Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Aştî û azadî

Aştî û azadî

Dawiya rik û neyariyê sahm e,

Dawiya şer û xwîndariyê kuştin e,

Mesilhet ji her duyan jî dûr e,

Azadî di destê mirovan de ye.

Belê…

Azadî ê dilka kêrmiki de,

Kêrmik ê qutîya reş de,

Qutî ê zikê çûka ser jê kiri de,

Çûka ser jê kiri ê zikê jina Dêwê Kelîn de.

Mala Dêwê Kelîn ê adêheft behren de,

Çûna mala Dêwi ê dilka rikdari de,

Rêka mala wi,

Ê rêka biçûn û nehatinê de.

Jina Dêwê Kelîn ê pişt Heft qiflan de,

Pasvanê jina Dêwê Kelîn Sîmix e,

Sîmix melkemotê xwezayê ye.

Tev xweşmêr û pilink

Û

Tev egît û fêlmêr destê Sîmix’ê de helak e,

Dêwê Kelîn hikomdarê xwezayê ye.

Dêwê Kelîn, melkemot e,

Cihê avê xwînê vedixwe.

Sîmixa pasvanê wi her wek wi birik e.

Çavê wi wekî gola xwîne ye,

Rehên navçavê wi wekî stûnê ye,

Diranên wi wekê devê kotanê ye,

Hilma difina wi daristan û çiya ji cih radike.

Di vê sedemê de,

Pêle çûna adê heft behra,

Nahêle teyr û teyruwaş,

Ser adê hevt behrande firde.

Tê dîtin ku kêrmike dê her kole be,

Bin zilma dêwê Kelîn de be,

Kifş dibe,

Azadiya kêrmiki çendî îza ye.

Azadiya kurdan,

Aştiya vî şerê qirêj,

Rawestana rondikên dayikan,

Mesilheta nava gelan,

Ê destê azadbûna kêrmiki de.

Ji mafê mirovan re dibêjim,

Ji gelên tirk û kurdan re dibêjim,

Ji gelên cîhanê re jî dibêjim,

Bibin sedema azadbûna vî kêrmiki.

Lewre dilka rikdari û dilka neyari,

Dilka melkemoti,

A Dêwê Kelîn û Sîmixê,

Bûye hikomdarê hişên wan.

Ji wan re jîna mirovan pir erzan.

Dayik in pir xemgûn û dil kovan,

Serê xwe didin ber kevir, dar û kopalan,

Neşên bikirin riha zarokê xwe a erzan.

Gihîştina azadiyê çendî îza ye,

Ji hindikan re deryaya şîn e,

Ji hindikan re jî jehre mahr e.

Dawiya aştiyê herdem azadî ye.

Dê kengî azadiye kêrmiki bê,

Dê kengî azadiya gelên bindest bê,

Seba çi ji me kurdan re nahê.

 

NÎŞE: Ez ne helbestvanin, çîrok bêjim. Ji kêmasiyên min re biborîn in.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10