Hevpeyvîna bi Besîm Baykal re

Hevpeyvîna bi Besîm Baykal re

Basim Baykal: Hêvî rastiya jiyanê ye. Ger hêvî û baweriya mirov tine be, wê demê mirov nikare rastiya jiyanê bibîne.

ERKAN ÇAPRAZ / YÜKSEKOVA HABER

Li Navçeya Geverê di sala 2007’ê de Komeleya Kurdî Derê dest bi xebatan kir; Ji wê rojê heya îro Xebatên Saziyê çine û di nava civakê de zimanê Kurdî di kîjan astê de ye. Me ev yek bi Endamê TZP’ê re parvekir. Di sala 2007’ê de bi damezirandina Komeleya Kurdî Derê û di navbera 5-6 salan de li hemberî her cûre û astengiyên di zehmet de, Xebatkar û aktivîstên Komeleyê xebatên pir mînak pêkanîn. Ji wê rojê heya îro we bi qasî 740 xwendekar gihandin û bi qasî 50 kesan jî mamosteyên Zimanê Kurdî gihandin. Xebatên di navbera sala 2007-2012’ê de weke çavdêriyên me heya radeyekê hatin. Li ser kar û xebatên heya îro pêkhatine û pêvajoya dawiyê me bi Endamê TZP’ê Besim Baykal re gotûbêj kir.  

ERKAN ÇAPRAZ: Ez di destpêkê de dixwazim vê pirsê ji te bikim, ziman ji bo te tê çi wateyê?

BESİM BAYKAL: Bi rastî tiştê ku ji bo min herî pîroz dayîka min e. ji ber ku dayîk afirîner e, perwerdekirin û rasterêkirina civakê ye.Dema ku mirov vê rastiyê wiha şîrove dike jî zimanê dayîkê tê bîra mirov. Êca dema ku ez hezkiriyê zimanê dayîka xwe nebim, zimanê dayîkê nekim parçeyek ji jiyana xwe, ji bo xwe xala herî pîroz û sereke nebînim, wê demê ez li hemberî dayîka xwe bêrêziyê dikim. Ji ber wê yekê wateya ziman pir watedar û girîng e. Dema zimanê te nebe nasname, çand, dîrok, nirx û neteweya te jî tine ye.

- Weke tê zanîn nêzî çar salan te serokatiya komeleyê kir û ev nêzî 6 sal in jî tu weke aktivîstekî di nava hewildanên xebatên zimanê Kurdî de yî, di nava 5-6 salan de li navçeya Geverê ti guherîn çêbûye?

Di jiyana mirovan de tiştê ku hêz dide mirovan baweriye; dema ku me dest bi xebatan kir wê demê di warê civakî, malbatî, siyasî û bazirganiyê de rewşa zimanê dayîkê zêde li pêş nebû, ji ber ku navçeya me Geverê jî weke her Bajar, Navçe û Gundên li erdnîgariya Kurdistanê para xwe ji pergala pişaftinê hilgirtibû û ji zimanê xwe hatibû dûrxistin.

Dema me dest bi xebat û perwerdehiyê kir wê demê di polê de hinek caran me bi kesekî perwerdehî pêk dianî, xebat û têkiliyiên civakî hwd. bi sînor bûn, gumana kesan hebû. Mînak weke hevalên me yên karmend gelek kesên ku dixwastin têkilî bi me re ava bikin anjî ji bo ku werin perwerdehiyê, di warê lêpirsîn û êrîşên dewletê bi fikar bûn.  wê demê hevalekî me hebû û henekê xwe bi me dikir û di got "Hûn ê bi kesekê/î zimanê Kurdî çawa bi pêş bixin"? li gor wê demê ewê nêrînê hinekê mafdariya xwe hebû.

 ji bo vê yekê jî weke me li jor jî aniye ziman bawerî gelek girîng e. Me hinekê ew nêrîn û gumanên bi asteng şkandin û asta ku îro em gihiştinê li gor dilê me nebe jî xebatên pîroz û watedar me bi dest xistin. Mînak: Di hêla perwerdehiyê de pêşkeftin çêbûn, di warê hişmendiyê de pêşkeftin çêbûn, bi saya xebat, çalekî, şahî, panel û hwd. Îro xebat gihiştin radeyekê, Em dikarin bibêjin ku "BI DEHAN MAMOSTE HATIN GIHANDIN, BI SEDAN KES JI ZAROK, JIN, CIWAN, PARÊZER, ROJNAMEVAN HATIN PERWERDEKIRIN. NEXŞEYA GUNDAN A BI KURDÎ" yekem car me derxist li gor min ev xebateke herî dîrokî bo, dîsa di warê hişmendiya civakî de "KARTNIVÎSANDINA BI KURDÎ" hem ji bo dawetan hem jî ji bo vekirina kargehan û pîrozbahî û hwd.

Beriya hingê kartên dawetan û peyam û pîrozbahî sedî sed bi tirkî bûn lê piştî me dest bi xebatan kir di navbera 5-6 salan de ev rewş berûvajê hate guherîn û pêşkeftinên baş derketin holê. Em îro dibînin ku zimanê siyasetê, yê bazirganiyê û civakî di hêla kurdî de pêşveçûneke diyarde heye.

1.20120414124453.jpg

-Hûn di warê aborî de tengasiyan dibînin?

Bi rastî li ser vê pirsê mirov nikare çawa bersivê bide ji ber ku di vê hêlê de em zehmetiyên herî zor dikişînin. Ji xwe hevalên di vê saziyê de dixebitin weke rêveber, mamoste, aktivîst fedakariyên herî mezin pêktînin, wek tê zanîn ev hevalên di saziya me de dixebitin hem keda xwe didin hem jî mehaneyê weke endam didin saziyê. Ez dixwazim li vir spasiyên xwe yên herî germ pêşkêşî hevalan bikim. Ji ber ku ev hevalene bêyî pere û bêyî mehane dixebitin yanî em dikarin bibêjin ev hevalên hêja fedakar û têkoşerên zimanê Kurdî ne.

Lê dema em vê rewşê jî dinêrin cotstandartiyek dewletê ya bêrêz li hemberî zimanê Kurdî xwe dide pêş. Mînak: dema dewlet komele û saziyên hînkirina pîşe yan jî çêkirina berik, mafûr û hwd. ji mamoste û xebatkarên li wir dixebitin mehaneya wan dide. Lê dema mijar komeleya zimanê Kurdî be dadgeh bi hincetên biçûk sizayê pere dide komeleyê û rêveberiya komeleyê. Armanca dewletê li vir aşkeraye ku Kurdan bi zimanê Kurdî bide sarkirin.

Mixabin di warê aborî de wek me li jor jî gotî, em di nava zehmetiyan de kar û xebatên xwe pêktînin, bi hêviya mehaneya endaman ti aborî pêknayê. Weke tê zanîn lingekî kar û xebatan jî aborî ye. Ger derfet, şert û mercên me yên aborî heban, an jî alîkarî heban me dikarî di warê kar û xebatên zimên de gelek tiştên baş pêkbînin. Derfetên me bi sînor in...

- Li hemberî we astengiyên fermî hene û hûn nêzikahiya dewletê li hemberî Zimanê Kurdî çawa dinirxînin?

besimbaykal4.jpgBi rastî li gor min ev pirseke pir balkêş e. Çenda ku dewleta Tirk vekirina komeleyên ziman qaşo ji bo pêşxistina zimanê Kurdî bi nirxîne jî rastî ne ew e, ji ber ku armanca polîtîkayên dewletê helandin û tinekirina Zimanê Kurdî ye. Ji xwe eger zimanek di warê fermî de nehê naskirin, di dibistanan de perwerdehiya bi zimanê dayîkê tine be, wê demê armanca dewletê di heman demê de xwe dide xûyakirin. Rewş û armanca dewletê li hemberî zimanê Kurdî wiha ye. Dixwazin zimanê Kurdî bi komeleyan ve sînor bihêlin û Gel ji zimanê dayîkê sar û dûr bixe.wekîdin em jî weke her saziyên kurdan para xwe ji zext û dozvekirinên dewletê dihilgirin, niha jî li hemberî me 4 doz didomin. Ev armanca û niyeta wan jî ew e ku rêveber û aktivîstên zimanê kurdî bê îrade û bê bandor bihêle ye.

- Di warê çapemeniyê de nêrinên we çine?

Bandora çapemeniyê li ser raya giştî û civakê zêde ye. Ji xwe çapemenî çav û guhên civakê ye.Ji ber wê yekê jî çavê dewletê her tim li ser çapemeniyê ye dixwazin çapemeniyeke kor û lal ji bo xwe çêkin. Dema mirov li peyamên Serokwezîr Erdogan dinêre, dixwaze çapemeniyeke "yek denk yek reng û yek û yek" ava bike. Bêtehemilî û bêrêziya AKP’ê li hemberî weşanên Kurdan ji her demê bêhtir êrîşên xwe didomînin. Em dizanin kar û xebatên çapemeniyê bi taybet jî di erdnagariya me de zehmet in. Di hêlekê de êrîşên dewletê, di nava gazên bombeyan de kar pêkanîn ne hêsan e. Ji ber wê yekê jî divê çapemenî ji rastiyan ti carê xwe neguhere û weşanên azad û berpirsyariya xwe ya azad pêkbîne. Divê çapemenî di warê hişmendî û pêşxistina zimanê dayîkê de zêdetir alîkarî bidin me û zimanê dayîkê her tim di rojevê de zindî bihêlin.

besimbaykal5.jpg

- Wek tê zanîn di rojên borî de wezîrê AKP’ê Bulent Arinç digot "zimanê kurdan mafekî herî rewaye û divê mafên wan ên çandî, zimanî û nasnameyan wan bidinê" û paşê jî çend roj derbasbûn û digot "zimanê kurdî ne zimanê şaristaniyê ye" Gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Bi rastî dema em li polîtîkayên akpê dinêrin ti para xwe ji exlaqekî rast re hilnegirtî ye, li hemberî Gelê Kurd di nava hewildanên herî bêrêz de tevdigerin, Poîlîtîkayên herî du rû dimeşînin. Beriya her tiştî divê ku mirov ji çand, nasname, ziman û ji nirxên gelan re rêzdar be. Lê mixabin akp ji vê yekê bê par û pir dûr e.

Ger Bulent Arinç li dîrok, ziman, çand û şaristaniya Kurdistanê binêre û hinekê jê fêhm bike wê demê ez bawer dikim ew ê li hemberî ziman û şaristaniya Gelê Kurd sed hezar caran lêborîna xwe bixwaze û li hemberî şaristaniya Kurdan serê xwe bitewîne...

Em di karin hinek Navdarên Kurd ên Felyezofên wêjeya kurdî û zimanê Kurdî ji bo Arinç rêz bikin; wêjevanên Kurd ên di dîroka cîhanê de weke navadarên mezin hatine naskirin. Hozan û wêjekarên Dema Dûgela Deylemî (920-1005) Gelê Deylemî li rojavayê Îranê, di kohistana hawîrê Geylanê de rûdiniştin. Di wê dîrokê de Şaristanî û wêjevaniya navdarên Kurd; 1-Babe Tahirê Uryan, 2-Babe Sirince Kelatî, 3-Daye Tewrêza Hawramî, 4-Evdilsemedê Babek…

Hozan û Wêjekarên Dema Dûgela Eyarî (990-1117) 1-Celale Xanima Loristanî, 2-Şa xweşînê Loristanî, 3-Rihan Xanima Loristanî, 4- Liza Xanim, 5-Xatû Mey Zerd, 6-Daye Xezana Serketî, 7- Fatime Loreya Goranî…

Hozan û Wêjekarên Dema Dûgela Êzidiyan (sedsalên 12 û 13’an) 1-Şêx Adî, 2-Ebûlberekatê Hekarî, 3-Şêx Hesenê Hekarî…

Hozan û Wêjekarên Dema Dûgela Etabegiyan (1155-1424) 1-Yay Hebîbeya Şarezûrî, 2-Şêx Îsayê Berzencî, 3-Nazdar Xatûna Şîrazî, 4-Nêrgiz Xanima Şarezûrî, 5-San Sehakê Berzencî, 6- Xatûn Dayrakî Rezbar, 7-Xatûn Zerbanûya Derzyanî…

Hozan û Wêjekarên Dema Dûgela Erdelan (1219-1865) 1-Semen Xanima Dewdanî, 2- Mele Xidir Riwarî, 3-Ehmed Begê Komasî, 4-Mestûre Kurdistanî, 5-Mehcûrî, 6-Ehmed Pirîsî,7- Cîhan Ara Xanim, 8-Xurşîd Xanima Dawaşî, 9-Feqî Evdilê Borekeyî, 10-Mele Borekeyî…

Hozan û Wêjevanên Dema Dûgela Baban (1677-1851) 1-Mîr Ehmedê Zengene, 2-Hezar Mêrdî, 3-Mele Omerê Rencûrî, 4-Elî Berdeşanî, 5-Mewlana Xalid, 6-Nalî Şarezûrî, 7-Hacî Qadirê Koyî, 8-Şêx Riza Talebanî, 9-Hesen Kenoşê Cinûbî, 10-Mele Qadirê Caf, 11-Mele Salihê Ahî, 12-Pîremêrd, 13-Evdila Goran , 14-Îbrahîm Ehmed, 15-Dildar (Hozanê Surûda “Ey Reqîb”), 16-Hejar, 17- Şêrko bêkes…

Hozan û Wêjevanên Dema Otonomiya Dêrsimê (1842-1921) 1- Melayê Xasî, 2-Osman Efendî, 3-Sey  Can…

Hozan û Wêjevanên Dema Dûgela Xaldiyan, (1252-1889) 1-Elî Herîrî, 2-Feqiyê Teyran, 3-Melayê Cizîrî, 4-Eliyê Teremaxî, 5-Bekir Begê Erzî, 6-Ehmedê Xanî, 7-Melayê Bateyî, 8-Mirad Xan, 9-Mele Xelîlê  Sêrtî, 10-Xaris Bedlîsî, 11-Pertew Begê Hekarî, 12-Mele Mensûrê Girgaşî, 12-Siyahpûş, 13-Şêx Nûredînê Birîfkanî, 14-Muhemed Seîdê Mêhrî, 15-Mele Mehmûdê Bazîdî, 16-Mela Yûnisê Erqetînî, 17-Selîm, 18-Şêx Evdirehmanê Axtepî, 19-Xelîfe Selîm, 20-Şêx Mehmed Can, 21- Elî Şêr, 22-Mele Osmanê Xorosî, 23-Xelîfe Yûsif, 23-Şêx Mihemed Kerbelayî, 24-Mele Ehmedê Nalbend, 25-Evdirehîm Rehmî, 26- Seyîd Eliyê Findikî, 27-Mîr Celadet Elî Bedirxan, 28-Mîr Kamûran Elî Bedirxan, 29-Ereb Şemo, 30-Mele Emerê Gulpîkî, 31-Şêx Mehmed Eskerî, 32-Muhemed Qedrî, 33-Osman Sebrî, 34-Cîgerxwîn, 35-Ehmed Namî, 36-Mele Hesen, 37-Haciyê Cindî, 38-Casimê Celîl, 39-Reşîdê Kurd, 40-Qedrîcan, 41-Fayîq Bucak, 42-Nûredîn Zaza, 43-Mele Ehmed, 44-Mele Nûrûlah, 45-Tîrêj, 46-Taharê Biro, 47-Kemal Badilli, 48-Seydayê Dilbirîn,49- Mehmûd Baksî, 50-Mehmed Uzun, 51-Şeref Xan, 52-Evdila Cewdet, 53-Kemal Fewzî, 54-Nûrî Dêrsimî, 55- Ehmed Arif, 56-Mûsa Enter…

Nîşe: 691 Wêjevan û nivîskarên navdar ên Kurd di belgeyên dîrokê de tomarkirine.

- Akp dibêje di be ku em zimanê Kurdî weke waneya (ders) hilbijarte bidin destpêkirin. Gelo ji bo vê hûn çi dibêjin?

besimbaykal3.jpgEv tiştekî pir balkêş û sosret e. Akp hê jî Gelê Kurd di Erdnîgariya Kurdistanê de weke mêvan an jî biyanî dibînê. Ma em neteweyek biyanîne kuem ê Zimanê Dayîkaxwe bi waneya hilbijarte bi pejirînin. Wek tê zanîn zarokên me hefteyê 5 rojan perwerdehiya bi zimanê Tirkî dibînin, Çima zarokên me bi zimanê Dayîka xwe hefteyê 5 roj perwerdehiyê nabînin. Ne Gelê Kurd, ne jîem weke Tevgera ZimanêKurdî vê yekê bi ti awayî napejirînin. Em ê li hemberî van armancên wan ên bişaftger û polîtîkayên wan ên derew bisekinîn.

- Tiştê ku zêde dilê te diêşîne çi ye?

Dayîk û Bavên ku bi Zimanê Kurdî bi zarokên xwe re naxivin. Ji ber ku wargeh û dibistana zimanê dayîkê dîsa Dayîk û Bav in. (ji ber ku “Dayîk Mifteya Ziman” e) Ji berk u pergaleke bi qasî 100 sal e, ji bo ku Zimanê me Kurdan ji holê rabe hewildanên bişaftinê didomîne. Dema em vê pêvajoyê hinekê bi nêz ve bişopînin, desthilatdariya AKP’ê tevahiya hêza xwe daye li ser tinekirina Zimanê Kurdî û nirxên Kurdan. Ji ber wê yekê jî dive ku her dayîk û bav, mal û malbat peywira xwe û mafê xwe yê herî xwezayî li hemberî dîrokê pêkbînin, rê li ber bişaftin û xwebişaftinê bigirin. “Divê nehê jibîrkirin ku xîm û koka neteweyan Zimanê Dayîkê ye.”

2.20120414124612.jpg

- Hêviya te ji zimanê Kurdî heye ku bibe zimanê perwerdehiyê?

Hêvî rastiya jiyanê ye. Ger hêvî û baweriya mirov tine be wê demê mirov nikare rastiya jiyanê bibîne, ji ber wê yekê hêvi û baweriya min pir mezin e. Asta îro Gelê Kurd gihiştiyê asta herî bilind e, êdî ti hêz û desthilatdarên paşverû nikarin gelê kurd ji ziman û ji doza wan dûr bixin...

Lê di vê hêlê de barê dikeve li ser milê me Kurdan gelek e, ji bo wê yekê jî divê ku em parastina zimanê dayîkê bi mal û malbatan destpê bikin heya ku di nava gund, navçe,bajar,kolan û kuçe û civakê; zimanê bazirganiyê, zimanê bikir û firotinê, zimanê siyasetê, zimanê wêjeyê, zimanê şahî û şîniyê di kar û xebatên xwe de, evîndarî û hezkiriyên xwe, nêrîn û nîqajên xwe, xewn û xeyalên xwe de bi rastiya jiyana xwe re bikin yek, divê ku her maleke kurdan bibe pola zimanê kurdî û divê her dayîk û bavek bibin mamosteyên zimanê dayîka xwe... Wê demê ne hewceye ku em mafê perwerdehiyê ji dewletê bixwazin. Ji xwe dema em van peywirên xwe rêk û pêk pêkbînin, bi awayekî xwezayî zimanê Kurdî dibe zimanê perwerdehiyê û di herêma kurdistanê de dibe zimanê sereke...

-Ji ber ku te dema xwe ji bo me veqetand em pir spas dikin

Ez jî ji bo we spas dikim û di kar û xebatên we de serkeftinê dixwazim. 

 Yüksekova Haber
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
23 Yorum