Ziman û Hezkirina Ziman

Ziman û Hezkirina Ziman

Pêwîst e ku dê û bav ji hay jê karbidestiyê xwe hebin. Di xaniyên xwe de bi Kurdî biaxivin. Rastiyek heye ku Kurdî zimaneke şîrîn û bi dîrokî ye. Ango bo mirovahiyê jî rûmetek e.

Li gor min ziman yekem berpirsyariya mirovan e. Wekî din ziman şanîkera hebûnê ye. Di hînbûna ziman de weynoya serî jî dayik e. Ziman çiqas zaf bê axivîn ewqas xweşik û biqîmet dibe.

Divê Kurd jî ji zimanê xwe hezbikin û ji xwe re bikin nirxek. Bêguman ziman parçeyeke mezin a li jiyanê ye. Birîneke gelê Kurd jî bişivîna wan û bandorên bişavtinê a li ser zimanê wan e. Li bakurê Kurdistanê gellek Kurd hatiye bişavtin. Ji vê babetê de zarok hêmanên herî girîng in. Ji ber ku zarok pêşeroja gelan e. Zarok li ser çi bên xwedî kirin di wê rê de dijîn.

Pêwîst e ku dê û bav ji hay jê karbidestiyê xwe hebin. Di xaniyên xwe de bi Kurdî biaxivin. Rastiyek heye ku Kurdî zimaneke şîrîn û bi dîrokî ye. Ango bo mirovahiyê jî rûmetek e.

Dixwazim ji bo girîngiya zimanê Kurdî gotineke pêşiyên Farisan bînim zimên; Farisî şekir e lê Kurdî huner e.

Gellek Kurd ji ji zimanên xwe wenda kirine. Lê rastiyek heye ku ew kesê ku zimanê xwe wenda kiriye, ew wenda ye. Lewre ziman hebûna gelan û kesan e. Ez bi xwe ji jiyana xwe de cîhekî mezin didim axivîn û lêkolîn kirina zimanê xwe. Ji ber ku mirov çiqas bizanibe ewqas heye û ewqas kar dike. Divê mirov bi zimanê xwe ve hezbike biaxive û bijî. Wekî din jî ziman kilîda dilan e. Belê Kurdno ji bo mayîn û jîn kirina zimanên xwe;

Bi Kurdî bifikirin.
Bi Kurdî biaxivin.
Bi Kurdî binivîsin
Bi Kurdî bixwînin.

ÖMER FARUK ÖZCAN

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.