Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

‘Zimanê nayê zanîn’

‘Zimanê nayê zanîn’

Van du hefteyan gelek tişt qewimîn. Bîra me ya civakî, li ber bayê van qewmînên lezgîn ên di nav hev de, wekî vizokê li dora xwe hat û çû. Welê bû ku gelek têgeh û qewmînên “girîng” ji bo me daketin “jirêzê” û wekî xewnekê di bîra me de winda bûn.

Ji ber lezguhartina qewmînan, bîra me ya civakî “kor” bû û em li şûna ku “pirsa” bûyeran bikin, di hişa xwe ya civakî de teşekî bidinê, gelek caran tenê wekî ku li fîlmeke dramayê temaşe bikin, li bûyeran dinêrin û piştre vedigerîn ser korefamiya xwe.

Ji bo civakekê “mirina spî” ye korefamî û bi vê yekê civak, bi karekteristiya xemsariyê ber bi kendalên bêbinî ve hêl û gêr dibe.

Di van du hefteyan de; li aliyekî dilê me bi dirêjkirina “bêçalaktiya” PKKê, bêhnekê fireh bû, li aliyê dîtir bi çalakiya xwekujî ya li Taksîma Stenbolê, hişê me careke dîtir bi bêinsafiya “qanûnên şerî” hesiya, li rexekî aqilê me bi salonên Dadgehên Amedê li gel siyasetmedarên Kurd ên bi “Doza KCKê” têne darizandin teqle avêtin û bîra me ya civakî di rûyê me de, şerq şerq şikiya (şikest).

Dadgerê Dewletê, li welatê ku Kanala fermî ya Dewletê TRT 6 bi zimanê Kurdî weşanê dike, radibe dibêje, “Zimanê nayê zanîn ku tê hizirkirin dibe ku Kurdî be” û neftê bi hêvî û xweziya kurdan dadike.

Ji aliyê dîtir ve, li Tirkiyeya ku dê van nêzîkan bibe Mertalê Parastina Fuzeyan a NATOyê, bayê hêviyan li ber coxînan e. “Zimanê ku tê fikirkirin Kurdî ye” di xweparastina li salonên dadgehan de, hê jî bi “xema man û nemanê” ye.

Bîra me ya civakî, “tê fikirkirin” ku bîreke di navbera dadgeh, zindan, goristan û çiyan de ye. Zimanên ku “nayên fikirkirin bi Kurdî ne” di fikrên me de her ku hêl bi hêl bagerê rakin û nehêlin em “bi zimanê ku tê fikirkirin bi kurdî be” fikiran bikin, xeyalan jenin, romanan birêsin, helbestan bihûnin, çîrokan bibêjin, wê demê, bi kampanyayên “siyasî” em ê nikaribin hesinê “fikirkirina bi zimanê nayê zanîn” bihelînin.

Van du hefteyan, di bîra me ya civakî de, erdhejên gelek mezin çêkirin. Xuya bû ku starka vesazkirin û dizayneke nû hatoye dayîn. Konsepteke nû li dar e.

Li aliyekî Iraq di Rojhilata Navîn de, hewl dide xwe li ser piyên xwe bigire û di meydana şerê siyasetê de konê xwe deyne. Amerîka, dixwaze bi Mertala Fûzeyan, Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn wekî xalefê xwe deyne û li ber sînga Îranê (lê di rastiyê de Rûsya –Çînê) wekî tan/çît/pejanekê deyne.

Li her alî, siyaset tim di nav “guhartin û veherînekê” ye; di sehneya dîrokê de, yek radibe, yekî din tê şûnê, nav diguherin, dewlet,împaratorî hildiweşîn, yên nû li şûnê ava dibin, lê a ku her tim dimîne û her heye; şerê hebûnê, şerê desthiladariyê yê hêzan e.

Ji ber vê jî, “yên ku tê hizirkirin nayên nasîn” îro, ji zimanê me re dibêjin “zimanê nayê zanîn”, lê sibê, “aktorên siyasetê dê biguherin” û wê demê, dê di lîteraturê de “pênaseyên nû” bêne dariştin.

A girîng, îro zimanê nayê zanîn, em bi “nezanan” bidin zanîn...

Min di çapemeniyê de xwend: “BDP dê di çalakiyên xwe PIRTIR girîngiyê bide Kurdî û ‘paxavê’ pê bike”, de li ser xêrê be!... Me gelek caran “kampanyayên weha bihîstin, lê nizanim çima “giya qet li zeviya beyar şîn nehat...”

Vê carê?

Tê hizirkirin ku kampanya ji bo perwerdeya bi kurdî....

...

Bi hêviyên xweş!...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi