Hevpeyvîn bi Omer Dilsoz re

Hevpeyvîn bi Omer Dilsoz re

Omer Dilsoz ê ku kurdî daniye kakila jiyana xwe û her ku li dora wê digere berhemên kurdî dide û pirtûkan dinivîse, pirsên Erkan Çapraz ê ji Yuksekova Haberê bersivandin.

HEVPEYVÎN: ERKAN ÇAPRAZ / YÜKSEKOVA HABER

Omer Dilsoz ê ku kurdî daniye kakila jiyana xwe û her ku li dora wê digere berhemên kurdî dide û pirtûkan dinivîse, pirsên Erkan Çapraz ê ji Yuksekova Haberê bersivandin:

- Eşqa nivîsa bi Kurdî kengî dest pê kir?

Erê rast e, nivîsîn eşq e, ger eşq nebe, çu tişt wisa mirovî nake barhilgirê xewnekê û bi dû xwe ve nakêşe. Erê, nivîsîn, evîn e, ger evîn nebe, çu şiyan nikarin mirov wisa li jiyanê xweş bikin û bihêlin ku mirov roj bi roj, gav bi gav tê de bi gewde bibe. Nivîs, mirovî zû ‘mezin’ dike, ‘zû’ dikemilîne lê pir dereng fêqiyê xwe dide. Nivîs, fêqiyê payiza derengî ye. Bo kêm nivîseran dibe nesîb ku di jiyana xwe de berê vê keda xwe bibînin, piranî nivîskar wek stêrkekê dûr, derengiya şevê, dema ku jiyan di xew de be, dibiriqin… Îja ez û nivîs kengî pergî hev bûn, ev pirsek e ku gelek caran ez jî ji xwe dikim. Heke îlem divê em demekê bêjin, salên herî ter û sava yên umrê min, min û nivîsîna kurdî hev nas kir. Min kurdî li dilê xwe çand, li ruhê xwe çand, li mejiyê xwe çand û bi wê re, ez û ew li hev du geriyan.

dilsoz3.jpg

- Heta niha çend pirtûkên te hatin çapkirin, li ser çi ne?

Heta niha 5 romanên min hatine çapkirin, yek jî pirtûka helbestan. Romanên min piranî li ser îro ne. Ez roja me dinivîsim. Mirovê serdema me, bo min balkêş tên; nexasim di civaka me de, ku li ber qelp û gêrên daguherînê ye, mirov bi xwe pir aloz e, mejî aloz in, fikr û bîr aloz e, hiş têkelhev e… îja ev tişt bo min dibin serincrakêş û min bal xwe ve dikêşin. Ez hin dibînim ku ketime dû çaleke hestiyan, an gundiyekî malwêrankirî, an dayikeke zarok lê winda, bêseroşûn, an zarokeke birçî, pêxas ber dîwaran… Ji nava me, ji me, ji civaka me, çi reng û rû li min dialiqin, tên û di van romanên min de bi min re diaxivin, vedijîn û min dû xwe ve dibin. Ez wan nanivîsim, a rastîn, ew min dinivîsin. Romanên min, li ser me ne, serpêhatî û kawdanên nava malê ne: Dibe ku yên pir nas û nêzik, dibe ku pir dûr û deraz… lê ji me ne û nas in…

dilsoz7.jpg

- Bo çi zêdehî roman?

Ez xwe di behra romanê de melevantir dibînim. Bo min ristin û vehandina romanê kelecaneke gelekî xweş e. Ez pê geş dibim. Her ku berekî datînim ser dîwarê wê, weke ji bin barekî giran rabibim wisa sivik dibim. Çi ko ez tê de, xewn û xeyalên xwe vedihênim. Vehandineke wisa, ez tê de dinyayekê ava dikim û mirovan tînim tê de bi cih dikim. Wê demê, bîr û hevzeke wê dinyayê çêdibe; Ramanek peyda dibe û ez dibin vehêner û dahênerê wê hizrê; Ma çi ji vê xweştir e! Îja, kurdîya delal, hin dilovan e, hin adan e, tu çend jê bixwazî qet texsîr neke. Gelekî merd e û hemû kanî û çaviyên xwe li ber te vedike; Eşqa romanivîsînê xweşikiya kurdî li ber dilê min şirîntir dike. Kurdî zimanek welê ye, ser axê ye, rehên wê daçikiyayî ne û di her peyva wê de bêhna axê heye. Ev yek, te dikêşe xwe. Zêde bi cezb e. Min ji gelek dostan bihîstiye, piştî ku bi tehma kurdî dihesin, êdî nikarim bi zimanên dî wek berê xweş bixwînin, çi ko êdî ew ziman tamsarkî tên jê re. Îja tu dibêjî çima roman; Çima roman nebe!?

dilsoz4.jpg

- Li Bakurê Kurdistanê nivîskariya kurdî hatiye çi astê?

Ez tim xweşbîn im. Ez zanim, ramana kurdî gelekî kûr e, digihêje dîrokeke çend hezar salî. Kurd, yek ji wan miletan e ku xwedî efsane û mîtolojî ye. Ji ber hindê, nivîsa wê jî, ger ku hingafte kavilê xwe, hingafte binekara xwe, hingafte reh û binîşên xwe; karî têkilî bi dîroka xwe, mît û efsaneyên xwe re deyne, hingê berûka wê vedibe û îja hûn binêrin çi hinêrên mezin jê çêdibin… Niha em hêj di serê rê de ne, çend pêngav me avêtine û ber bi riyeke ronî ve diçin. Pirsa asta Bakur, pirseke kontret e; ji vê pirsê pirs peyda dibin. Romaneke berdewam e, nîvçe ye. Ji ber vê, ez niha çi bêjim, dê ji kîsê min be; Aya, mirov dikare vê bipirse: Ast li gorî çi tê pîvan? Heye ku tenê çend ber û berhem hênane lê ev ber û berhem şayeste ne, heye jî, bi hezaran ber û berhem hênan e, ji nav wan yek-du-sê lib hêja ne. Îja, mirov dikare çawa helsengrîne, dê krîtera kifşkirina astê çi be? Bi kurt û kurmancî, ez dikarim bêjim “BAŞ E”, çi ko ber başbûnê ve ye… Çi ko, tîr ji kevanê mirinê veristiye û va ye bi rê ve ye..

dilsoz5.jpg

- Bo kesên ku hez dikin bibin nivîskar çi pêşniyazên we hene?

Bi rastî metodek vê tune ye, divê ew gehwer di nava mirovî de hebe. Erê, mirov dikare xwe bi pêş bixe; bibe xwendevanekî/e gelekî jîr û jêhatî –Ku bi ya min berî nivîskariyê em hemû divê berê bibine xwendevanekî gelek baş- lê bo nivîskariyê divê xwe biceribînin. Texsîr nekin. Piç piçe, lê bi îstîqarar bimeşin. Ji meşa xwe niqteyan çêkin û her niqteya pêştir piçekî dî deynin ser ya berîya xwe… Ez weha bêjim: Bixwînin. Gelekî bixwînin. Divê çavê we yê neqandinê hebe, hildana nimûneyan ji jiyanê hebe… Divê hûn nêçîrvanê giyan û hestên mirovan bin; Wan têbigihêjin, wan têbigihêjin ka dixwazin çi bibêjin. Çi zanim, belko jî karê şîret û pêşniyazan bêhtir yê melayan be, nivîskar jixwe dinivîsin. Karê wan ev e. Çi ko ji vê hez dikin.

Ez gelek spas dikim bo vê sohbeta xweş…

dilsoz6.jpg

OMER DILSOZ KÎ YE?

Di sala 1978ê de li gundê Gûzereşa bi ser Colemêrgê hate dinê. Zaroktiya xwe li gund borand û sala 1995ê piştî ku Gûzereş bi destê dewletê ve hate çol û kavilkirin û gundiyan terka warê xwe kir û penaberî derodorê bûn, Dilsoz û malbata xwe jî berê xwe dane bajarê Colemêrgê û li wir bi cih bû.

Omer Dilsoz, di salên lîseyê de bi derfetên xwe fêrî xwendin û nivîsîna bi kurdî bû û dest bi nivîsînê kir. Heta demeke dirêj nivîsên xwe li ba xwe veşartin û heta ku baş meyiyan û dema xwe girtin.

Dilsoz, di 23 saliya xwe de romana xwe ya pêşîn Hêviyên Birîndar nivîsand û ev roman di sala 2003yê de ji Weşanên Aram li Stenbolê çap bû. Vê romanê bi zimanê xwe yê pehtî û ferhengfireh bala xwendeyên kurd kişand. Hema bêje, wê hingê yekemîn roman bû ku bi destê nivîskarekî ciwan ve, li ser axa welat dihate çapkirin. Çimkî heta hingê nivîskariya kurdî ya kurmancî li derveyî welat û Stenbolê bi rê ve diçû. Dilsoz, li ser warê xwe ma û jiyana xwe ya nivîsê li wir domand.

Piştî Hêviyên Birîndar, bi romana Bêhna Axê, Neynika Dilî û Berbiska Zer û Hevrazên Çiya Omer Dilsoz di romanivîskariya xwe de pileya xwe bilind kir û her berhema paştir pileyek asta xwe rakire jortir. Ligel van 4 romanên belavbûyî, Dilsoz xwedî dîwaneke helbetan a bi navê “Bila Gotineke Min û Te jî Hebe” ye ku ev berhem di sala 2007ê de ji nav Weşanên Berçem derçûye.

Ligel nivîskariyê Omer Dilsoz, bi salan di nav karê medyaya kurdî de bi awayekî aktîf cih girt. Di redaktoriya rojnameya Azadiya Welat û edîtoriya kovara Tûrik de xwe da bin barî. Dilsoz, niha li bajarê Amedê dijî û ligel karê wergêrî û rojnamevaniyê, bi nivîsîna berhemên xwe yên nû mijûl e.

 Omer Dilsoz niha hefteyê du hefteyan carekê bo www.yuksekovahaber.com.tr nivîsên aktuel dinivîse.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.