Silêman Feqiyanî

ZIMANÊ XWE RE HESDIKIM NIVÎSIM

07 Eylül 2009 Pazartesi 01:20

Ez bi zimanê xwere pir hesdikim nivîsim. Ji bona serfirazîya gel ê xwe tu/hûn jî bi zimanê xwe binivîsin.

Çimkî ez hezdikim, ji dilê min tê, ez bi zimanê dê a xwe nivîsim. Hêvîdarim ku ji dilê te/we jî bê û tu/hûn jî hesbikin bi zimanê dayika xwe nivîsin. Bizanin nivîsîna zimanê Kurdî wezîfe a hemû Kurdan e. Ger zimanê Kurd tûne be, mirovê Kurd jî tûna be, bi vê şîyarîyê nivîsim(în).

Wekî min goti ez ji heskirina xwe re, bi dil û êqîn bizimanê xwe dinivîsim. Çimkî wextê min li leylî yê, (yatılı) ‘dibistan û cihê ku bi şev jî mirov lê dimîne’ de  dixwend ez ketim navbera du alîyê.

Wi wexti mamostayek bi navê Teoman dest dan ser min û çend hevalên min. Di dibistanê navbeyna me xwendevanan de, dualî derxist.

Wi wexti birêz Ihsan Colemergî (Demîrel) li wê leylî ê de mamoste bû. Mamoste Teoman, xwendevanên pola (sınsıf) dawî bi rexgirê xwe û rexgirê birêz Colemêrgî re kiribû du kom.

Birêz Colemêrgî têkilahîyên xwe û xwendevanan germ û şirîn digêrt û mamoste Teoman jî kerp lê dikir.

Rasti hingê me we fahm dikir. Belê rewşa mamoste Teoman wekî me fahm jê dikir nebû, ewi di zêhna xwe de rexgirê Kurda û rexgirê Tirka re temaşe li me dikir.

Bi wê kerbê re mamoste Teoman koma ez navda navê wê kiribû koma Ihsan, koma rexgirê wi jî navê wê kiribû koma Teoman.

Tiyatroya bi rexê wi keti sahnê re jî, gor wi em koma rexê Ihsan Colemêrgî bûn, em nebirin tiyatro ê. Bi dijminî ji mere têkilahî dikirin û her dem sexera me dibir.

Ev pê dan a ser me de hati kirin, piştî bîst, sî salek paşda min ji mamosta Ihsan Colemêrgîre got. Bes birêz Colemêrgî ji wê têkilahîyên mamoste Teoman re tiştik jê nedizanî û tinê “çû borî” got.

Ev mînaka xwe a dibistana destpêkê min ji bo vê sedemê re nivîsî. Hemî xwendevanên dikevin dibistana leylîyê wekî min xwedî ê şansi nînin, sedan nehwêd dikevin nava asîmilasyon ê. Hatî dîtin ku ew leylî ên li herêma Kurda avadibin, zarokên Kurda têxin nava çerxê asîmilasyon ê.  

Ez hêj zarok bi aşkera wekî bi hezara Kurda rasti asîmilasyonê hatibûm. Wi demê jî ez dimam bin zor lê bûn ê û ez û çendik hevalên xwe di wê dibistanê de wekî êtîm û sêwîya yalnizbûn/tinêbûn.

Wi demê jî wekî xewnekê tê pêş çavên min û kezeba dilê min di sot ku ez bi zimanê xwe perwerdehîyê nakim.

Bes ew zilm û zordestîya ser milê xwe, hêmû min hilçinî nava cerg û mêlakên xwe, nava dil û mêjîyê xwe û niha jî min dest avête nivîsîna zimanê dê a xwe.

Ez nabêjim bi nivîsîna min a bi Kurdî re tû kêmasi û xeletîyên min çunînin? Wekî hewe hemîya ez jî dizanim ku nivîsîna min a Kurdî re kêmasi û xeletîyên min henin.

Ji hemîyê girîngtir gor rêzimanê Kurd, kêmasîyên min bi dev û ziman, bi qîri û qîyamet re dikin hewar dibêjin ez xeletim, ewê jî ez dizanim.

Roja min niyeta “ez dê nivîsîna Kurdî binivîsim” li nava hişên xwe de cihkiri û min wêrekîya/cesareta xwe a şermê ji hindirê xwe derêxisti, min Kurdî nivîsî.

Wekî min goti bi vê kesera heskirina dilê xwe re bi xeleti û rasti ez bi Kurdî nivîsim. Ez ya di nava hiş û hizirên xwe bi Kurdî tînim ziman û dawîya vê nivîsîna min jî dê xeletîyên xwe çareser bikim

 Dema di nava hizirên xwe de “dê kirêtîyên herî girîng bên serê min, dê hemî xwendevan ji minre henekîya bikin, dê rezîl û ruswa bim” avêti, min dest binivîsîna Kurdî kir.

 Dema min dest avêti nivîsîna Kurdî û nivîsînên min di nûçeyên Geverê de derketi ji min re pir şîrove hatin nivîsîn. Her şîroveyek wekî xwedîyê şîrovani nazdar û rêber, li min re hişyarîyên xwe êxistin pişt êk.

Wekî bin nivîsînên min de “ev kêmasi û xeletîyên te henin, ewan çareser bike û gor rêzimanê Kurmancî nivîse” re şîroveyên xwe dinivîsîn, ez pêtir ji bona rastenivîsîna Kurdî micit bûm.

Ez ji bona hişyar kirina wan re, ji germahîya dilê xwe de spasîyên xwe dibêjim. Ez jî bi van xeletîyên xwe re dilsoti me, belê wekî min goti roj bi rojê dê gor rêzimanê Kurmancî nivîsim.

Ez di zanim ku wekî hemî Kurda hewceye ez jî perwerdehîya zimanê Kurdî bibînim û dê bibînim jî.

Wekî min jori goti ez bi hezar cara sipasîyên xwe ji bo mamostayên xeletîyên minre ez hişyar kiri re dibêjim. Bes ez lêborîna xwe ji wan û hemî mamostayên Kurdan û bi zimanzanan re dixwazim û di bêjim.

Gel ê Kurd; gelî Kurdên ji xwe re û ji nivîsîn û ji nasname a xwe re bîyanî.

Hûn jî binivîsin û bixwendina zimanê dê a xwe re mijûl bibin.

Bila wekî min xeletî û kêmasi hebin, hûn jî di jîyana xwe de Kurdî baxivin, Kurdî nivîsin û bixwînin.

Bawerim ew heskirina raste nivîsîna zimanê Kurdî didilê min de, dema hewe jî dest bi nivîsîn û xwendina zimanê dê a xwe kir dê bikevî dilê we jî.

Hûn jî dê binivîsîna Kurdî re pir hesbikin.

Belê ez pir bawer dikim ku ew nivîsîna hewe ewa wekî ya min bi xeletî û kêmasi re tiji derket, hûn jî roj bi roj dê xwe ji wan xeletî û kêmasîya bêjînk bike.

Tinê nivîsîna zimanê dayikê ji dilê mirovi bê, bi xemlandina xeletî û rastîya de dê mirov rêka rastenivîsîna zimanê xwe bibîn e. Bawer bikin roj dê bê, hûn jî dê gor rêzimanê Kurmancî nivîsin.

Bînin pêş çavên xwe. Dema hewe ji bona perwerdehîya Tirki an jî zimanek dî dest pê kiri, bi xwendinê û nivîsînê re çend sala hûn mijûl bûn. Eve çend sale hûn bi zimanek dî taxivin û dixwînin û dinivîsin.

Tinê hêvîya min ji hewe re eve ye. Hindî ku hûn bizimanê gor zimanê xwe bîyanî re mijûl bûyî, yek çarêka wê bizimanê dê a xwe mijûl bin bese. 

 Xîreta nivîsîn û xwendina zimanê Kurdî di dilê hewe de geş be û bi xemil e.

Heskirina nivîsîn û xwendina zimanê dê a hewe bi rexê Xwedê re ji hewere nahê, tivê hûn bixwe hes bikin.

Xwedê heskirina nivîsîn û xwendina zimanê kurdî bide dilê henû kurda.

Bu yazı toplam 6112 defa okunmuştur
rexne û nîqaşî
 // colemêrgî
Hevalê Mêrxas û Gordien bawerim rexne û nîqaşî pir pîrozwarî û girîng in, bes nivîskar jî di nivîsîna xwe de kêmasîyên xwe tînî ziman û ji bona çareserîya kêmasîyên xwe jî dê bikevî perwerdehîyê. Dîyare ku hewe nivîsîn nexwendîye û hewe rexneyên xwe înaye ziman. Rexneyên hewe ser çava, hûn heqin belê ma nevê rexne jî dilê mirovi neşikênin....
09 Eylül 2009 Çarşamba 10:43
çavê xwedê li te bît.
 // Mêrxas
Kekê Gordien te gelek xweş got, heger ez ê hûsa binivîsim, ne bi xwedê bila cîhê xwe bît nivîsîn....
08 Eylül 2009 Salı 12:23
ev çawa nivîsandin e çawa hezkirin e!!!
 // gordien
Kekê nivîskar,
Bibore, lê belê gava mirov vê nivîsara te dixwîne xwesh û nexwesh mirov shikê li vê gotina te dibe: "zimanê xwere hes dikim nivîsim"! Yanî diyar e tu gelek hez ji zimanê xwe nakî! Ji ber ku ev cumle û ev nivîsar qetla zimanî ye, ma gelek zehmet e ji kerema xwe ya bilind pîçek wextê xwe bidî ser rênivîsa kurdî û pashî jî pishta xwe bispêriye axaftina xwe ya rojane! Hûn xelkî ji zimanê xwe sar dikin.. yanî mîna roj.tv'yê hûn jî heta ku dê ki...
07 Eylül 2009 Pazartesi 20:37