Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

An naçim aşi, an ji biçim jî dê aşevani bikujim

An naçim aşi, an ji biçim jî dê aşevani bikujim

Pêşîya me di Tirkiyeyê de, ji bo xwedî derketina komalek demokratik û xwedî derketina yekîtî û biratiya gelên Tirkiyeyê de, têkoşînek girîng heye. Di vê têkoşînê de kedkar, karker û gundîyên tirk û kurd ên Tirkiyeyê de sedem windabûna jîyana wan be jî carek dî di vê têkoşînê de tu pêngavan paşve naavêjin.

Ev di vî welat de têkoşînek herî girîng e û pîrozwer e.

Têkoşînek cida jî heye ku ew jî têkoşîna hilbijartina danzdeh hezîranê a parlementeran e. Di vê mehê de dengên mirovên xwedî wijdan, xwedî namus û xwedî mirovên bixasiyet dê kifş bibin. Dengê mirovên xwedî mirovên xwefiroş dê derkeve holê. Bi taybet rengê dengê kurdên reş û ên spî dê xwe nîşê bide.

Ji bo mirovên xwedî van têkiliyan de tu heqê me tu neye ku em wan sûcdar derêxin. Lewre her kesek gor wijdan û xasmêrîya xwe dê dengê xwe bide partî an jî namzetê serbixwe. Ev hizir û hişên wan û ramanên wan gor dilk û mêjiyê wan e.

Belê dema mirov dengê xwe bavêje sanadoqê, hindik jî hebe dilka mirovi divê bileriz e. Lewre ew mirovê bi dengê xwe re wi mirovi bijêr e û bi parlementoyê re rêke, di vê bijartina xwe de ji mirovi re dê çi kar bide wi, gelê wi û welatê wi ewê bîna pêş çavên xwe.

Nivîsînên xwe ên borîde jî min nivîsî bû ku AKP ewrên reş e ser xîzanê tirk û ê kurd de hati. Lewre roja AKP bû hikûmet di tûrikê wê de armanc ew bû ku rejîma Tirkiyeyê danê bin bandora oli.

Di wê armanca xwe de ev heşt sal e tev kadroyên xwe di hindirê saziyên Tirkiyeyê de û mêjiyê Tirkiyeyê de cihkirin. Ji saziyên herî biçûk bigire heta saziyên herî mezin vê rojê, ê bin bandora AKP’ê de. Di vê sedemê de aliyekê sedî dehê de dengê kurd û xîzanê tirki parwankiriye, aliyê dî de jî sazên welat ên di bin bandora xwe re, dê fen û ben ên xwe bide xebatê.   

Di wê sedemê de girseyên rêxistin ên demokratîk di têkoşînek çend girîng de xebitin jî heta xîmê AKP’ê nehejîn in, didoza xwe de bi îza serkevin. Lewre heta duh jî ji gelên Tirkiyeyê re “ê wekî min hizir neke ne welatiyê baş e” niha jî “ê oli wekî min hizirneke ola wi qahîm nîn e û nava oldara de debaşkariyê dike” dibêj e.

Bi vê polîtîqayê re destê herî welatiya ê mayî bin keviri de, bikêşin dê bêşe, nekêşin dê mîne bin keviri de. Di vê sedemê de jî ji neçarî pêşîya vê partîyê de dimeşin.

Dê werin vî keri ji vê kurê derêxin. Kanê çareseriya vê partîyê çi ye. Heke xîzanên Tirkiyeyê û ên kurdan gor vê partîyê oldarbin û wekî wan hizirbikin welatiyên herî girîng in. Ha heke wekî vê partyîyê oldar nebin û wekî wan hizir nekin jî welatiyên terorîst in û dabeşkar in. Ev hizir û hişên AKP’ê tê vê wateyê. An naçim aşi, an jî biçim aşi jî dê aşevani bikujim.

Di bin siha vê sîyaseta qrêjû de BDP’ê namzetên serbixwe ên piştgirîya wan dike aşkera kir. Ev namzetên serbixwe ê ku BDP piştgirîyê bidetê, di vê demê paşde bêne niqaşkirin an jî axaftinên zirar ê morala hilbijêri xera kirin re çu feyde nade kurdan û xîzanê tirk. Bi dana vê qirarê re paşve zivirîn çu nîn e, çareseriya wê xwedî derketina namzetên serbixwe ye.   

Bawerdikim ku xîzanên Tirkiyeyê û kurdên xwedî şeref û namûsê dê di vê hilbijartina parlementeran de qeweta xwe bikin yek û dê van ewrên reş liser welêt rakin. Ev daxwazî dê sezdeh hezîranê (xizîran) esimanê welat bi tîrojên tavê re xemlîn in. Dê welatiyên Tirkiyeyê bixwişk û birati êk û din hembêz bikin. Dê rabin gêzi bidin destê xwe û ewrên reş ên ser Tirkiyeyê gêzi bikin.

Ji bo pir tiştan ev dem ew dem e, ev roj ew roj e, dê kerembikin sandoqan.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10