Silêman Feqiyanî

Zimanê Dayîkê û Bi Wi Zimani re nivîsîn

22 Eylül 2014 Pazartesi 11:07

Xîmê ziman ji hebûna dayikê re tê, ev tê zanîn. An ku dayika mirovi bi çi ziman biaxive zarokê wê jî bi wi zimani disxive. Belê. Piştî zarok bi gotinek dî mirov hîn zimanê dayika xwe bû divê bikeve peywirek dî. Evê peywirê jî hewcetiyek wê heye ku hindî hînbûna zimanê dayika xwe hîndibe, hind jî hînbibe ku bi zimanê xwe nivîse û bixwîne. An ku hînbûna ziman û nivîsîn û xwendina ziman kakila mirov û mirovahiyêye.

Divê mirov bîne pêş çavên xwe. Heywanet jî dema ji dayika xwe bû di berdewamiya jîyana xwe de wan dengan derêxe ê dayika wê/wi derêxe. Mînak cûcika çûkê, dengê berxikê mihê dernaxe. Berxikê mihê, dengê gulikê çêlekê dernaxe. Gulikê çêlekê, demgê cehşikê makerê dernaxe û hwd. Bi kurtasi tev heywanet dema hate dinê tenê dengê dayika xwe derêxe. Gor mirovahiyê tenê cudahiyek wan heye û her heywanek tenê dengê dayikên xwe derxe, belê nanivîse û naxwîne. Bawer bikin heke mêjiyê wan bi mînaka mêjiyê mirovan xebitîba ewan dê ji mirovan pêtir nirx daba hev û heq û hiqoqa hev nedanan bin pê. Di vê sedemê de seba heywanet, têkiliyên wan ên dawiyê de tenê ser hestîyên wan re aliye binyat û jîyana wan de mirov tiştikê dizane. Mirovan jî bi mînaka heywaneti tenê axiftiba û nivîsîn û xwendina wan çu neba tu ferqa mirovan û heywana nema. Çendî mirovahi xwedî aqil û mêjiyê bixebite jî be nivîsîn û xwendina wan çu neba, dîroka wan çu nedibû û dê maban bêbinyat.

Wê demê çendî axiftin navbenda mirovan de xîmê têkiliyê û bi hev re fêhmbûnê be, nivîsîn jî di wê bingehê de ye. Cudahiya wê tenê axiftin di tê bîrkirin belê nivîsîn nahê bîrkirin. Nivîsîn dibe belge û winda nabe. Di vê sedemê de perwerdehiya ziman, bi wi zimani re nivîsîn û xwendina wi zimani dibe berdewamiya jîyana wê mirovahiyê û qedîmî û binyatê wan.

Bînin pêş çavên xwe ku cîhanê de çend û çi terz pirtûk ditên nivîsîn. Teknolojîya vî zemani bi vê nivîsîn û xwendinê re ê pêş çav. Ev hezar sal pêşîya îroj romanek hatibe nivîsîn îro jî ew pirtûk di tê xwendin û hebûna wi zimani di tê nasbûn. Wekî dewrê mirovên wehş têkiliyên xwe pêşîyê bi nîşanên mînaka dûkela agiri û bi cureyek/teşîdek dî de ji hev re fêmkirin. Paşê ser keviran, ser kevilê heywanan bi zimanê dayika xwe nivîsîn û bi wê wateyê nivîsînê destpêkir.

Gor van dîtin, hizir û hişan. Çendî hewa, xwarin û vexwarin ji mirovan re girîng e, hind jî nivîsîna zimanê dayikê girîng e. Wê demê mirov çendî ji hewa, xwarin û vexwarinê û axiftina zimanê dayika xwe re hewcebe hin jî nivîsîn û xwendina zimanê dayikê re jî hewceye. Ev makeqanuna mirovahiyêye û nahê nîqaşkirin. Çimkî hebûn û jîyana mirovi ê nava qotiyê de, qotî ê zikê çuka sîvanok de, çûka sîvanok jî ê zikê Hûtê Gola Wanê de. Ji mirovan re zimanê dayikê bi vî terzi hatiye parastin.

Belê mixabin gor vê parastinê jî caran mirov ser hişên xwe diçe û ew zimanê bi vî terzi micit hati parastin ji dest xwe dike. An ku hebûn û jîyana xwe guhere ji rengê xwe zivire rengê êk dî û asimile dibe. Kirêtiya ji hemûyê pêtir girîng mirov bi wi rengê xwe biguhere û bikeve nava otuasîmilasyonê. Ev rûreşiye ji hemûyê mezintir e.

Bi yêkemîn divê mirov biqoweta mifriqi girêdayî zimanê xwe bibe. Lewre dema Hûtê Gola Wanê kevte destê dagirkeran, dê çûka sîvanok ji zikê Hûtê Gola Wanê derêxin, dê qutiya zimanê dayika mirovi ji zikê wi/wê derêxin û paşê jî zikê çuka sîvanok derêxin û mirovi asîmile bikin.
Bi xwedî derketina ziman re jî ancax mirov bi nivîsînê û xwendinê re dişe xwedî zimanê xwe bibe û bi parêz e û berve bibe. Divê niyeta mirova a nivîstînê candariyê bide canê mirov. Divê bê zanîn ku hewa, jîyan, hebûn, xwarin, vexwarina mirovi ê qotîyê de û ew qotî jî ê hindirê zimanê dayikê de û tenê binivîsîn û xwendinê re mirov di şê xwedî derkeve.

Dixwazim ku zêde serê we gêj nekim an ku neêşînim. Çend salên dawîyê de nivîsîna zimanê me kurdan bi mînaka dilopek avê an jî rondika çavan bikeve nava Gola Wanê bû. Her dem her daqîqê de ji bo asîmileyê amade bû. Belê van salên dawiyê de pir kurdan bi xîretek girîng re perwerdehiya zimanê xwe dîtin û di aliye rêzimanê kurdî de xwe xemlandin. Komelên bi mînaka TZPKurdî, KURDÎ-DER’ê ji bo hilkulîn û xwedîderketina zimanê kurdî avabûn û bi têkoşîna komelan û a zimanzanê kurd re bi girseyî xwedî zimanê xwe dibin. Ji kurdê xwenas û fêhlmêr re ev jî dibe serfirazi.

Ji bo xwedîderketin, nivîsîn û xwendina zimanê kurdî de ez jî bi mînaka van kurdên têkoşînê didin re, gor hizir û hişên xwe de kevtim nava vê têkoşînê. Rasti ez têra xwe di nivîsîn û xwendina zimanê xwe de şareza nebûm. Di vîya min pêşîyê perwerdehiya zimanê xwe dîtiba. Belê pir hevalên min “rast e ku tu divê perwerdehiya wê bibîn i, belê carê tu destbiavêje nivîsînê dê dawiyê de bi zêde xwendin û nivîsînê re hîn bibi” gotin min. Nivîsîna xwe de ne ji dilê min jî be min destavêt nivîsînê.
Belê. Rasti û nerasti, xeleti û nexeleti, bi hebûna kêmasiyan û a bêkêmasi, bibê fêhmkirin û nehê fêhmkirin re min destavêt nivîsîna zimanê xwe. Heke ez vê jî nebêjim dê bibe kêmasi. Ji bo nivîsîna min a pir harîkariya min kiri Nûçeyên Geverê (Yüksekova Haber) bû. Lewre ewan şîroveyên min di sîteya xwe de dane weşandin û ji bo berdewamiya nivîsîna min ji min re bûne rêber. Ji vê bîrhatinê de ez silavên xwe ên germ ji nava dilka xwe bo xwedî, kedkar û karkerê Nûçeyên Geverê dihinêrim.
Wekî min goti şîroveyên min di Nûçeyên Geverê de birasti an jî bixeleti hatin weşandin. Mehên pêşîyê de ser nivîsînên min pir şîrove hatin kirin û heta hindikan ser şexsê min şîroveyên kirêt nivîsîn. Rasti tev şîroveyên ser nivîsîna min dihati kirin re ez kêfxweş dibûm û min gor wan şîroveyan kêmasiyên xwe didîtin û hindî ji destê min dihat min çareser dikirin. Belê ji bo wan şîroveyên kirêt û rûmetşikên dest û dilê min ji nivîsînê sar dibû û pir caran “êdî ez nanivîm, kifş e ku ez îxanetê li zimanê kurdî dikim” min digot. Min xwe berda nava van hişane ku bila zimanê kurdî zimanzanên kurd nivîsin dilê xwe de borand.

Caran jî ser nivîsînên min şîroveyên pir girîng dihati nivîsîn û rêka min a ez tê de pir girîng e digotin min. Aliyekê bi van şîrovên wan ez diberdam nava hêcanê, aliye dî jî nivîsîna zimanê min bi mînaka kêrmiki kevtiba nava mêji, hizir û hişên min û ez teşwîq dikirim. Rasti jî ew qotiya zimanê dayika min nav de, min vekiribû û bi xwedîderketina wê re ez pir kêfxweş bibûm. Bi deh caran zedê dest û dilê min bo nivîsîna kurdî sar bûn belê carek dî ew zimanê dayika min ewa bi mînaka kêrmiki kevti nava mêji û dilka min ez xapandim; min berdewamî nivîsînên xwe kir.

Destpêkirina min a nivîsîna kurdî de heta îroj ez şîroveyên xwe bi rasti an jî bi xeleti nivîsim û Sîteya Nûçeyên Geverê de tên weşandin. Ev şîroveyên min heta îroj nêzî 450’î rûpelê kompîtûrê zêdebûne. Vê navbendê de min 5 çîrokên Colemêrgîyan bi mînaka romanê nivîsîn e. Ev romane ji 100 rûpel û heta 350’î rûpelên kompîtûrê de ditêne guherî. Belê mixabin di pir weşanxaneyan re ji bo weşandinên pirtûkên xwe min xwe hewceyî wan kir û tu weşanxaneyan destê min negirtin. Ên em dê bidîn weşandi goti jî pir pere ji min xwestin û min neşiya bidim weşandin.

Dawiyê de jî min di nivîsînên xwe de nivîsîbû. Van salan de pir rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, mamoste û hwd. kurdên xwedî zimanê kurdî dibin, ev digotin. Bila tev kurd xwedî zimanê xwe derkevin, xwedî çanda xwe bibin û muheqeq binivîsin û bikin arşiv. Bila tev kurd li kolanan kurdî biaxivin, bixwînin û bidin xwendin. Ev şîrova wan pir pîrozwer e. Çendî ji destê me bê dê bixwîn in û bidin xwendin. Ca rast, ca xelet.

 

Bu yazı toplam 5350 defa okunmuştur