Serkan Taş yazdı
Hakkâri ve Yüksekova hattı üzerinden okunabilecek toplumsal tablo, yalnızca yerel bir sorunlar bütünü değil; aksine, modern toplumların periferilerinde biriken yapısal gerilimlerin en çıplak yansımasıdır.
Genç nüfusun yoğunluğu ile ekonomik imkânların darlığı arasındaki makas bir uçurum gibi açıldıkça, oluşan boşluk yalnızca işsizlikle değil, aynı zamanda "alternatif geçim rejimleri" ile doldurulmaktadır. Bu rejimler çoğu zaman görünür ekonominin dışında; uyuşturucu trafiği, yasa dışı bahis ağları, tefecilik ilişkileri ve kara para döngüleri gibi tamamen yasa dışı alanlarda şekillenmektedir.
Burada temel mesele, suçun varlığından ziyade onun sosyolojik olarak "rasyonelleştirilmesi"dir. Zygmunt Bauman'ın isabetle belirttiği gibi; modern toplum bireyi tüketim arzusuyla kışkırtırken, bu tüketime ulaşacak meşru araçları ona sunmuyorsa; yasa dışı olan, birey için tek rasyonel çıkış yolu haline gelir.
Dolayısıyla genç bireyin gözünde yasa dışı kazanç, artık ahlaki bir sapma değil, bir hayatta kalma stratejisine dönüşmektedir. Bu durum, emeğin prestij kaybına ve değerler sisteminin kökten sarsılmasına işaret eder. Modern kapitalist kültürün dijital mecralar üzerinden sunduğu "hız" ve "görünürlük" odaklı başarı kriterleri, üretim sürecinden kopuk bir "refah illüzyonu" üretmektedir.
Sosyal medya estetiği içinde sunulan lüks yaşam pratikleri, ekonomik kırılganlığı yüksek olan bu bölgelerde arzu ile gerçeklik arasındaki mesafeyi daha da açarak yasa dışı ekonomiler için bir davet alanı oluşturmaktadır.
Uyuşturucu ekonomisi bu bağlamda yalnızca bir madde trafiği değil, bireyi hem ekonomik hem de psikolojik olarak kıskaca alan bir sosyal kontrol mekanizmasıdır.
Benzer şekilde, yasa dışı bahis ve tefecilik sistemleri, gençleri başlangıçta eğlence gibi görünen fakat zamanla borç ve bağımlılıkla prangalayan karanlık bir döngüye hapsetmektedir.
Giorgio Agamben'in "istisna hali" olarak tanımladığı bu gri alanlarda, suç yapıları hukukun hem içinde hem de fiilen dışında kalarak "kanıksanmış bir görünürlük" kazanmaktadır. Sonuç olarak gelinen nokta, sadece bir güvenlik zafiyeti değil, derin bir anlam krizidir.
Platon'un yüzyıllar önce uyardığı gibi, bir devletin çöküşü gençliğinin yozlaşmasıyla başlar; çünkü artık emek ve sabır, gençler için güçlü bir gelecek anlatısı üretmemektedir.
Eğer bir toplum gençlerine sadece yasakları değil, aynı zamanda eğitim, istihdam ve sosyal yaşam alanlarında adil olanakları sunamıyorsa, suç ekonomisinin çekim gücü kaçınılmaz olarak artacaktır. Bu nedenle mesele, yalnızca kriminal yapılarla mücadele değil, hangi yaşam biçiminin daha ikna edici olduğuyla ilgili kültürel bir yeniden inşa meselesidir.
Bugün gençliği korumak adına atılmayan her adım, yarının geri dönüşü imkânsız kronik krizlerine zemin hazırlayacaktır.
Gençliğini kaybeden bir yapının, toplumsal istikrarını ve geleceğini sürdürebilmesi mümkün değildir.
Anatomiya pêşerojeke winda: Hilweşîna civakî û krîza wateyê
Li Geverê meyla ciwanan a ber bi hişbir, betên neyasayî,(faiz) tefekarî û sûcên mîna van, êdî pênaseya "pirsgirêka asayîşa herêmî" pir li pey xwe hiştiye.
Tabloya ku derketiye holê, encama îhmalkariyeke civakî ya sîstematîk û kûr e ku nabe tenê bi "şaşiyên ferdî" bê ravekirin. Di xala ku em îro hatine de, pirsiyara esasî ya ku divê bê kirin ev e: Çima ev ciwan ewqas bi hêsanî dibin hedefa torên sûc? Bersiv zelal e; ji ber ku dewlet, demeke dirêj e di hilberandina polîtîkayên civakî yên ku ciwanan biparêze de kêm dimîne.
Heta pirsgirêkên binyadî yên wekî bêkarî, xizanî, neyekshiya di perwerdeyê de û nebûna qadên civakî neyên çareserkirin; meyla ciwanan a ber bi piyanên neyasayî ne tenê encamek e, dibe pêvajoyeke neçarî. Lê belê nêzîkatiya dewletê piranî ne li ser sekinandina vê pêvajoyê, tenê li ser tepisandina encaman hûr dibe.
Operasyonên li dijî hişbirê û serdegirtinên ser torên betê (behîs) bêguman girîng in; lê ev nêzîkatî bi serê xwe ne çareserî ye. Çimkî mesele êdî ne "têkoşîna li dijî sûc" e, meseleya "pêşîgirtina li ciwanên ku ber bi sûc ve tên dehfdan" e. Di vê xalê de jî valahiya herî mezin di mekanîzmayên dewleta civakî de derdikeve holê.
Îro beşeke mezin a ciwanan ne dikarin di pergala perwerdeyê de cihekî ji xwe re bibînin, ne jî dikarin di warê aborî de pêşeroja xwe plan bikin. Ev valahî ji aliyê piyanên sûc ên organîze ve bi lez tê tijîkirin.
Her qada civakî ya ku dewlet jê vedikişe, ji aliyê pêkhateyên neyasayî ve tê dagirkirin. Êdî ne gengaz e ku mirov ji vê tabloyê re çavên xwe bigire. Çimkî mesele ne tenê Gever e; mesele rîska hilweşîneke civakî ye ku li gelek herêmên welat gav bi gav mezin dibe.
Heke ciwan neyên parastin, dewlet ne tenê ferdan, lê pêşeroja xwe ya civakî jî winda dike. Hişyariya ku Platon berî bi sedsalan kiribû, îro wekî rastiyeke li pêşiya me ye: "Hilweşîna dewletekê, bi xerabûna (yozbûna) ciwanên wê dest pê dike."
Pêvajoya ku îro tê jiyîn nîşan dide ku ev gotin ne tenê hişyariyeke felsefî ya nefsbiçûk e, alarmeke civakî ya şênber e. Ji ber vê yekê, êdî ne polîtîkayên ewlehiyê yên serpêhatî, lê reformeke kokdar a dewleta civakî pêdivî ye.
Heta ku ji perwerdeyê bigire heta îstihdamê, ji polîtîkayên ciwanan heta mekanîzmayên piştgiriya civakî avakirineke berfireh çênebe, ne gengaz e ku ev gehiştibê sekinandin. Nexwe pirsgirêkên ku îro li Geverê tên axaftin, wê sibê li erdnîgariyeke pir berfirehtir bibin krîzeke civakî ya kronîk.
Di wê xalê de jî, êdî gotina "dereng ma" wê tiştekî neguherîne. Serencam we;Civan di warê perwerde, îstihdam û qadên jiyana civakî de neyên piştgirîkirin, her qada ku vala dimîne wê ji aliyê aboriya sûc ve bê dagirkirin.
Ev rewş ne tenê ji bo ferdan, ji bo tevahiya pêşeroja civakê dibe şikestineke mezin û metirsîdar. Ji ber vê yekê, ev mesele êdî ne mijareke wusa ye ku bê paşxistin an jî tenê bi tedbîrên ewlehiyê bê birêvebirin. Avahiyeke ku nikaribe ciwanên xwe biparêze, ne gengaz e ku aramiya xwe ya civakî bidomîne.
Her gava ku îro neyê avêtin, wê ji bo pirsgirêkên sibê yên mezintir û bêveger bibe bingehek.