Navê min Ferz e

Xalidê Hekarî

Berê li hinek deverên Kurdistanê li dîwanxanên axayan, an jî li medrese û mizgeftan kesên halxweş şîvên fitarê didan û fitar bi hevre dihat vekirin. Zaroyên malbatên halnexweş  yên deh- diwanzde salî jî xwarin digerandin û xwarinên ji bermayên zilaman jî, ji bo wan dima, wan jî bi wan xwarinên bermayî zikên xwe têr dikirin.

Rojekê melayek zikîn/têrnexwer/ yê ku ji xwarinê têr nabe û navdar e, jî tê dibe mêvan.

Dema fitarê zarok şîve digerînin, berê nîsk/şorbe nîsk tê ser sifrê. Melayê zikîn dibê:“ Divê hûn nîska xwe bixwin suneta pêxember e.”

Cemeet şorbê tev dixwin û  binî dalêsin. Savar, goşt û mast tê, meleyê zikîn dibê: “ Suneta pêxember e, divê hûn xwarinê di firaxan de nehêlin”.

 Cemeet bi ya wî dikin, xwarina tê, hemîyê dixwin û ji bo zarokên xwaringer tiştek namîne, tev de birsî/birçî dimînin.

Piştî xwarinê mele dixwaze destê xwe bişo û desrêvede/avdestê bigire.

Zarokek ji yên xwaringer jî, mesînekî tije av dibe û li dest meleyê zikîn dike.

Mele ji zaro re dibê: “ Lawê min navê te çiye?”

Zaro: “ Navê min FERZ  e!”

Mele:” Lawê min, ma navê mirovan FERZ dibe? Navê xwe yê rastî bibêje”.

Zaro: “ Navê xwe yê rastî bêjim, da tu bibêjî ev sunet e û min jî, bi cemeetê bidî xwarin ne wisa!”

Bi vê wesîlê meha Remezanê li Kurdan pîroz dikim hêvîdarim dê ev meh bibe sedemê tiştên baş…..

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (1)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.