Kobanî

Kobanî

Keleha mêrxasî û qehremanî, / Lêxên xortno, lêxên keçno! / Roj roja namûsê ye, / Roja xîretê ye, / Biparêzin dîn û îmanî...

Wek guleyek ji agir,

Wek birûskek xurt û gurr,

Ji ezman xuricî û li banê me danî,

Me gir kir,  me himêz kir,

Me mezin kir,

Bi nazdarî, 

Bi dilovanî,

Nav lê danî Kobanî.

 

Ey dijminê dilreş û xwînxwar,

Ey kertikqetandiyê axa çol û beyar!

Ew kîjan bêbav e,

Kîjan bêesil û bênav e,

 Ku jin û zarokên Kurdan,

Li Bazara Nînovayê difiroşe.

Serxweşo, dilreşo, bêhişo!

Ma tu nizanî ku Kawayê Nemir,

Nînova hilweşand,

 Û pergala koledarî ji binî ve rûxand!

 

Keleha mêrxasî û qehremanî,

Lêxên xortno, lêxên keçno!

Roj roja namûsê ye,

Roja xîretê ye, 

Biparêzin dîn û îmanî.

Bilerizînîn erdê,

Bihejînîn ezmanî,

Bila dinya bibihîze navê we,

Heyfê bigirin bi meqamê Kurdistanî,

Kobanî, Kobanî!

 

Ey kincreşno, ey alreşno,

Ey rûreşno, ey dilreşno,

Ey qirêja sergoyan!

Axa pîroz kirêt nekin,

Ev welat nabe talan.

 

Kobanî,

Tu jîn û berxwedan î.

Yara min nazdar,

Ala rengîn ya ezmanî!

Xemla Xecê, nexşê destmala Zînê

Diyariya Siyabend, evîna Memê Alan î.

Hawara te,

 Li Dêrsim, Li Mahabat, li Silêmanî.

Şêx Sêîd ji Diyarbekir diqîre,

Dibê lêxên bi mêranî.

Biparêzin axa welat,

Bi egîtî,  bi şêranî.

Kobanî Kobanî!

 

Seyid Riza bi te şa ye,

Elîşêr li ser çiya ye,

Îhsan Nûrî ji Agirî,

Dibê geş kin wî agirî

Bazdin hawara Kobanî,

Şer li dar xin bi mêranî.

 

Hawar ku gihîşte Barzan,

Pêşmerge hilanî  gurzan,

Şehîd rabûne ji goran,

Diherikin ban û çiyan,

Tev diçin tola Kobanî,

Ji bo welat, niştimanî,

Şa dikin ruhê Barzanî.

Kobanî Kobanî!

 

Ruhê bindestî te şikand,

Şaxê azadî  te çikand,

Sînor neman,

Serxet nema,

Binxet nema,

Bakûr nema,

Başûr nema,

Xortên Kurdan binpê kirin.

Ala rengin hilldana jor,

Tu yî bûka vî destan î

Tu jîn û berxwedan î.

Kobanî Kobanî!

 

Şer giran e, dijmin har e,

Birîn kûr e, rewş xedare,

Li çaralî giş hawar e,

Zarok mane bê star e

Ji ezman agir dibare,

Yekîtiya Kurd e çare.

Keçno, de bazdin Kobanî!

 

Rostemê Zal li qada şer,

Selahedîn danî çeper,

Şêx Seîd amade li ber,

Qadî Mihemed bask û perr

Barzanî girtî çar çeper,

Keç û xort tev bûne mefer,

Diherikin ref bi ref tên,

Bi xwînê nivîsîn destan,

Dinya rakirin ser lingan,

Wan hîmê azadî danî,

Tu jîn û berxwedan î,

Tê her hebî Kobanî.

Amed, Cizîr û Wan î,

Tu nakevî Kobanî!

 

Kobanî,

Eger tu bikevî,

Wê stêr ji ezman bixuricin,

Wê terk li erdê bikeve,

Hêvî bişemire,

Giyan bitemire.

Xwedê neke,

Eger tu bikevî,

Wê hovîtî bi ser keve.

Gul cardin vemeke û nebişire,

 Wê demsala şînê dest pê bike,

Axa welat bigirî,

Û ji goran rabin mirî!

Kobanî,

Nebî,

Nebî tu bikevî!

 

Şervan Pola

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum