'HDP, dostê bindestan e'

'HDP, dostê bindestan e'

Adem Geverî Sekreterê Giştî yê Hereketa AZADÎ ku heman demê yek ji Endamên Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî bû pirsên me bersivandin û der barê “tifaqa bi HDP’ê re” bîr û boçûnên xwe parve kirin.

Hevpeyvîn Omer DILSOZ 

Geverî, bal kişand ser girîngiya “bereya demokratîk a kurdî” û DAÎŞ wek rêxistineke reş û tarî ya li dijî îslamê bi nav kir. Geverî, tifaqa bi HDP’ê re wek koalîsyona bo hilbijartinên giştî nirxand û got, “Divê hêzên kurd û Kurdistanî bi hev re bin.”

-Tifaqa we bi HDP’ê re bi ser çi ye, dikarî bo me bêjî?

Adem Geverî:

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm.

Bi niha bi hefteyekê rêveber û nûnerên hereketa kurd a Bakur bi taybetî nûnerên DBP û KCDê bi wesîleya pêşniyara tifaqa hilbijartina giştî ya dewleta Tirkiyeyê, em ziyaret kirin. Bi germahî danûstandinek dîplomatîk me gel wan biraderan kir. Ev seradana DBP-KCDê ji bo tifaqê bû. Em jî çend roj e di nav xwe de li ser vê nirxandinên xwe dikin. Berî niha lijneya kargêriya Hereketa AZADÎ, biryarek pêşniyarî ser tifaqê dabû ku em ser vê biryarê zal bibin û di encamê de biryareke erênî bidin. Me bi lezgînî rêveberiya Hereketa AZADÎ bangî civîna awarte kir û berî çend rojan ev civîna me pêk hat. Vê civînê bi saetan dom kir. Dawiyê me biryareke bixêr da ji bo di navbera kurdan de tifaq çêbe û em bikaribin li ser navê HDPê bikevin hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê wek koalîsyon… Di vê çarçoveyê de biryar hate dayîn ku danûstandin bên destpêkirin gel aliyên kurdî û îslamî.

i-1-194.jpg

-Bêguman xwendevan dixwazin Hereketa AZADÎ nas bikin, hûn kî ne, hesasiyetên we çi ne?  

Heye ku em zêde di nav raya giştî de ne li pêş bin, lê em hereketeke jirêzê nîn in. Ji bo bibin partî an jî siyaseteke bi teşqele bikin, me xwe ava nekiriye. Hin hesasiyetên me yên insanî, îslamî û taybet jî yên neteweyî hene. Ev yek jî me mecbûr dike ku em bi rê û rêbazên aram siyasetê bikin. Da ku bikaribin insanên xwe bi cidiyet pêşwazî bikin. Ji ber vê jî Hereketa AZADÎ bi partîbûnê dest pê nekir. Hezîrana 2011ê me bi kongreyekê bi hukmê Înîsîyatîfê dest bi siyaseta sivîl kir. 2 salan me wek înîsiyatîf karê xwe meşand, hêjî gotinê ye ku li Kurdistanê cara yekemîn e înîsîyatîf di siyasetê de tê ceribandin. Wek tê zanîn, rêxistinên înîsîyatîfî modelên Ewropî ne. Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê tiştekî weha tune ye. Cara yekê ye, li Kurdistanê wek hereketeke siyasî ya bi hesasiyetên îslamî bi hukmê înîsiyatîfê em siyasetê dikin. Sedema destpêkirina bi înîsiyatîfê jî konjunktura Kurdistanê û qanûn û nîzamên dewletên heyî vê li me disepîne. Lewre em bi riyeke sîvîl, demokratîk, şefaf û meşrû siyasetê dimeşînin. Piştî du salan me bi biryara kongreyê înîsîyatîfa Azadî wek Hereketa AZADÎ saz kir. Ev hereket mîrat û şîreta Şêx Seîdê nemir ji xwe re esas digire. Li ser vê şopê ye. Em siyaset û berxwedana xwe li ser vê şopê dimeşînin.

-Têkiliyên we bi hizb, cemaet û rêxistinên îslamî yên Bakur re çi ne?

  Em bara bêhtir xebatên dîplomatîk dimeşînin. Em têkiliyên xwe bêhtir bi partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî û îslamî re pêk tînin. Ji ber vê jî, me heta niha xebateke rasterast ku xwe pê bigihînin gelê xwe nekiriye. Lewre heta niha me bi konsept û asta partiyekê de xebata siyasî nekiriye. Zêdetir me dixwest li ser misyonekê em siyasetê bi asta temsîliyetan pêk bînin. Ji ber vê jî, navê me di nav aliyên siyasî de li Kurdistanê çi îslamî çi jî sekuler pêşve çûye, lê di nav gel de em çiqas kar û xebatên xwe yên civakî bi pêş ve bibin ew qas e. Me partîbûn nedaye pêşiya xwe lê wek perspektîf me partîbûn ji xwe re kiriye armanc.

Yek ji armanca me ew e, ji bo tifaq li Kurdistanê çêbe ku gelê Kurdistanê hem di asta temsîlkaran de hem jî di asta gel de yekitiya xwe pêk bîne me projeyek daye pêşiya xwe. Ji ber wê jî hemû aliyên siyasî û îslamî yên kurdî li Kurdistanê, bi hemûyan re têkiliyên me yên dostane hene. Bi her kesê re em aşne ne û em têkiliyên dîplomatîk bi wan re çêdikin. Her weha ne tenê di asta Kurdistanê de, wek tê zanîn hesasiyetên me yên îslamî hene, -em ne hereketeke îslamcî ne, em halêhazir şerîetê naxwazin- em azadiya Kurdistanê dixwazin ji ber wê jî, em pêşî Hereketeke Kurdistanî ne. Lê em li ser hesasiyeta ya îslamî siyasetê dikin. Ji ber hindê, em neşên bi alî, partî, cemaet, hizb û rêxistineke sekuler an jî îslamî re li ser neyarî û xusûmetê siyasetê ava bikin, bi her kesê re bi rêz û bi hurmet in û em li gel danîna tifaqan in: Tifaqên milî, têkiliyên dîplomatîk û aştiyane rêbaza me ne. Gava van sê salên raboriya me binêrin jî, aşkere ye ku piraniya xebatên me hevbeş in ligel part û rêxistinên siyasî û aliyên îslamî li Kurdistanê...

-Bi çavê Hereketa AZADÎ, DAÎŞ çi ye? Ev rêxistin çima li Başûr û Rojava êrîşê kurdan dike?

Em hereketeke Kurdistanî ne, hesasiyetên me yên îslamî hene, ligel vê nêrînên me yên cîhanşumul jî hene. Hem aliyek em hereketek medenî ne, li aliyek em hereketek însanî ne, hem aliyek em hereketek wijdanî ne û hem jî em hereketek îslamî ne, em mecbûr in ji hemû aliyan ve pirsgirêkên cîhanê, Rojhilata Navîn, Tirkiyê û bi taybet jî Kurdistanê nêzîkahiyan nîşan bidin. Pê re jî li ser wan hin nirxandinan bikin, projeyan deynin û helwestan diyar bikin. Em di vî warî de, nêrînên îslamciyan didine pêşiya xwe, kirinên wan ên li ser navê îslama pîroz rexne dikin. Li hemberî wê, me siyaset daye pêşiya xwe. Lê heçî DAÎŞ e, em wê di nav wan rêxistinan ku em dibêjinê îslamCÎ de jî nabînin. DAÎŞ rêxistinek kûr û terorîst e, hem dijî insaniyetê hem jî dijî îslamê ji bo bê bikaranîn hatiye avakirin. Em wê wek rêxistineke reş û wehş dibînin.

-Berî çend rojan Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bang li zanayên dînî kir ku der barê DAÎŞê de helwestê nîşan bidin, tu vê bangê çawa dibînî?

Bi rastî ev bang bangeke pîroz û di cih de ye. Serokê Herêma Kurdistanê herçend dereng jî mabe, -bi taybetî siyaseta sekuler a kurd di vê meseleyê de pir paşvemayî ye- şukir Serok Barzanî karî vê bişkêne, mesela îslam û îslamîbûnê, mesela misilmanan, dîn û ayîna ku li Rojhilata Navîn serdest, ne tenê ji aliyê siyasî-polîtîk ve binirxînin, ji aliyê civakî, psîkolojî, ayînî ve hin nirxandinan ser pêk bînin ku em bikaribin li hember van dijminên xwe ne tenê di meydana şer de, ne tenê ji aliyê dîplomasî û polîtîk ve, ji aliyê civakî ve, ji aliyê ilmî ve jî û ji aliyê şer’î ve jî divê em bikaribin hemberî wan hem gotinan, argûmanan ava bikin hem jî li hemberî wan parastina xaka xwe bikin. Parastina gelê xwe, hişmendiya gelê xwe bi dest bixin. Kurdan heta niha tenê di eniya şer û meydana siyasetê de dikarî hemberî dijminên xwe ber xwe bidin, lê îro êdî ew dikarin di warê hişmendiya civakî de jî argûmanên xwe ava bikin. Em rêxistina DAÎŞ, bi tundî şermezar dikin, li dijî wê ne lewre ew argûmanên bi ser navê îslamê bi kar tîne hemû pûç in, ti eleqeya wê û dînê îslamê; Qurana Pîroz, suneta pêxemberê me bi hev nîn e ji ber wê jî bi şer’en jî, hebûna DAÎŞê heram e. Kirinên wê heram û sûc e. Li dijî insaniyetê ye. Di serî de li dijî hemû milismanan e.

-Baş e, îslamiyên Bakur-Tirkiyeyê û AK Partî ku ew jî xwe bi dîndarî dide nasîn, li kî dera vê meseleyê dibînî?

Têkoşîna azadiya gelê kurd bi ser niyetan nayê meşandin. Di serî de divê em realîteyê bibînin. Divê em kesên ku li dijî me ne, wek dewlet, wek partî, wek hikûmet, kirinên wan ji wana re bikin pîvan ka jidil in an na. Heke kirin, gotin û emelê wan feydekê bide me û ji bo kurdan bibe maf, ew têra me heye. Pêşveçûnên li çar parçeyên Kurdistanê, dihêle ku ew dewletên ku Kurdistan dagir kiriye, mecbûr bibin ku gavên erênî bavêjin. Çawa ku salên 60-70yî çepên tirk, ereb, faris em xapandin û demeke dirêj kurdên çepgir xistin bin kontrola xwe, bi navê Baes, Kemalîzm û Şiîcîtiyê xapandin, demeke dirêj heta salên 90yî îslamcî û îslamperestên tirk û ereb û ecem jî dîsa em kurdên dîndar xapandin. Em bi hewes û xiyalên pûç û dilî meslehetên gelên Kurdistanê em mijûl kirin. Lê şukir, me jî xwe dît, xwe nasî û ji salên 2000î û pê de êdî li Kurdistanê hereketên Kurdistanî çêbûn ku bi hesasiyeta xwe ya îslamî mesûliyeta xwe li hemberî gelê kurd pêk bînin. Ji ber vê jî îro tu eleqeya me bi aliyên îslamî yên tirk nemaye. Helbet hiqûqa îslamê ya birayetiyê, ya wekheviyê me mecbûr dike ku em danûstandinên dîplomatîk û dînî pêk bînin. Ji ber vê jî, herçendî yê hemberî me dîndar be jî, em ji wan mafê gelê xwe, hiqûqa gelê xwe bixwazin. AKP ku xwe wek muhafazaker-dîndar dide xuyakirin, rast e dîndar in lê ew dîndarî nebû sebeb ku mexdûriyet û mezlûmiyeta gelê kurd bibînin. Bû sebeb ku wek rejîma Kemalîst ku demeke dirêj zilm li wan jî dikir, ew zilmê li kurdan bikin. Heyf û mixabin, şerê Sûrî ku bû sebebê kuştina bi hezaran mirovên ğal û ğerez bi destê Esed, DAÎŞ û dewletên derdorê, hikûmeta AKPê jî bi awayekî kete nav têkiliyên qirêj û destkarî tê de kir. Piştgiriyek lojîstîk kir ku ew komkujî pêk werin. Heta dawiya dawîn agirê vê şewatê kurd jî dane ber xwe, kurd jî mecbûr man li dijî wan terorîstan ber xwe bidin.              

 -Tifaqa bi HDP’ê re?

Em vê tifaqê wek koalîsyon bi nav dikin. Bereya hilbijartina giştî ya Tirkiyeyê ye ku em xwe tê de dibînin. Jixwe em di bin banê HDP’ê de siyasetê nakin. Ev bere ji bo hindê ye: ji ber ku HDP hereketeke demokratîk e, ji ber ku HDP dixwaze piştgiriya kesên bindest bike; çînên bindest, kom û aliyên bindest… ji ber ku giraniya wê bara bêhtir ji hereketa kurd û kurdan pêk tê, ji aliyê din ji ber ku li hemberî rejîma kemalîst a şovenîst muxalefetek tund pêk tîne, em jî meşrû dibînin ku di nava wan de bi wan re bikevin hilbijartinê. HDP, bo doza kurdistan û Tirkiyeyê baş e.

Her weha Adem Geverî bîr û hizra xwe li ser Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî derbirî û got, “Ji bo kurdan mafê çarenûsî dixwazim.”

-Em gelek spas dikin, malîava!

Mala we jî ava… 

i-2-100.jpg

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.