Hevpeyvîn li gel Şêxmûs Sefer

Hevpeyvîn li gel Şêxmûs Sefer

Serokê Komela Nivîskarên Kurd Şêxmûs Sefer: Me bi hemû dam û dezgehên Başûr re têkilî danîn. Ji bo bakur û başûr çêtir hevdu binasin, ev dîdar pêngaveke girîng bû.

Hevpeyvîn: Omer DILSOZ / YÜKSEKOVA HABER

Gava em dibêjin wijdana civakê, ne tenê ji bo nivîskarên kurd dibêjim. Heçî rewşenbîrî ye, ew ne karekî hêsan e. Mirov dikare bi awayekî cuda behsa nivîskariyê û bi awayekî cudatir behsa rewşenbîriyê bike. Ev her du diyarde ji hev cuda ne. Her nivîskar rewşenbîr nîn e. Heke îdiaya te ew be ku tu rewşenbîrê civaka xwe bî; gava civaka te bi tiştekî bigirî divê tu jî bi wî tiştî bigirî. Civaka te tiştekî hîs bike divê tu jî wî tiştî seh bikî. Gava civaka te serê xwe deyne ser balgîfê çi xewn û xiyalan bibîne, divê tu jî wan bibînî.

seyhmussefer11.jpg

-Komela Nivîskarên Kurd kengî û bi çi mîsyonê hate avakirin?

Şêxmûs Sefer: Komela Nivîskarên Kurd a Diyarbekirê, sala 2004ê li Amedê bi pêşengiya komek rewşenbîr-nivîskarên kurd hate avakirin. Ji hingê heta niha kêm zêde 7 sal li pey xwe hiştin. Di vê maweyê de çendîn kar û xebat pêk anîn.

-Li Herêma Kurdistan, bajarê Duhokê 24-30ê heyva borî bi navê “Dîdara Medyakarên Bakur û Başûr” komcivînek hate lidarxistin û hûn jî tê de amade bûn. Dikarî hinekî vê dîdarê bi me re parve bikî?

Wekî tê zanîn, Wezareta Rewşenbîrî û Lawan gava ji Başûr hatin û ev daxwaza xwe ragihandin, wek komele me bi awayekî aktîf di nav vê kombûnê de cihê xwe girt. Hema bêje wek komele me serkêşiya şandeya “nûnerên saziyên meydaya” bakur kir û ji bo vê dîdarê em çûn başûr. Pir baş derbas bû. Me pêşî li Duhokê 2 rojan ev dîdar li dar xist. Me bi hemû dam û dezgehên Başûr re têkilî danîn. Ji bo bakur û başûr çêtir hevdu binasin, ev dîdar pêngaveke girîng bû. Me kesayetên navdar ên başûrî wek Hêro Xan li Silêmanî, Behrem Salih Serokwezîrê Herêmê û Serokê Parlamentoyê Kemal Kerkûkî li Hewlêrê dîtin û pê re da û stand. Em çûn serdana Helepçeyê û me jan û kulên wê seh kirin. Her weha me li Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê serdana hemû dam û dezgehên medyaya kurdî; televizyon, ajans û rojnameyan kir û me bîr û rayên xwe ji hev re derbirîn. Her dîsa komeleyên nivîskarên her sê bajaran jî me hev dîtin û nêrînên xwe parve kirin.      

Di encama van hevdîtinan de biryar e ku Navenda Medyakarên Kurd bo tevahiya sazî û dergehên çapemeniya kurdî bête avakirin.

-Kurd çend elfabeyan bi kar tînin; Di vê dîdara Başûr de ev pirsgirêk çawa hate zimên?

Erê, ji bo vê jî gelek danûstandin pêk hatin. Biryar ew bû ku kurdên bakur ligel elfabeya latînî ya aramî, yên başûr jî ligel aramî elfabeya latînî ya kurdî bi kar bînin. Ev yek ji bo lêk-nêzikirina herdu layenan gelekî girîng e. Her wisa ji bo lêk-têgihîştinê jî ev metod dê pirtir rêveker be. Wek komele, em jî li vê nêrînê germ in û bawer dikin ku dê bi vî awayî pirek di navbera bakur û başûr de ava bibe. 

-Em bên ser kar û barên Komela nivîskaran?

sexmussefer.jpgMirov dikare li ser misyon û xebata komelê ku “heta îro çi bû û dê ji îro pê ve çi be” raweste; normal e ku heta îro ev komela me di hin waran de qels mabe, lew komelgerî karekî kolektîf e. Divê ev kar bi hev re bêne meşandin, hemû berpirs û endam bi awayekî xwe bidine ber vî barî da ku kar û xebat baş bimeşe. Lê mixabin di nav saziyên me kurdan de, karên weha piranî li ser pişta kesan bi rê ve diçin. Bo nimûne, heke em şaredariyekê bînin; aşkere ye ku her kes tenê şaredar/serokê belediyê dinase, çu kes xebatkaran nas nake, an jî her kesê çav lê ye bibe serokê cihekî. Ev nêzîktêdayîn li nav me saziyên kurdan gelekî li dar e. Mixabin, komela me jî heta îro wisa bi rê ve çû; Heke serokê wê kesekî xwedî vizyoneke baş bûya, kar baş dibû û wisa nêzîktêdayîn pê re çêdibûn. Heke serok gelekî biserneketî bûya hingê komele biserneketî dihate zanîn.

Wek lijne û rêveberiya nû em dixwazin vê nêzîktêdayînê pûç bikin. Em dixwazin wek komele, bi nasnameya wê karên xwe bibin serî. Jixwe ev nêrîna ha, nêrîneke Rojhilatî ye; her tişt li dor Serok û Serkêşan digere. Heke Serok kesekî xwedî karîzma/karîzmatîk be, kesekî naskirî be, her kes li dorê kom dibe, berevajiyê zêde pakî/pûke bi komelê nayê kirin.

-Wek te jî amaje pê kir; Karê nivîskariyê karekî takekesî ye… Gelo ev yek çi bandorê li karên komelgeriyê dike? 

Berî her tiştî nivîskarên Bakur ji sedî 70-80ê wan mamoste ne. Rojê bi kêmasî 7-8 saetan li dewamê ne/karê resmî dikin. Ji bo jîyar û debara malbata xwe, neçar in karekî weha bikin. Ev yek yekser performansa wan dadixe, wan diwestîne. Bi yekser wan girêdide. Mixabin, piştî wê dema xwe ya vala, piştî saetên mesaî û dewamê ancax dikare bala xwe bide ser nivîskariyê û bi vî karî mijûl bibe. Vêca, ka piştî 7-8 saetên dewamê tu dikarî nivîskariyeke çawa bikî… ev yek gelek bandorê li afrîneriya nivîskariyê dike, performansê dişikêne û rêgir e ji bo nivîseke xurt ku tu hemû roja xwe bidiyê. Ji ber vê ev cure nivîskar nikare heta hingorê şevê saetên dereng li ser kompûtera xwe rûne û binivîse, nexêr, ew ji ber karê rojgarê/rojane zû diweste û hema serê xwe datîne ser balgîvê xwe û dadide xewê/radizê.

-Bo nimûne, Kesek gava ji derve bê Amedê û qesta/textena komela nivîskaran bike, dê çawa xwe bigihîne we; gelo komele tim vekiriye?     

Mixabin di vî warî de em xwedan derfetên gelekî baş nîn in. Dil dixwest ev komele rojê qenebe ji saet 9.00ê sibê heta 22.00a êvarê vekirî be. Ji bo vê pêdivî bi karmendekî/e berdewam heye, ev derfetên me tune ne. Li şûna wê, em bi riya internet û medyaya civakî hewl didin têkiliyên xwe saz bikin. Mixabin, niha li Amedê ji sed kesî bipirsî, “cihê komela nivîskaran kî derê ye?” deh kes dê nikaribin bersivê bidine te.

-Têkiliyên komela we û saziyên kurdan di çi astê de ne?       

Em nikarin bersiveke zelal bidine vê pirsa te. Bedaxewe, heta niha têkiliyeke xurt bi saziyên dîtir re nehate dayîn.  Ji ber ku heta niha karên vê komelê piranî bi ser şexsê/a yekê yanî Serokê/a Komelê tenê bi rê ve çû. Ev heta îro wek kevneşopiyekê meşiya. Gava em bibêjin, 7 rêveberên xwecî, heft jî şûngirên wan hene ji bilî komisyonên rajêr, heke evane hemû karê xwe bikin, ango karekî kolektîf bête kirin jixwe têkilî dê bi saziyan re jî geş bibe.

Wekî dîtir jî, ji bo komele ji aliyê civakê ve bête nasîn û civak paxavê pê bike -ew çi nivîskar be çi rewşenbîr, divê li gorî daxwazên civakê tevbigere.

-Tu dikarî vê mijara “wijdana civakî” hinekî bi berfirehtir ji me re vebêjî; Mebest ji li gel/li nik an jî li nav civakê çi ye?      

Gava em dibêjin wijdana civakê, ne tenê ji bo nivîskarên kurd dibêjim. Heçî rewşenbîrî ye, ew ne karekî hêsan e. Mirov dikare bi awayekî cuda behsa nivîskariyê û bi awayekî cudatir behsa rewşenbîriyê bike. Ev her du diyarde ji hev cuda ne. Her nivîskar rewşenbîr nîn e. Heke îdiaya te ew be ku tu rewşenbîrê civaka xwe bî; gava civaka te bi tiştekî bigirî divê tu jî bi wî tiştî bigirî. Civaka te tiştekî hîs bike divê tu jî wî tiştî seh bikî. Gava civaka te serê xwe deyne ser balgîfê çi xewn û xiyalan bibîne, divê tu jî wan bibînî.

-Ma nexwe, gelek nivîskar dibêjin, “Ê heyran, jixwe ez derdê civakê dinivîsim ka çi hewce ye ez bême pêş” bo vê tu dibêjî çi?   

Ev du tiştan bi xwe re tîne. Bi ya min, hêsan nîne mirov vê yekê bibêje. Ji bo tu vê yekê bibêjî divê tu yekî wekî J. Paul Satre bî, an jî divê tu mirovekî wekî Marx bî. Divê tesîra te ya rewşenbîriyê ew çend li ser civakê hebe, heke tu li cihê xwe hema tenê binivîsî jî, divê ew nivîsa te refleksekê di civakê de peyda bike.  Wê demê civak te di nav girseyan de nebîne jî, erê tu di çalakiyan de serî nekêşî jî hingê qeydî neke. Nabe xem bo civakê, çimkî wê demê bi berhemên xwe tu sed qad li pêşiya civakê yî. Lê ji bo vê divê tu bibî xwedan şiyana qelemên kesên navhatî. Mixabin em dûrî vê ne. Li aliyê dîtir, gava tu dibêjî jixwe ez bi karê nivîskariyê radibim û ne li nav civakê bî, bi wan re tevnegerî, hingê li ba wan çi giraniya te çênabe. Civak jî dê te nebîne. Rewşenbîr îro divê yekser bi civakê re be, heke pê re nebe, bi ser nakeve.

-Em hinekî jî li ser têkiliya komela nivîskaran û endamên wê biaxivin, bo vê tu çi dibêjî?           

 Heta niha têkiliyeke xurt di navbera komele û nivîskaran de çênebûye, lê mebesta me ew e em vê têkiliya lawaz û zeîf geş bikin. Wek rêveberiya nû, armanca me ye ku em bi hemû endamên xwe re, çi bi riya mailê, çi bi ya telefonê çi jî rûbirû bi hemûyan re, em danûstandineke geş pêk bînin û têkiliyê xweş bikin. Jixwe heke em bi derdên endamên xwe re mijûl bûn…

-Te got ‘derdê endaman’, gelo mebesta te bi vê çi ye; mafê telîfa nivîskaran a bi weşanxaneyan re ye, an pirsgirêk û kêşeyên yasayî jî di nav vê çarçoveyê de ne?   

Xwedîderketin tiştekî dîtir e. Ji bo ev komele bikaribe bi karekî weha rabe, berî her tiştî divê parêzerên komelê hebin. Mixabin di vî warî de gelek desttengî û kêmasiyên me hene. Ji bo vê divê statûyeke dî ya komelê hebe; Heke îro wek Serokê Komelê ez jî bême girtin, tenê endam dikarin bo min daxuyaniyekê bidin.

Ji bilî vê pirsgirêka sereke ya endamên me, weşandina berhemên wan e. Pê re mafê telîfê ye. Her weha têkiliya bi hev re ya endaman jî wekî pirsgirêkekê li ber me ye.  Endamên me hene ku berhemên hêjayî çapê dinivîsin lê dibe ku nikaribin wana bidine çapkirin, em ê hewl bidin wan berheman bidine çapkirin. Her weha wek komele proje ye ku em paşerojê bo Komeleyê Weşanxaneyekê ava bikin. Misyona vê weşanxaneyê jî ew e, ku berhemên endamên ku berhema wî/wê hêjayî çapê be û nikaribe wê bide çapkirin, biweşînin.      

-Wek komele hûn pêvajoya siyasî çawa dinirxînin; gelo pêla girtinê nepeşike komela we jî?

Ez weha bêjim; Her kes lawê bavê xwe ye. Heke bên bila ser seran ser çavan bên! Lê ez ji paşeroja Tirkiyê ditirsim, qey aqilmendên Erdogan (Recep Tayyip Erdogan Serokwezîrê Tirkiyeyê) bi zanîn vî welatî ber bi kendalê felaketan ve pal didin. An jî wan aqilê xwe bi guhan xwariye. Nexwe ew bi xwe jî dizanin ku ew di riya nerast de ne. An jî berjewendiyên wan ên mezin tê de ne ku naxwazim ji destê xwe berdin. Nexwe ev pêla girtinê çi fêdê nade hikûmetê bi xwe jî. Ma kîjan hikûmet bi girtin, kuştin û şeran li ser piyan maye!

PORTRE: Şêxmûs Sefer, Serokê Komela Nivîskarên Kurd e, sala 1977ê li Mêrdînê hatiye dinyayê, niha li Amedê dijî. Du salan li Azadiya Welat wekî rojnameger xebitiye. Sala 2006ê ji weşanxaneya Lîsê bi navê “Bîstan Hatin Berdan” û di sala 2011ê de ji weşanxaneya Ronahî bi navê “Piştî Xezal Terqiyan” du berhemên helbestan hene. Niha jî di Diyarnameyê de qunciknivîsiyê dike.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum