Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

ARJEN ARÎ

ARJEN ARÎ

Pêşîyê de du pirtûkên nemir Arjen Arî di pirtûkxana min a mal de hebûn û min car bi car dixwendin. Helbestên wi dilê min xweş dikir û min bi keyf, bi coş û bi şadbûn re dixwendin. Gor dilê min ew helbestkarek pir girîng bû di nava helbestvanên kurd û cîhanê de. Pêwîste ku ez hiş û hizirên xwe ên rasti wi bi du rûperên kompîtûrê re neşêm bînim ziman. Çimkî hiş û hizirên min ên rasti wi bi dehan re rûpêrên kompîtûrê dê tiji bike. Ev sala yêkemîn e ev mirovê welatperwer em hêlayî tenê û çûyî ser dilovaniya xwe. Ewi çendî jîyana xwe winda kiri be jî di paytextê dilka kurdan de cih girtiye û her li bîra me ye.
Hêj jîyana xwe winda nekiri rojek ji rojan ez bi nemir Arjen Arî re di înternetê de bûm heval. Hevaliya min û a wi bi van nivîsînên ser înternetê de germ bû û em li bajarê Wanê bi hev re tişqilîn. Navbenda me de ev helbestên jêri di hevaliya înternetê de hatin nivîsîn.
Arjen Arî;
Ev naverast ne çol e, ne jî Mûş e
Barê jîyanê ne qirêj e ne jî pûş e!
Vê hayatê li me dirand sed navteng û sed qûş e!

Silêman Feqiyanî;
Kak Arjen.
Ev welate ne çol e ne jî wêran e,
Ser mile kurdan barek giran e,
Ji ê radest bibe de êş û jan e,
Ji ê têkoşîn dide re serkevtin e. (S.F.)

Arjen Arî;
Biracan;
Wêran be, çol û beyar be jî
Li bin pê w nîrê neyar be jî
Welatek e piştîyê pişta me jî
Ku jîngeh û qiblegeha me ye jî (A.Arî)

Silêman Deqiyanî;
Bila bê hilma hûtê êzdahi jî
Û dê her bê bager û tufan jî
Çar roj man nabe pênc jî
Em dê azadîyê ji xwe re bikin qible jî (S.F.)

Arjen Arî;
Qible ew e a berê te lê
Welat ew e derê te lê
Ala ew e a serê te lê
Xwîna min û xwina te lê (A.Arî)

Silêman Feqiyanî;
Qibla bindest azadîye
Têkoşîn ji, wan re mecburîye
Xwîn birije bi hevrikî ye
Serkevtin di destê xîzani ye (S.F.)

Arjen Arî;
Qibla bindestan azadî ye
Kabeya wan kohê Cûdî ye
Bi xwînê destnimêj girtiye
Secdakarê Leleş im ez. (A.A.)

Arjen Arî;
Rêzdar, silavên ji milkê dil rêdikim bo cenabê te.

Silêman Feqiyanî;
Qible li pişt kulîlk û tîrêjên tavê veşartiye
Jinên ducanî û zarokên sêwî agahdar bûyîne
Xwîn ji dilk û mêlakên wan herikîye
Şerma cîhanê binpê kirine û nasnekirîne
Qible ji mafê mirovan re kifş kirine. (S.S.)

Silêman Feqiyanî;
Kak Arjen;
Tu li Wan’ê, ez jî Wan’î
Îzayên rasti me bûn qoletanî
Me bi hev re nekir mêhvanî
Hêvî dikim destê te kanê. (S.S.)

Arjen Arî;
Ezbenî; 3yê heyvê vexwendîyê şareveniya Wan’ê me li gel şair û nivîskaran kurd... Bi hêvîya ku silavekê bidim we, we nas bikim...

Silêman Feqiyanî;
Sê yê Kanûnê rojekî şirîn û germ
Li benda te me mirovê ji xwe şerm
Navbenda kurdan de mêhvan herî germ
Hêvî dikim ji te re nakevim nava şerm.
NÎŞE:Ji bo ên hilkolîna helbestên nemir Arjen Arî dikin re min ev daye weşandinê.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10