûrt. Di mehên nîsan - gulan ê

seqla1.jpgDe ew fêqîya kesk ku hinek deveran jêre “gerih- anjî bêîfer) tê gotin wek fêqîya biharê ya ewil tê xwarin. Paşê ew fêqîya kesk hêdî, hêdî dibe qaşilek hişk û di nava wê de kakilek alîyek fireh alîyêdin zirav çêdibe. Ew kakil jibo çerez, dermanên xweristî, paste, baqlawe jibo nav xwarinan lîkor û çoquletan tê karanîn. Di bingehî de du cureyên wan hene, yên şêrîn û yên tahl . Ji alîyê botanîk de çû ferqî di nava wan de nînin. Ji alîyê têdahîyan de ya tahl madeya hîdrosîyanîk dihewîne û ew jî jehrek kujere, lewre hewceye 4- heban zêdetir neyê xwarin.

Welat û dîrok : Hinek dibêjin “ Welatê bahîv ê Çîn û Asya navîn e. Hinek jî dibêjin” Mezopotam ya û îran e”. Lê tişta bisporan digehîne hev, di demên ticaretên rêyên hevrîşim de taciran jibo xarinê bi xwere dibirin Ewropa û welatên din. Ji alîyê dîrokê de tiştê tê zanîn  4000 salin çandinîya wê tê kirin. Welatên herî zêde çandinîya wê dikin ; Kalîfornîa, Pakistan , Îran û welatên derdorên behra sîpî ne. Li Kurditanê zêde nayên çandin lê xwebixwe li çolan hêşîn tên.

Berhevkirin : Bahîvên  kesk di maha nîsan û gulanê de tên berhevkirin û hema jibo devterîyê tên xwarin.  Hinek kes rêçal û xweşavan jî jê çêdikin. Bahîvên hişk jî di mehên elûn û çirîya pêşîn tên berhevkirin, qasî hewce jibo malê tê hilanîn. Yên zêde jî jibo fabrîqan tê şandin. Ew jî bi avayek dewisandinê rûn jê derdxin an jî jibo tiştên me li jor gotî bikartînin.

Têdahîyên bahîvên şêrîn : Rûnên sabit, Asîdên zeytûnan û asîdên mazîyan, Potasyûm, Kalsîyûm, Protein, Şîrêz (zemq)  Cureyên şekir û enzîman, Kolîn, Aspargarîn,Vîtamîn A, B1, B2, B3, C, E,   

Têdahîyên Bahîvên tahl : Têdahîyîn bahîvên tahl û şêrîn wekhevin bi tenê bahîva tahl de ji % 8 madeya jehrî ya bi navê “d- Amygdalîn “ ( hîdrosîyanîk ) heye ew made pir bi jahr e. Heke 4-5 heban zêdetir bê xwarin dê xwûsarê bide û  hûsara xwe jî heman demê de nîşan na de.

Bikêrhatîyên bahîvên şêrîn : 1-Qebizê ji holê radike û êşên gurçikan kêm dike 2- Jibo rêyên bêhndan û standinê tê karanîn 3-Piştî nexweşîyan organîzmayê hêzdike 4- Edavên (kurmîbun) gurçik, mesane û rovikan paqijdike 5- Êşên serî, mêlak (kezeb-cergêreş) kêmdike 6- Taybetîya xwe ya brîn kewandinê heye 7- Li henber sotinîyên tahrê (şewatên roj ê-tavê) rehet û aram dike 8- Heke hêkêve bê tevlihevkirin û li serikên bawesîran bê xistin, dê sotinî û êşên wê bibire 9- Qefesa sing û pişîk (mêlaka spî- cergê spî) ji nexweşîyan paqijdike.10 Beden hêzdike û hêza zayendî (cinsî –seksî) zêdedike.

Bikêrhatîyên bahîvên tahl : 1- Çavikên mêlak, gurçik û xalik (fatereşk) ê vedike 2- Destavê diqulipîne û westîyana beden û zêhn hiltîne 3 - Jinên dugîyan hêzdike 4- Jîy û rehan diarimîne (rehetdike)

sekla2.jpgBikêrhatîyên rûnê bahîvan : 1- Rovîkan nermdike 2- Kevirên nava gurçikan bê êş tavêje der 3- Çerm nerm dike û por hêzdike.

Gotinên bisporan di derbarê bahîvan de : Pror.Dr. Î. Gokçek dibêje:” Di kilinîgên Ûnîverisîtan de zêde lêkolîn û ceribandin li ser nehatine kirin. Lewre wek riwakek (nebat) şifadar di asta dûyemîn de ne. Di nava gel de rûnê wê jibo aromaterapî, guhêş, jibo çiriyanên dema dûganîyê, jibo av, sotin û kulikên popoyên pitikan (zaroyên ber şîr-sawe) xur, teriqînên û hişkbûnên çerm tê karanîn.

Di warê botanîk de çû ferqî û cudahîyên bahîvên şêrîn û tahl nînin. Tenê di ya tahl de % 8 madeya jehrîdar ya binavê “d- Amygdalîn” heye ew made pir bi jahre jibo zarokan 8-10 jibo mezinan 18-20 lib dibin sedemê mirînê .Xwarina 3-4 liban şekira xwînê dadixe.

Prof. Dr.Ahmet Marankî dibêje : “ Bahîvên şêrîn qebizbûnê ji holê radike, edavên gurçik, mesane, û rêyên destavê paqijdike, êşên serî, mêlak û gurçikan kêmdike, Taybetîya wê ya brîn kewandinê heye. Li henber sotiniyên tahrê( şewatîn tavê –rojê) rehetî û aramîyê dide. Heke bi hêkêve bê tevkirin û li serîyên bawesîran bê xistin dê fayê bidê,  qafesa sing û pişikê  ji nexweşîyan paqijdike,

Bahîvên Tahl : Çavikên mêlak(kezeb) pişik (kezebaspî) û xalikê (fateeşk) vedike, îdrarê diqulipîne. Tahlatîya wê çiqas zêde be bandora wê jî ew qas zêdeye. Westîyanên beden û zêhn jiholê radike, jinên dugîyan quwetdike, jiber vîtamîn B û proteinên hindirê xwe hêrsbûnan rehet dike. Heke bi şîrve bê vexwarin aşikê(mexde) hêzdike. Hewceye bahîv baş bê cûtin.

Rûnê bahîvê : Heke rojê kevçîyek şêranî bê xwarin dê rovikan nermbike kevirên nava gurçîkan şemitok û nermbike û bê êş û arêşe avêtina wan pêkbîne. Çerm nerm dike heke li binê por bê xistin dê quwetê bidê. Heke qasê rûn hingiv bê tevkirin û pitikan re bê dayîn dê qebizbûna wan hilîne.

Bikaranîna rûnê bahîvên Tahl : 1- Mexcûn jibo bawesîrê 2-Rûnê bahîvê jibo por hêzkirinê 3- Dohnê bahîvê jibo teriqînan.

4-Mexcûna bahîvan jibo quwetê 6- xwarin, paste, û hwd.

1- Mexcûn jibo bawesîrê :  Hinek bahîvên tahl bi herişînin hinek sîrkê bikin nav tevlihev

kin heta tîrdibe û paşê rojê çend caran li cihê bawesîrê xin.

2-Rûnê bahîvan tahl jibo teriqînan û por hêzkirinê : Heke jinên dugîyan (hemil) 2-3 dilopên rûnê bahîvan rojê 2-3 car li zikê xwe xin dê pêşîya teriqîn û lekeyên hamletîyê bigire. Heke 2 dilopan li rûyê xwe xin dê rûyê we ji paqijke. Lê divê neyê vexwarin heke bê vexarin dibekû zarok bikeve.

Hinek rûnê bahîvên tahl û dohnê zeytê tevli hevkin û li binê porêxwe xin dê porêwe quwet û bibiriqe.

3- Maska rûnê bahîvên şêrîn : 50gr bahîvan spîkin û bi herişînin bi hinek avê heta bi kevçikîve bizeliqe tevdin 10gr arvanê şilêl (yulaf) 10 gr aroma piteqalan berdin ser u tevdin û 90 deqîkan bilan bisekine, hinek şîr jî berdin nav û rûyê xwe xin. bilan 30 deqan bi rûyê weve bimîne û paşê bi ava şîrgem ve rûyê xwe bişon.

4- Kirema Bahîvên şêrîn : 1 kevîyê xwarinê kirema nermker 1hêk, 1 kevçîyê xwarinê dohnê bahîvan 1 kevçîyê xwarinê hingiv.

Zerik û spîka hêkê ji hev cudakin, rûnê bahîvan hêdî, hêdî tevli zerikê kin û tevdin .Kirem û hingiv berdin nav, spîka hêkê jî baş bi şilqînin û berdin ser û hemîyan baş tevdin û bi firçek fireh rûyê xwe xin. Bilan seetek ê bimîne paşê rûyê xwe bi ava şîrgerm bişon.

5- Mexcûna bahîvan : Qasî bahîvên qutayî,  anjî  hêrayî hingiv tev bikin û berî xwarinan 30 deqîqan kevçîyek xwarinê jê bixwun.

6- Xwarin, paste û hwd : Hûn dikarin kakilên bahîvên şêrîn jî wek yên gûz û bindeqan bixwebitînin

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi