Hevpeyvîn li gel Zana Farqînî

Hevpeyvîn li gel Zana Farqînî

Zimanzan û Ferhengnûs Zana Farqînî li ser rewşa zimanê kurdî û karê ferhengdariyê dîtinên xwe bi me re parve kirin û got:

A rast ez çêkirina peyvan li kesan tewsiye nakim, divê endîşe û daxwazeke wan a bikaranîna zimanekî xwerû bi kurdî, zimanekî pêtî yê kurdî nebe. Berî her tiştî, heta ji termînolojiya wê dîsiplînê agahdar nebe xwe negihîne, divê dest neavêje vî karî. Pêşî divê li ser term, têgih û qalibên wî warî xwe bigihîne, bikemilîne, lêkolîn û lêgerînan li ser terman bike û paşê dest bi xebata xwe bike”

zanaferqini2.jpg

Hevpeyvîn: Omer DILSOZ / YÜKSEKOVA HABER

Tu dikarî hinekî behsa metoda ferhengnivîsîya xwe bikî?

Ji bo ku ez behsa metoda amadekirina ferhengên xwe bikim, min divê ez ji xebata xwe ya destpêkê dest pê bikim. Piştî salên dûr û dirêj yên xebata min a li ser zimanê kurdî û berhevkirina peyvan, ku paşê ji ber vê yekê navê ‘nêçîrvanê peyvan’ li min bû, min pêşî dest bi xebata xwe ya ferhenga Tirkî-Kurdî kir. Ev jî bi zanebûn bû, da ku ez hem berginda rast a peyvên kurdî peyde bikim hem jî bi dû bergindên peyvên tirkî yên kurdî bikevim ku min ew nedizanîn û peyvên hewcedar û pêwîst ên kurdî bi dest bixim. Her wiha kapasîteya gencîneya kurdî, biwêj û qaliban dabîn bikim û riya vegotinê ya kurdî û tirkî di cihê rast de bi kar bînim.

Li hêla din, gava ku ez îcar ferhenga Kurdî -Tirkî amade bikim, da ku ez bikaribim berginda peyvan nîşan bidim ne ku ez wan rave ango îzah bikim û digel wan ez dîsan bikaribim hemû wateyên peyvan di ferhenga Kurdî -Tirkî de diyar bikim; bi şertê ku ez pêşî mehneya rast a peyvê û piştre jî wateya wê ya mecazî bidim xuyakirin. Ji bilî van yekan, bi nîşandana hevokên nimûneyî jî min xwest ku bikarhênerên ferhengan bi awayekî hêrî zêde sûd ji ferhengê wergirin û bi ser wateya peyvê ya ku lê digerin vebin.

Min bi metoda amadekirina ferhengên mezin û berfireh dest bi van her du ferhengan kir. Ferhenga navincî jî, bi rêbazeke din, bi rêbaza ferhenga navincî ku peyv û biwêjên sereke yên hewcedar û yên ku di her du zimanan de zêde tên bikaranîn, dest bi xebata xwe kir. Min di van her sêyan de jî, cureyên peyvan, bi gotina nemir Celadet Bedirxan birên qisetên dan nîşandan da ku bikarhêner cureyên peyvan, nemaze nêr û mêtiya wan baş binasin.

zanaferqini3.jpgLê divê ez behsa taybetiyeke ferhenga Kurdî -Tirkî bikim, ku min bi zanebûn serî li wê azînê daye. Zimanê me di warê vekît û awayê rast an jî hilbijartî ya peyvê de hîn xwedî kêşe û arîşeyan e. Hin peyvên me hene ku şêwe û bilêvkirina wan li gorî devokan diguhere, loma di zimanê nivîskî de mirov neşê behsa zimanekî standart bike. Heta ji min hat min cih da awayê peyvê ya rast, an jî ya tercîhkirî û yên din jî bi kurtebêja bnr (binêre) berê bikarhêneran da ser a tercîhkirî. Dema min biryar da jî, min bala xwe da etîmolojî û morfolojiya bêjeyê, awayê wê yê ku di zimanê nivîskî de zêde tê bikaranîn. Wekî peyva çarlepk, çalep û çalepûk... Min peyva çarlepk hilbijart ku ew ji çar-lep-k pêk tê. Lê li ber peyvên din jî min kurtebêja bnr çarlepk danî. Bi vê yekê min xwest ez berê bikarhêneran bidim peyva hilbijartî.

Zana Farqînî gava diçe nêçîra peyvên kurdî, li gorî çi pîvanê peyvê dineqîne?

A rast ez zêde bala xwe didim berhemên nivîskarên ku ji bo min ji herêmên dûr û biyan in ku ez devoka wan herêman zêde nizanim. Hema bibêje heta destpêka salên du hezarî, heta ji min hat min hemû berhemên kurdî yên ku li Tirkiyeyê derdiçûn şopandin, lê van salên dawî îcar tiştekî dilxweşker e ku hejmara berhemên kurdî zêde bûne û min şiyan nîn e ku ez hemûyan bişopînim û bixwînim, loma neçar dimînim ku ez bi hûrbijarî tev bigerim û nivîs û berhemên bi kurdî yên bi tîpên latînî bixwînim.

Ev nêçîra min jî hem bi xwendina berhemên çapkirî hem jî bi şopandina nivîsarên li ser malperan berdewam e. Ji bo min, ji bo berhevkirin û komkirina peyv û biwêjan filan herêm, bêvan devok nîn e, hemû devok û herêm girîng in û jixwe ne gengaz û mimkun e ku kesek bi tena serê xwe bikaribe ji bin vî barî derkeve. Jixwe heta ku hemû berhemên klasîk neyên vekolandin, zargotin neyê berhevkirin û xebata qadî ango meydanî neyê kirin, mirov neşê ji gencîneya kurdî û ji zengîniya zimanê kurdî tam behs bike.

Herçî ez im, ez li gorî karîn û şiyana xwe karê xwe dikim, berhem û nivîsaran dixwînim, peyv û biwêjan ji wan dertînim û ji xwedî û nivîskarên wan re dişînim da ku di warê bi mehnekirin û ravekirina wan de alî min bikin. Mala wan ava be, ji bo alîkirinê hîç texsîr nakin. Her wiha ez di çapana xwe de xebatên meydanî jî dikim û hin peyv û biwêjan ji kesên herêmên cuda cuda yên kurmancîaxêv nêçîr dikim. Di sohbetan de jî guhên min tim bel in û hişê min li ser peyv û biwêjan e, gava tiştekî nû ez dibihîzim ez yek ser tomar dikim.

Min divê ez bibêjim ku hin kes bi xwe peyv ji min re dişînin û bi vî awayî jî ew ji bo dewlemendî û zengînkirina ferhengê alîkarî dikin. Min navê ku ez navên wan kesan li vir diyar bikim, lê ez di ferhengê de yek bi yek navên wan didim û spasiya wan dikim.

Gelek peyv di ferhenga te de peyda nabin, ji bo peydakirina wan xwendeyên kurd dikarin çi rêbazê bi kar bînin?

Jixwe min di pêşekên her du ferhengan de diyar kiriye ku hemû peyvên kurdî di van ferhengan de cih nagirin. Angaşt û îdayeke min a welê hîç nebûye û ev tiştekî gelek sirûştî ye ku hin peyv di ferhengan de peyde nebin û her wiha hin şaşî û kêmasiyên wan jî hebin. Ji bo mînak; ez li ser ferhenga Kurdî-Tirkî xebata xwe didomînim ku ew di sala 2004’an de hatibû çapkirin. Herî hindik ji 20 hezarî zêdetir min tenê peyv lê zêde kirine, îcar biwêj li aliyê din.

Ji ber ku ez nabêjim ferhenga min hemû ferengên din di nav xwe de dihewîne, divê serî li ferhengên din jî bidin. Ez bi hêsanî û bi dilekî rihet dişêm bibêjim ku her du ferhengên min ên mezin, ku ew bi tirkî kurdî û kurdî tirkî ne, ji aliyê berfirehî û kapasîteyê ve ew yên herî mezin in. Lê dîsan têr nakin, divê bên berfirehkirin.

Tu ji bo peyvên ku bergindeya wan bi kurdî tune bin, bi taybetî peyvên têkilî bi jiyana bajarvanî û termên teknîkî û modern çi dikî; ma rast e tu bi xwe carinan peyvan çêdikî?

Min di serî de daxuyand ku min bi zanebûn bi ferhenga Tirkî-Kurdî dest pê kir da ku ez li perginda van cure peyvên ku tu destnîşan dikî, bigerim û wan peyde bikim. Loma çavkaniya herî baş, rast û zengîn jî zaravayê kurmanciya jêrê (babanî/soranî/ bû. Hîn di salên 1993/4’an de bi saya hin hevalên ji vî zaravayî, ku dihatin rojnameya Welat Stenbolê û li cem me diman û ew rojnameger, nivîskar û rewşenbîr bûn, em ji hin peyvan agahdar dibûn, ew cure peyv ji wan distendin û ji bo min çavkanî bûn. Li aliyê din min mesela çend car li ser hev Hawar; Ronahî û Roja Nû xwendin da ku haya min ji hin çemk û termên nû çêbe. Dîsan berhemên ku li derveyî welêt, li Ewrûpayê derdiketin dişopandin. Kovara Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê çavkaniyeke hêja bû ji bo min.

Ê min esas ev e, peydekirina peyvan, sûdwergirtina ji zaravayan û piştre çêkirina peyvan a li ser bingeha mantiqa dariştina peyvan a zimanê kurdî ye. Gelo tu ferhengsazekî me heye ku bibêje min qet peyv çênekirine?! Ez vê çima dibêjim, ji ber vê sedemê, eger haya mirov ji qertafên kurdî hebe û meriv zanibe bê ka bi kîjanê navdêr, bi kîjanê rengdêr, bi kîjanê hoker, bi kîjanê kirdenav (îsmê fail) û tiştenav (îsmê mefûl) çêdibe, erk û fonksiyonê wan zanibe, her wiha ka ji lêkerê navdêr çawan tê bidestxistin, bi rayeka dema niha ya lêkerê çawan kirdenav tê dariştin, mirov dikare bi rêjeyeke mezin peyvên rast çêke.

Ji bo ku mebesta min baş bê zanîn, ez nimûneyek bidim: Di zargotin û heta di klasîkên kurdî de mirov rast peyva zembîlfiroş tê. Nexwe bi paşgira –firoş ku rayeka dema niha ya lêkera firoştin/firotin e, çima mirov nikaribe peyvên wekî xalîfiroş, mastfiroş, şîrfiroş, hêkfiroş, solfiroş û hwd. çêke! Ez wekî din jî peyvan çêdikim. Ji bo nimûne kirdenav, tiştenav, raçînk, xuyang, zanarî, nivîsbarî.... Ma di kurmancî de peyvên wekî lêker, hevok, cînavk, nivîskar, rojnameger, zayend, kirde, nûçe, malper, kêmek, zêdek, çaper, çîroknivîs, qunciknivîs hebûn?

Zimanek ku bû zimanê nivîskî, qet nebe di destpêkê de bivê nevê her kesê ku bi ziman dibile û pê dinivîse ji bo warê xwe peyvan çêdike. Jixwe ji bo ku zimanek bi pêş bikeve, geşe bi xwe bide, hewce bi dariştin û hilberandina peyvan, çemk/têgih û terman heye. Lê xwezî rewşa me ne wiha bûya û sazî û dameziraweyeke me ya zimanî ya desthilat û karbidest hebûya û her tişt bi destê pisporan bihata kirin. Lê carinan peyva ku gel bi xwe çêdike te dît ji ya pisporan bêhtir tê ecibandin û pejirandin. Ev pêvajoyeke heta ku here serî û kêmasiyên ziman ji holê rabin. Mixabin pratîk û realîteya zimanê me ev e.

Li hêla din, divê em li xwe mikur werin ku çendî zimanê kurdî nemaze kurmancî li gorî civaka feodal bi pêş ketibe jî, lê li gorî asta civaka sermayedar an jî ya civaka sedsala 21’ê hîn kêm e. Bi saya xebatên li ser zaravayê kurmanciya jêrê hin pêwistiyên wê yên girîng hatine dabînkirin, lê hîn hewcedarî bi termînolojiya hin zanist û dîsiplînan heye.

zanaferqini4.jpg

Heke rast be ku tu bi xwe peyvên pêdivî çêdikî, rêbaza wê çi ye?

Belê min peyv li gorî rê û rêbaza ku min li jorê jê behs kir, çêkirine. Lê rêjeya wan ne ew çend zêde ye. Di zanista ziman de jî azînek heye ku jê re analojî ango berawirdî/qiyas tê gotin. Peyveke yan jî qertafeke heyî ya di zimên de wek nimûne tê hildan û ji ber wê peyvên nû tên çêkirin. Mînak; di zimanê me yê devkî de kujende/kujind, dirende/dirinde hene. Di van her du peyvan de /-ende/ parkît e, ku di zimanê farisî de jî heye û bi taybetî di kurmancî de rengdêr pê tê çêkirin. Bi vê qertafê mirov dikare peyveke hewcedar durist bike. Wekî nimûne: Ji rayeka şemirandine /şemirîn/ û parkîta /-ende/; mirov dişê şemirînende ango yê ku dişemirîne, trekker hilberîne. Ku ez vê peyvê niha ji bo vê hevpeyvînê çêdikim.

Nimûneyeke din bidim. Di zimanê me de peyva mêrkuj heye ku em li şûna peyva qatil a erebî bi kar tînin. Ji ber vê peyvê peyva jinkuj hatiye afirandin ku tê wateya kesê ku jinan dikuje, bi taybetî qatilê jinan e. Ha ji te re peyveke din; zimankuj...

Zimanê kurdî ji aliyê pêrkît, navkît û parkîtan gelek zengîn e, her wiha hin qertaf hene ku tenê ji bo çêkirina lêkerên dariştî tên bikaranîn û gelek taybetiyên din hene ku ez naxwazim bi kitekit ji wan behs bikim, derfeteke pir zêde dide ziman da ku ew karibe xwe biperisîne, geşe bi xwe bide, xwe dewlemend bike, kêmasiyên xwe ji holê hilde û hewcedariyên xwe dabîn û biter bike.

Bo nimûne, nivîskarekî dil heye li ser biyolojiyê berhemeke kurdî binivîse, gelek têgih di kurdî de peyda nabin, dê wan têgihan çawa bijene, metoda wê çi ye?

Bi rastî di warê termên zanistan de tengasiyeke me ya mezin heye. Kesê ku di van waran de bixwaze berhemekê bi kurdî binivîse, bi ya min divê hem serwerê warê xwe be, hem jî ji kurdî re serdest be û haya wî divê ji termên wê zanistê ango wî ilmî hebe. Serê pêşîn, bi ya min divê ji termînolojiyê agahdar be, tiştê di kurmancî de nebîne, divê serî li kurmanciya jêrê bide û eger qabiliyeta wî ya çêkirina peyvan hebe, heta radeyekê bi ya min dikare çêke, lê bi mercê ku ji tehmê dernexe û eger nexwaze peyvan ji ber xwe ve çêke, dikare peyvên biyanî, nemaze yên latînî/îngilîzî bi kar bîne. Jixwe tu zimanek bi temamî ne saf û xwerû ye.

A rast ez çêkirina peyvan li kesan tewsiye nakim, divê endîşe û daxwazeke wan a bikaranîna zimanekî xwerû bi kurdî, zimanekî pêtî yê kurdî nebe. Berî her tiştî, heta ji termînolojiya wê dîsiplînê agahdar nebe xwe negihîne, divê dest neavêje vî karî. Pêşî divê li ser term, têgih û qalibên wî warî xwe bigihîne, bikemilîne, lêkolîn û lêgerînan li ser terman bike û paşê dest bi xebata xwe bike.

Tu wek Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatî hilbijartin, gelo bernameya we ya rojên bêt çi ye?

Niha gelek zû ye ku ez behsa bernameya me ya dahatûyê bikim. Tiştê herî girîng a li pêşiya rêveberiya me ya nû ew e ku em xwe organîze bike, karbeşiyê di nav xwe de bike û paşê dest bi diyarkirina bernameya xwe bike. A rast armanc û mebesta Enstîtuyê di rêziknameya wê de aşkera ye. Heta niha di warê ziman, wêjeya klasîk, zargotin û dîrokê de enstîtuya me xebat kirine û gelek berhem weşandine, pêşkêşî girse û cemawerê kirine.

Rojên pêş em dê li gorî derfet û şiyana xwe û her wisan li gorî daxwaza gel, bernameya xwe, qet nebe ya salane diyar bikin û ji raya giştî re jî daxuyînin.

Wek ferhengsazekî kurd, tu rewşa nivîskariya kurdî çawa dibînî, gelo berhemên wan qet bo te dibin alîkar?  

Di destpêka salên 90’î de min ji xwe re digot bila bi kurdî be, te divê bila xwelî be. Çima min wisan digot, ji ber ku li welêt, li Tirkiyeyê bidestxistina berhemeke kurdî wek dermanê derdê bêdar û derman bû. Şikur niha hem hejmara berheman, hem hejmara nivîskaran, hem jî kalîteya berheman gelek zêde bûye. Tenê tiştê ku ez jê ne razî me ew e ku berhemên bi kurdî bi giraniyeke gelek zêde berhemên edebî ne. Divê di her warî de bi vî zimanê berhem bên afirandin, hilberîn çêbe. Êşa min a din jî ew e ku tîraja berhemên kurdî gelek kêm e, nivîskar bi berhemên xwe nikarin debara xwe bikin.

Kengê ku nivîskar xwe bi berhemên xwe, bi qelema xwe xwe debirand, aboriya xwe tekûz kir, nanê wî jê hat ez dê bibêjim li bakur kurdî ji mirinê filitî û vejiya û ez ê qet xeman nexwim.

Ez bêyî pirole (mubalexe) bibêjim hin nivîskarên me hene ku ez wek kurdek bi wan serbilind dibim, şanazî bi wan dikim ku ji bo siberojê stêrka wan gelek geş e.

Digel vî qasî, her berhema kurdî cureyê wê çi dibe ew zane, bi kêrî min tê û ez nêçîra xwe ji wan dikim. Ji vî aliyî ve ez bênêçîr namînim. Ez li vir peyvekê çêkim; çawan peyvên wekî kewgir, masîgir hene, ez ê jî peyvgiriya xwe bidomînim.

Kêfa te bi zimanê kîjan nivîskarên kurd tê?

Min navê ku ez navê nivîkaran bidim. Ez bi awayekî polîtîk bersivekê bidim. Kêfa min ji zimanê wan nivîskaran tê ku xwe ji zimanê serdest rizgar kirine, di çarçoveya zimanê kurdî de li afirîneriya xwe digerin, bi mantiqa kurdî dihizirin, ji zargotin, qalib, biwêj û riya vegotinê ya kurdî kelk werdigirin û xwedî şêwazeke xweser, xwedî zimanekî rast û tekûz, xwedî zimanekî rewan û bigiyan in.

Pirseke taybet: Heke Zana Farqînî nenivîsîba dê çi bikira, gelo xweziya te piranî bi çi tê?

Belim (heye ku) haya hin kesan jê nebe. Beriya ku ez bi xebatên li ser ziman bêm naskirin, ez pêşî bi muzîkê re eleqedar bûm ku ez yek ji avakarê Koma Çiya me û di kaseta pêşîn de min jî cih girtiye û stran gotine. Piştre jî min dev ji komê berda û min bi kurdî dest bi rojnamegeriyê kir. Her wiha ez derçûyê civaknasiyê (sosyolojiyê) me jî.

Lê eger van pîşe û karan eger min karê ziman nekiriya, min dixwest karê muzîkê, stranbêjiyê bikira yan jî wek muzîkologek min xebat li ser muzîka kurdî bikira. Ji ber eşq û hewesa min pir li ser muzîkê heye.

Pirseke aktuel: Wek tê zanîn tu ji bakurê Kurdistanê yî û îro li vê derê pêleke girtinê ya di bin navê KCK’ê de li dar e, tu bi çend hevokan dikarî bîr û raya xwe ya bo vê yekê bi me re parve bikî? 

Ev girtin û operasyonên li dijî sazî û dezgehên kurdan, bi tebîra rojane ‘operasyonên qirkirina siyasî’ ne. Ev yek ne li gorî qanûnên heyî ne ku her kes dizane ev qanûn antîdemokratîk in. Jixwe berdevk û rayedarên hikûmet û dewletê bi awayekî aşkera behsa berdewamkirina van girtin û destgîrkirinê dikin û ev bi awayekî gelek aşkera têkilîpêkirina karê darazê ye. Daraz û dadgeh hatine polîtîzekirin. Tê gotin ku li dinyayê ji sisiyan yekê ku bi navê terorîst hatine girtin, li Tirkiyeyê ne. Ev bi xwe rewşa heyî têra xwe mebesta van girtin, tehde û pêkutiya li ser kurdan ron û zelal dike.

Bi ya min mebest û armanca dewletê, hikûmetê ew e ku xwe li dijî têkoşîna kurdan xurt nîşan bide, gel bêserî û pêşeng bihêle, pişt li tevgera azadiyê bişkêne û ji bo raya giştî û cîhanê hin gavên biçûk ên ‘dilxweşker’ biavêje. Meseleya kurdan ne bi nimînendeyê meseleyê re, lê bi ‘welatiyên xwe yên esilkurd’ re çareser bike. Ma ji xwe Erdoxan negot, meseleya kurdî nîn e, pirsgirêkên ‘birayên me yên kurd hene.’

Dewletê gelek car serî li rêbazên bi vî rengî dane, lê îradeya gelê kurd têk neçûye, neşikiyaye, berevajî xurttir bûye. Ev hewlên bêencam in, kêşeyê çareser nakin, dijwartir dikin. A baş ew e ku kêşe bi diyalog û muzekereyan bê helkirin.

PORTRE: ZANA FARQÎNÎ

Zimanzan Zana Farqînî, di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li bajarê Farqînê qedandine. Lîse û zanîngeh li Stenbolê xwendine û ji Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Edebiyatê Beşa Sosyolojiyê mezûn bûye.

Ew yek ji avakarê Koma Çiya ya muzîkê ye û digel komê jî kaseta pêşîn a bi navê "Rozerîn" derxistiye. Cara pêşîn di kovara Rewşenê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de gav avêtiye nav qada weşangeriya kurdî û di vê kovarê de jî di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê, li dawiya sala 1992’yan dev ji xebatên muzîkê berdaye û piştre di heman salê de di rojnameya hefteyî ya bi navê Welat de wek redaktor û nûçegihan xebitiye.

Zana Farqînî her wiha di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye Berpirsê Karê Nivîsaran ê pêşîn ê vê rojnameya hefteyî. Dûre jî bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê heman rojnameyê. Ji ber nivîs û nûçeyên ku di vê rojnameyê de hatine weşandin, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Stenbolê hatiye darizandin û ceza xwariye. Farqînî li heman dadgehê parêziya xwe jî bi zimanê Kurdî kiriye, ji ber vê helwesta xwe jî hatiye girtin û demekê li Girtîgeha Bayrampaşayê ya Stenbolê raketiye.

Farqînî piştî girtina Welatê Me digel hevalên xwe lê xebitiye rojnameya hefteyî ya bi navê "Azadiya Welat" derxistiye û gerînendeyê pêşîn ê weşanê jî dîsan ew e. Piştî ku ji neçariyê dev ji karê rojnamegeriyê berdaye, li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê berdewamî bi karên xwe yên li ser zimanê kurdî daye ku heman xebat û lêkolînên xwe yên der barê ziman de jixwe didomandin.

Zana Farqînî çend dewran li ser hev di Desteya Rêveberiyêa Enstîtuyê cih girtiye û serokatiya Beşa Ziman a Enstîtuyê kiriye. Niha jî Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Zana Farqînî di sala 2000’î de ferhenga xwe ya pêşîn a bi navê Ferheng Tirkî-Kurdî (60 hezar made), di sala 2004’an de ferhenga xwe ya Kurdî-Tirkî (166 hezar made) û di sala 2007’an de jî ferhenga xwe ya Kurdî-Tirkî, Tirkî-Kurdî (tevî hev 75 hezar made) amade kiriye. Ji bilî van her sê ferhengan, sê berhem jî ji tirkî wergerandine kurdî.

Zimanzan Zana Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e, ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve cara pêşîn di sala 2005'an de hatiye lidarxistin.

Gotarên wî ku bi piranî li ser zimanê kurdî, çand, zargotin û muzîka kurdî ne, di weşanên wekî rojnameyên "Welat", "Welatê Me", "Azadiya Welat", Tûrik (ku vesera Azadiya Welat bû), kovarên "Rewşen", "Jiyana Rewşen", "Zend", "Zembîlfiroş", "Tîroj", "Avaşîn" “Peyv”, “Kovara W” û malperên li ser înternetê yên wekî "Rojev", "Gerdûn, Amidakurd, Amudê" û hwd. de hatine weşandin.

Zana Farqînî zewicandî û bavê du zarokên kurîn e û ji sala 1984’an ve li Stenbolê dijî.

Berhem

  • Ferhenga Tirkî-Kurdî; Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 1278 rûpel, Stenbol 2000
  • Ferhenga Kurdî-Tirkî; Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2132 rûpel, Stenbol 2004
  • Ferhenga kurdî tirkî- tirkî kurdî; Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 1504 rûpel, Stenbol 2007

Xebatên kolektîf

  • Em Zimanê Kurdî Binasin
  • Muzîka Serayê ya Kurdî.
  • Mamosteyê Sêyemîn Xanî, ji zimanê tirkî.
  • Rastiyên Destana Memê Alan, ji zimanê tirkî.
  • Xanî û Newroz, ji zimanê tirkî.

werger:

  • Mamosteyê Sêyemîn Xanî, ji zimanê tirkî.
  • Rastiyên Destana Memê Alan, ji zimanê tirkî.
  • Xanî û Newroz, ji zimanê tirkî.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
7 Yorum